Gotûbêja bikarhêner:Biyolojiyabikurdi
Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî!
[çavkaniyê biguhêre]Biyolojiyabikurdi, tu bi xêr hatî!
Wîkîpediya, ensîklopediya azad a bi kurdî,
- Wîkîpediyaya kurdî projeyeke navneteweyî û azad e. Armanca wê komkirina zanyariyan a bi alîkariya çavkanî û jêderan û bi şêweyê ensîklopediyê ye. Hewleke hevbeş e ku ensîklopediyeke azad derkeve holê. Her kes dikare tevlî nivîsandina vê berhemê bibe. TU nivîskarê/a vê ensîklopediyê yî! Gavên pêşî gelek hêsan in.
- Berî ku tu dest bi karê xwe bikî, ji kerema xwe re li vir binêre. Heke te alîkariya bikarhênerên din hewce be û tu bixwazî ji bikarhênerên Wîkîpediyayê re binivîsî, here rûpela gotûbêja mijarê û dû re li jor « Mijarekê lê zêde bike » bitikîne.
- Ji ber sedema mafên telîfê em li Wîkîpediyayê nivîsên di çavkaniyeke din de li vir nanivîsin, lê bikarhêner dikarin bi gotinên xwe û bi nîşandana çavkaniyê ji çavkaniyên din sûd werbigrin. Ji kerema xwe re agahiyên peyv bi peyv ji malper, pirtûk an jî kovaran li ser Wîkîpediyayê kopî neke. Tu nivîskar î û divê tu gotarên xwe bi peyvên xwe binivîsî!
- Heke alîkarî ji te re hewce be tu dikarî rûpela Alîkariyê bixwînî û pirsên xwe li Dîwana Wîkîpediyayê an jî Kurdîgehê binivîsî.
- Dema ku tu di gotarekê de tiştekî biguherînî, divê tu bi nêrîneke bêalî û bi zimanekî ensîklopedîk binivîsî. Çavkaniya agahiyê jî ji bir neke!
- Îmzeya xwe li nava gotarê nexe û di gotaran de reklamê neke an jî e-mail û hejmara telefona xwe nenivîse. Ji bo danasîna xwe tu dikarî di rûpela xwe ya bikarhêneriyê de bi bikaranîna şablona Babîlê agahiyan bidî.
- Dema te ji bikarhênerên din re peyam nivîsand, ji kerema xwe li gorî hîmên rêzgirtinê tevbigere û wisa bifikire ku her kesê li vir weke te dixwaze ji bo pêşvexistina Wîkîpediyayê beşdar dibe û wan weke kesên niyetbaş bihesibîne. Pênc hîmên sereke yên Wîkîpediyayê jî bixwîne.
- Divê mirov xwediyê/a tenê yek hesabî be! Hinga çend hesabên heman kesî an jî çend hesabên mirovên cuda yên ku di gotûbêjan de ji bo bidestxistina avantajê bi hevre tevdigerin, di Wîkîpediyayê de weke kuklabaziyê tê binavkirin û ev dibe sedema astengbûnê.
- Heke te rê û rêbazên Wîkîpediyayê xwendibî, êdî tu dizanî bikarhêner çi dikin û bi çi awayî gotaran diguherînin. Wîkîpediyaya kurdî her roj di nava pêşketinê de ye. Niha 87.480 gotarên bi zaravayên dimilî, kelhûrî, kurmancî û soranî yên bi tîpên latînî hene.
Kurterêbera rastnivîsînê ya Wîkîpediyaya kurdî
|
|
Klavyeya kurdî: Kurdî-h • Kurdî-tr (metod ji bo klavyeya tirkî)
--MikaelF (gotûbêj) 21:14, 13 pûşper 2017 (UTC)
Paediatric multisystem inflammatory syndrome (PMIS)
[çavkaniyê biguhêre]@Biyolojiyabikurdi: Bi silav û rêz mamoste, tu çawan î? Gelo tu dizanî "Paediatric multisystem inflammatory syndrome (PMIS)" (pî-em-ay-es) bi kurdî çawa dibêjin? Bimîne di xweşiyê de. --MikaelF (gotûbêj) 12:34, 31 çiriya pêşîn 2020 (UTC)
@MikaelF: Silav, ez heta niha derbarê vê nexweşiyê de rastê tu zanyariyên bi kurdî nehatim e. Lê heke rojek gotarek binivîsîm ezê ji van herdu hevokan yekê bi kar bînim.
