Gotûbêj:Enstîtûya Zimanê Klîngonî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Enstîtûya Zimanê Klîngonî[çavkaniyê biguhêre]

@Avestaboy, @Penaber49, @Gomada, @Balyozxane, @Bikarhêner Silav li ser we, bi dîtina min, Enstîtûya Zimanê Klingon bêtir e. Mirov dizane Klingon çi ye, lê Klîngonî? Inglîzaxiv, ez bizanim, Klingonish, Klingonese, Klingonian nabêjin, zimanên ez pê dizanim, Klingon e.. ramanên we di vî warî de çi ne? Ido, esperanto, interlingua, lingua franca nova, volapük... zimanên navneteweyî ne, navên çêkirî ne. MikaelF (gotûbêj) 19:46, 17 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav MikaelF, di derbarê navê vê zimanê zêde agahiya min tineye, wek ku tu dibêjî jî dibe. Penaber49 (gotûbêj) 19:54, 17 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF, Penaber49, Gomada, Ghybu, û Balyozxane: Merheba hevalino. Bi dîtina min, ev yek tercîhek e. Lê ev tercîh ji aliyê zimannasên Komxebata Kurmanciyê ya Weqfa Mezopotamyayê ve wekî "gel/netewe + î" hatiye kodkirin. Forma "zimanê klîngon" an "zimanê x" forma bikaranîna sifatan e, wekî "zimanê serdest", lê di navên zimanan ne rengdêr in, lewma bi min divê qertafên navdêriyê werbigirin. Lewma bi min jî divê li dawiya zimanan "-î" hebe. Ev yek bi qasî ku tê bîra min di çendîn nimûneyên ji ferhenga Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî ya koma M. Malmîsanij û yên din de jî wekî min li jor behs kiriye derbas dibe, wekî nimûne esperantoyî. Piştî ku min li wê ferhengê jî nêrt, ez ê nimûneyên vê berfirehtir bikim. -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:03, 18 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner, Avestaboy, Penaber49, Gomada, Ghybu, û Balyozxane: Ev dema we xweş be, hûn çawan in? Hin zimanên din ên çêkirî û pidgin û kreyolî hene, wek esperanto û klingon, ku navên wan jî taybet in û bi dîtina min nayên kurdîkirin. Çend ji wan ew in: fanagalo, krio, crioulo, Fa d'Ambu, ido, interlingua, interlangue, uropi, tok pisin, unserdeutsch, communicationssprache û hwd. Di gotarên formel û ensîklopedîk de mirov nabêje esperantoyî, klîngonî, tok pisinî, unserdeutschî, înterlînguî, komunîkasyonsspracheyî; lê belê, bi ya min, zimanê esperanto, zimanê klingon, zimanê tok pisin, zimanê unserdeutsch, zimanê interlingue, zimanê communicationssprache... Silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 08:46, 20 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Roj baş hevalê @MikaelF ji bo Esperanto û zimanên din ez heq û maf didim te . Ema peyva Klîngonî ewqas ecêb nîne . Bi almanî jî navê ziman Klingonisch an jî Klingonische Sprache ye. Bi tirkî jî navê ziman Klingon dili an jî Klingonca tê bikaranîn. Bi swêdî Klingonska
tê gotin. Bi bretonî Klingoneg tê gotin . Ez dikarim bi zimanên din jî dewam bikim. Jixwe navê xwemalî bi klîngonî tlhIngan Hol û ne Klingon e. Yanî ku tu navê orîjînal daxwazî paşê gereka sernav bibe tlhIngan Hol û ne Klingon . Avestaboy (gotûbêj) 09:08, 20 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Birêz @Avestaboy, temam, ez fem dikim. nuqneH! :) MikaelF (gotûbêj) 11:51, 20 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF Qapla ! Avestaboy (gotûbêj) 13:39, 20 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]