Gotûbêj:Avahîsaz

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Silav Avestaboy. Ger vê gotarê sererast nakî, ez ê jêbirinê bixwazim. Te google werger bi kar aniye û ti tişt sererast nekiriye. Gelek eyb e. Te çend sed gotar bi vî awayî çêkirin?

En.wiki Nivîsa Avestaboy Google Werger
An architect is a person who plans, designs and oversees the construction of buildings. To practice architecture means to provide services in connection with the design of buildings and the space within the site surrounding the buildings that have human occupancy or use as their principal purpose. Avahîsaz ew kes e ku plansazkirin, sêwirandin û çavdêriya avakirina avahiyan dike.Pratkirina avahîsazî tê wateya peydakirina karûbaran di girêdanekê de bi sêwirana avahiyan û cîhê di hundurê cîhê ku li derdora avahiyên ku dagîrkirina mirovan an jî wekî armanca wan a bingehîn bikar tînin peyda dike. Mîmar ew kes e ku plansazkirin, dîzaynkirin û çavdêriya avakirina avahiyan dike. Pratkirina mîmarî tê wateya pêşkêşkirina karûbaran di girêdanekê de bi sêwirana avahiyan û cîhê di hundurê cîhê ku li dora avahiyên ku dagîrkeriya mirovan heye an jî wekî armanca wan a bingehîn bikar tîne pêşkêşî dike.
The professional requirements for architects vary from place to place. An architect's decisions affect public safety, and thus the architect must undergo specialized training consisting of advanced education and a practicum (or internship) for practical experience to earn a license to practice architecture. Pêdiviyên pîşeyî yên ji bo avahîsazan ji deverek cihê cûda dibe. Biryarên avahîsazek bandorê li ewlehiya giştî dike, û ji ber vê yekê avahîsaz pêdivî ye ku perwerdehiya pispor a ku ji perwerdehiya pêşkeftî û staj  pêk tê ji bo ezmûna pratîkî derbas bike da ku destûrek ji bo pratîkkirina avahîsaziyê bidest bixe. Pêdiviyên pîşeyî yên ji bo mîmaran li cîhek cihê cûda dibe. Biryarên mîmarek bandorê li ewlehiya giştî dike, û ji ber vê yekê mîmar pêdivî ye ku perwerdehiya pisporî ya ku ji perwerdehiya pêşkeftî pêk tê û praktîkumek (an navberê) ji bo ezmûna pratîkî derbas bike da ku destûrnameyek ji bo praktîzekirina mîmariyê bistîne.
Practical, technical, and academic requirements for becoming an architect vary by jurisdiction, though the formal study of architecture in academic institutions has played a pivotal role in the development of the profession as a whole. Pêdiviyên pratîk, teknîkî û akademîk ên ji bo bûyîna avahîsaz li gorî dadrêsiyê diguhere, her çend xwendina fermî ya avahîsaziyê li saziyên akademîk di pêşkeftina pîşeyê bi tevahî de rolek girîng lîstiye. Pêdiviyên pratîk, teknîkî û akademîk ên ji bo ku bibin mîmar li gorî dadrêsiyê diguhezin, her çend xwendina fermî ya mîmariyê di saziyên akademîk de di pêşkeftina pîşeyê bi tevahî de rolek girîng lîstiye.

--Balyozxane (gotûbêj). 18:11, 9 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav@Balyozxane:Heval tu dikarî min rexne bikî lê ji kerema xwe dev ji zimanê tund û bêhurmetî berde. Ji kerema xwe ji bîr neke ku ez û bikarhênerên din li vir bêpere dinivîsin. Zimanê me zimanekî stemkirî ye û çavkaniyên kurdî pir kêm in. Ji kerema xwe motîvasyona bikarhêneran xirab neke. Ez ê gotarê sererast bikim. Avestaboy (gotûbêj) 18:29, 9 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

@Avestaboy Temam, min efû bike min ferq nekir ku zimanekî tund bi kar anî. Dema Wergera Googlê a nesererastkirî dibînim, ew gelek tesîr li min dike. Te gotibû tu yê Têlemaxos jî sererast bikim lê te nekir. Ez dikim jê bibim, min bibore. --Balyozxane (gotûbêj). 18:37, 9 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Carinan ez gotarekê hinekî dereng sererast dikim. Berî her tiştî divê ez gotarên xwe yên pir kevn serast bikim. Wê demê kurdiya min ne baş bû. Ez ji Bakurê Kurdistanê me û ji ber zilmê em bi hev re nîvî kurdî û tirkî diaxivin ( Tirkmancî ) Avestaboy (gotûbêj) 18:46, 9 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy Hevalê ezîz, ez jî bakurî me. 4 sal berê qet kurdî nizanibûm. Lê belê min kedekî mezin da ji bo ku hîn bibim. Mixabin xuya ye îro jî kurdiya te ne rind e loma bi ya min pêşî divê hînî kurdî bibî dûre werî nivîsî baştir e. Bêyî kurdiyeke xurt, tu zirarekî mezin didî wîkiyê û zimanê me. Ez ê vê gotarê bar bikim rûpela te. --Balyozxane (gotûbêj). 18:52, 9 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Pirsgirêk ew e ku ji bo gelek tiştan peyvên kurdî tune ne an jî gihêştina hemî çavkaniyên kurdî tune. Ji bo ferheng û pirtûkên kevin ên bi kurdî ez carinan neçar dibim ku herim pirtûkxaneya bajêr. Mesela zimanê kurdî ji zimanê ketalanî zêdetir tê axaftin. Dîsa jî gelê ketalan ji kurdan bêtir xwediyên çavkaniyanin.Her kes dikare bi çavkaniyan bêşdarê Wîkîpediyayê be. Pirsgirêk ev e ku tewra çavkaniyek çewt be jî. Min di Wîkîpediyaya almanî de jî çewtî dît. Avestaboy (gotûbêj) 19:45, 9 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy Min fêm nekir tu çima behsa çavkaniyan dikî? Yanî dibêjî kitêb tine loma nikarî kurdiya xwe bi pêş bixî? --Balyozxane (gotûbêj). 19:54, 9 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: Li ser mijarên curbecur materyal tunin. Ferheng ne bê çewtî û ne jî standardkirî ne. Dema ku ez dixwazim li ser fîlmên bi kurdî dublajkirî gotaran binivîsim çavkaniyên min tunin û Wikipedia jî bi çavkaniyan dixebite. Berê min malpera Kurd 1 wek çavkanî bi kar anî, Kurd 1 lê ji ber sedemên aborî weşana kanalê û malperê rawestand. Avestaboy (gotûbêj) 21:17, 9 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

@Avestaboy Hevalê ezîz, ez behsa xeletiyên nivîsînê dikim. Ez dibêjim te ev gotar qet û qet sererast nekiriye. Tu çima behsa çavkaniyan dikî? Zimanê çavkaniyê ferq nake. Bila inglîzî, almanî yan tirkî be lê belê bila bi kurdiyeke rêkûpek be. Ne kurdiya Googlê. Temam mixabin kurdiya min jî ne ji sedî sed rast e, ez jî gelek xeletî di nav nivîsên xwe de dikim lê belê dîsa jî, ez bi qasî ji destê min tê, sererast dikim û bêyî sererastkirinê naweşînim. Ji kerema xwe dev ji Google Wergerê berde yan jî bi awayekî baş bi kar bîne. --Balyozxane (gotûbêj). 21:33, 9 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]