Nîşaneya hewkirdina firekoendam li zarokan
Nîşaneya kulbûna firekoendam li zarokan
bimîne nav xêr û xweşiyê de. -- Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 16:08, 31 çiriya pêşîn 2020 (UTC)
- Silav Biyolojiyabikurdi, gelek spas ji bo pêşniyaza te ya wergera kurdî ya navê nexweşiya PMISê. Min îro der barê vê nexweşiyê de ev gotar dît: [1]. Ez li hêviya gotara te dimînim, mamoste... :) --MikaelF (gotûbêj) 17:36, 31 çiriya pêşîn 2020 (UTC)
Wîkîpediya Meha Asyayê/2020
[çavkaniyê biguhêre]- Silav Biyolojiyabikurdî,
- Em te vedixwînin ji bo beşdarîkirina wîkîmaratona Meha Asyayê.
- Wîkîpediya Meha Asyayê pêşbaziyeke Wîkîpediyayê yê salane ye ku pêşdederxistina naverokên asyayê bi zimanên curbicur armanc digire. Her civateke beşdar li ser wîkîpediya xwe û bi zimanê xwe di meha çiriya paşîn de maratoneke wîkiyê (edit-a-thon) bi rê ve dibe. Meqseda vê wîkîmaratonê ji xeynî welatê xwe, çêkirin û pêşxistina gotarên nû ên derbarê mijarên asyayê de ye. Kurdistan û zimanê kurdî jî yek ji welatên Asyayê tê qebûlkirin. Lewma di wîkiyên kurdî de gotarên derbarê Kurdistanê de ji bo vê wîkîmaratonê nayên hejmartin. Beşdarî ne tenê bi welatên Asyayê sînordar e, welatên ne li Asyayê jî dikarin vê maratonê li ser wîkiya xwe li dar bixin û bi vî awayî naverokên di derbarê Asyayê de çêkin an bi pêş bixin.
- Ka were û em di vê maratonê de pevre ala Wîkîpediyayê bilind bikin û gotarên bi zimanê xwe bi pêş bixin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:55, 12 çiriya paşîn 2020 (UTC)
Guhertina girêdana gotarê
[çavkaniyê biguhêre]@MikaelF: Silav, Min gotarek bi navê çermê mirov çê kir û li ser gotarek berê zêdekir. Navê gotara berê “çerm” bû. Min navê gotarê wekî “Çermê mirov” guherand. Divê girêdana gotarê bi gotara enwiki ya bi navê ”Human skin” ve were guhertin. Gelo tu dikarî girêdana gotarê ji “Skin” biguherînî wekî “Human skin”. — Ev peyama bêîmze ya Biyolojiyabikurdi (gotûbêj • beşdarî) ye.
- Silav Biyolojiyabikurdi, baş e, girêdana nivîsarê bû Human skin. Bimîne di xweşiyê de. --MikaelF (gotûbêj) 07:04, 22 kanûna pêşîn 2020 (UTC)
@MikaelF: Mala te ava be.Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 07:07, 22 kanûna pêşîn 2020 (UTC)
Liver failure
[çavkaniyê biguhêre]Silav Biyolojiyabikurdi tu çawan î, baş i? "Liver failure" bi kurdî çi ye? Wîkiya soranî "Sistiya cergê" (Sistîy cerg) bi kar tîne, bi kurmancî heman peyv tê bikaranîn yan na? Bimîne di xweşiyê de. --MikaelF (gotûbêj) 07:18, 5 adar 2021 (UTC)
Silav MikaelF Heke kezeb hin erkên xwe bi cih bîne lê ji bo hin erkên xwe têk çûyî be, mirov dikare bibêjê ko sistiya kezebê rû daye. Mînak berhemanîna zerav (zirav) û fîbrînojen karê kezebê ye. Heke kezeb zeravê berhem bike lê nikaribe fîbrînojenê berhem bike vê gavê kezeb di karê xwe de sist bûye. Lê heke hîç karekî neke wê gavê em dibêjin kezeb têk çûye. Ango mirov dikare li gor rewşê, di nav hevokê de “sistiya kezebê” an jî “têkçûna kezebê” bi kar bîne. Bimîne nav xêr û xweşiyê de.Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 08:46, 5 adar 2021 (UTC)
- Silav Biyolojiyabikurdi, tu her hebî, mamostayê hêja. --MikaelF (gotûbêj) 16:09, 5 adar 2021 (UTC)
Translation
[çavkaniyê biguhêre]I see that you are using English-language sources for your citations in biology/anatomy articles, so can I ask for you to prepare a translation for menstrual cycle? There doesn't appear to be an article on this subject on this Wikipedia, and that's a big lacuna. On English Wikipedia, the article menstrual cycle is about to be the main-page featured article, which means it's one of the best articles on Wikipedia, and all the citations and text should be as good as can be. That should mean that it should be easy to prepare a Kurdî translation and copy over all the images and citations. Of course, the subject is one of the most for important human biology everywhere, so it's a shame that there is no coverage of the subject on Ku.Wiki. I hope you're well, and keep up your good work! GPinkerton (gotûbêj) 17:49, 27 gulan 2021 (UTC)
Silav GPinkerton,
spas ji bo pêşniyara te. Ez niha li ser babetê masûlkeyan dixebitim. Ez gotarên wikipediyayê rasterast wernagerinim kurdî. Her car ji çavkaniyên cor be cor gotarek nû û resen amade dikim. Ezê di rojên pêş de li ser sîstema zayendê jî gotarek binivîsim. Wê demê ezê gotarek derbarê sûra mehî (menstrulal cycle) amade bikim. Bimîne nav xêr û xweşiyêde.Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 20:01, 27 gulan 2021 (UTC)
Zêdekirina zanyariyên şaş li ser gotara Mejî (mejiyê mezin)
[çavkaniyê biguhêre]@Ghybu: Silav,
bikarhênerê “185.84.71.98” bi kurdiyek xirap,hin zanyariyên şaş û bêçavkanî li gotara Mejî (mejiyê mezin) zêde dike. Herwisa tiştên ko ev bikarhêner li gotarê zêde dike hin agahiyên derbarê demaxê mirov de ye,ne ko mejiyê mirov. Min rûpelê sereast kir lê heman kes dîsa li gotarê zanyariyên şaş zêde kiriye. Ji kerema xwe vê bikarhênerê asteng bike bila rûpelê bi vî awayê neguherîne. Bimîne nav xêr û xweşiyê de.Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 10:37, 21 gulan 2022 (UTC)
Dengdan
[çavkaniyê biguhêre]Êvar baş hevalê @Biyolojiyabikurdi: .Tu çawanî ? Başî ? Em dixwazin sernav û kategoriyên du gotaran standard bikin. Mixabin nêrînên me yên cuda hene. Ji ber vê yekê min pêşniyara dengdanê kir.Ez ê kêfxweş bibim ku tu beşdarê dengdanê bibî.Silav û rêz
https://ku.m.wikipedia.org/wiki/Got%C3%BBb%C3%AAj:Dadmend%C3%AE#Barkirina_Dadmend%C3%AE_01-2023 https://ku.m.wikipedia.org/wiki/Got%C3%BBb%C3%AAj:Dadwer%C3%AE#Barkirina_Dadwer%C3%AE_01-2023 Avestaboy (gotûbêj) 18:07, 24 kanûna paşîn 2023 (UTC)
Êvar baş @Biyolojiyabikurdi: Te dengê xwe de ji bo gotûbêja dadmendî/edalet. Gelo tu dikarî li vir jî bêşdar bibî ? https://ku.m.wikipedia.org/wiki/Got%C3%BBb%C3%AAj:Dadwer%C3%AE Avestaboy (gotûbêj) 18:22, 25 kanûna paşîn 2023 (UTC)
Gotina Zelam
[çavkaniyê biguhêre]Silav hevalê @Biyolojiyabikurdi: . Biyolojî pisporiya te ye. Bi dîtina min sernavê gotarê zelam çewt e. Zelam tê maneya zilam. salmezin an gihîştî dê rast be. Avestaboy (gotûbêj) 01:28, 31 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- Silav, @Avestaboy : Em di qonaxên geşebûn û peresînê de ji mirovên nû jidayikbûyî re dibêjin nûza (0-1 mehî), yên 1-12 mehî re dibêjin dergûş, yên 1-12 salî re dibêjin zarok, yên 12-21 salî re dibêjin herzekar. Piştî temenê herzekariyê, heta temenê 65ê mirov wekî “mirovên pêgehiştî”, di salên şûnve jî êdî wekî kalûpîr tên navkirin. Loma divê sernavê gotarê jî wekî “mirovê pêgihiştî” an “temenê pêgihîştî” an jî “pêgihîştî “ be.[[2]] Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 07:42, 31 kanûna paşîn 2023 (UTC)
Roj baş@Biyolojiyabikurdi: . Ez peyva nûza dizanim. Lê min heta niha nizanibû ku meriv ji mirov re jî dibêje dergûş. Heya niha min ew tenê wekî wateya nivînên zarokan dizanibû. Lê min di ferhenga xwe ya dîjîtal de lê nihêrî û tu rast dibêjî. Tu kîjan ji pêşniyarên xwe tercîh dikî? Avestaboy (gotûbêj) 09:11, 31 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- @Avestaboy: Silav, bila "mirovê pêgihîştî "be. Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 11:13, 31 kanûna paşîn 2023 (UTC)
Spasî (2024)
[çavkaniyê biguhêre]--MikaelF (gotûbêj) 09:49, 15 kanûna paşîn 2024 (UTC)
Yekem niqte, dûr ve çavkanî
[çavkaniyê biguhêre]Silav hevalê @Biyolojiyabikurdi, zor spas ji bo xebatên te a kalîtelî. Gelo, min di xebatên te de dît ku tu her cara niqte piştî çavkaniyan nivîs dikî. Wek her zimanên wîkîpediya de, baştir û rast e ku tu yekem niqte bi nivîs bidî û dûrve çavkanî pêk re zêde dikî. Spas ji bo xwendina ve mesaje. Gelek rêz. Ereğlı24 (gotûbêj) 13:34, 17 sibat 2024 (UTC)
- @Biyolojiyabikurdi ev dema te xweş be û gelek spas ji bo gotarên te yên balkêş û rêkûpêk. Di warê niqte û çavkaniyan de, tu baş dinivîsî, yekem çavkanî û piştre bi niqte hevokê kuta dikî, tu rast î û Wikipedia şaş e. Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 09:00, 21 sibat 2024 (UTC)
- Silav hevalê @MikaelF, gotina te teyê kiçar mane? Çawa platforma wîkîpediya şaş e gelo? Di Wîkîpediya standartên nivîsê heye û van li vir mecbûr in. Heger ku mecbûr nebe û biraderê @Biyolojiyabikurdi bi ve nivîsê berdewam bike bi sedan çewtî dibin. Bi kerema xwe standartên wîkîpediya re miqate bin. Spas dikim. 213.162.73.107 12:43, 21 sibat 2024 (UTC)
- Silav @Ereğlı24 Baş e, gelek spas, ez şaş bûm. MikaelF (gotûbêj) 21:26, 21 sibat 2024 (UTC)
- Silav hevalê @MikaelF, gotina te teyê kiçar mane? Çawa platforma wîkîpediya şaş e gelo? Di Wîkîpediya standartên nivîsê heye û van li vir mecbûr in. Heger ku mecbûr nebe û biraderê @Biyolojiyabikurdi bi ve nivîsê berdewam bike bi sedan çewtî dibin. Bi kerema xwe standartên wîkîpediya re miqate bin. Spas dikim. 213.162.73.107 12:43, 21 sibat 2024 (UTC)
Translation request
[çavkaniyê biguhêre]Hello, Biyolojiyabikurdi.
Can you translate and create the article en:Campi Flegrei, which is Europe's only supervolcano, in Kurdish Wikipedia?
Can you translate and create the article en:Laacher See, which is the third most powerful volcano in Europe after en:Campi Flegrei and en:Santorini, in Kurdish Wikipedia?
Yours sincerely, Oirattas (gotûbêj) 20:36, 21 îlon 2024 (UTC)
Sêwî
[çavkaniyê biguhêre]{{Sêwî}} == en:Wikipedia:Orphan --Balyozxane (gotûbêj). 21:42, 23 îlon 2024 (UTC)
- [3]https://drive.google.com/file/d/1zB62ZvQWQfXNK-mZ70ZeDO6cNvLnHbGY/view?usp=drive_link Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 07:32, 24 îlon 2024 (UTC)
- Te fêm nekiriye sêwî çi ye. Xêra xwe sayfeya îngilîzî dîsa bixwîne. Te eynî tiştî bi şebenga ronahiya bînraw jî kir. Wextê min li sayfeya Şebenga karomiqnatîsî lînkeke ber bi şebenga ronahiya bînraw çêkir, problem xilas bû. Îcar divê ji sayfeyeke Wîkiya kurdî lînkeke li ser Bomaweya têkçûnên bezîw ên bi kromozoma X-ê ve girêdayî çekî. --Balyozxane (gotûbêj). 13:14, 24 îlon 2024 (UTC)
- Heyran ji kerema xwe dev ji van tiştan berde. Di gotarê de tû pirsgirek nîne. Min bi karê beredayî newestîne. Tu li ser xebatên min bîlesebeb şablonan zêde dikî. Gava kesek gotarê dixwînê ji ber van şablonan dikeve gumanê ka gelo naveroka gotarê şaş e an kêm e. Her wîsa hin caran jî bîlesebeb şablona "şitîl" li rûpelê tê zêdekirin. Naveroka hin gotarên min ji heman gotara di wîkîpediyaya frensî û ya romî dirêjtir û firehtir e, lê dîsa jî li gotarê şablona "şitîl" tê zêdekirin. Gava em li wîkîpedyaya wan dinêrên şablona "şitîl" lê zêdekirî nîne. Ji ber ko nîvîsên kurdî yên li ser biyolojiyê ne zêde ne, nabe ko standardên wîkîpediyaya înglîzî ji bo wikipediyaya kurdî werin bikaranîn. Divê enerjiya me ne ji bo van formalîteyan, lê ji bo dewlemendkirina naverok û çavkaniya gotaran were xerckirin.
- Ha vaye wîkîpediya jî dibêje ev şablon ne girîng e. Ji kerema xwe bikaranîna vê şablona bêkêr rawestîne.
- "An article is orphaned if no other articles link to it.
- In Wikipedia's early days, editors added Template:Orphan to mark both orphaned articles and articles with relatively few incoming links. The use of the template has since been restricted. It is now recommended to only place the Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 14:07, 24 îlon 2024 (UTC)
- Ev robot e otomatîk dixebite loma ranaweste. Şablon piştî du mehan xwe vedişêre û kes nabîne. Ji bo her gotarê herî kêm lînkek hewce ye. Eger link were çêkirin, robot şablonê Radike. Xwe nexwestîne bila Şablon bimîne --Balyozxane (gotûbêj). 15:41, 24 îlon 2024 (UTC)
tag if the article has zero incoming links from other articles. The template is only shown temporarily, under certain circumstances. Adding this template to any article is not strictly necessary, and many editors prefer to add it only when they believe that the article should be linked from many others.
- Te fêm nekiriye sêwî çi ye. Xêra xwe sayfeya îngilîzî dîsa bixwîne. Te eynî tiştî bi şebenga ronahiya bînraw jî kir. Wextê min li sayfeya Şebenga karomiqnatîsî lînkeke ber bi şebenga ronahiya bînraw çêkir, problem xilas bû. Îcar divê ji sayfeyeke Wîkiya kurdî lînkeke li ser Bomaweya têkçûnên bezîw ên bi kromozoma X-ê ve girêdayî çekî. --Balyozxane (gotûbêj). 13:14, 24 îlon 2024 (UTC)