Gotûbêj:Europê

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Europê an Ewropa ?[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalno @MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Mehk63: @Gomada: ,@Penaber49: , @Bikarhêner: @Ahmetbeg:

.Belkî hûn dizanin ku parzemîna Ewropa navê xwe deyndarê fîgurê mîtolojîk Europa kir ye. Niha ji parzemînê re bi kurdî Ewropa tê gotin û ne Europê . Ez ne zimannas im lê bi ya min divê navê gotarê Ewropa ( mîtolojî ) be. Belkî Ewropê jî rast be. Gelo hûn çawa difikirin ? Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 10:30, 28 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav Avestaboy, belê, bi inglîzî, navê parzemînê Europe ye, lê navê mîtolojîk Europa ye û heke ez ne çewt bim, transkrîpsiyona ji latînî ye. Europê, transkrîpsiyona ji yewnaniya kevnar e; -ê mê ye, wekî di kurdî de, Gulê, Rindê, Xecê û hwd. Bi giştî, li gorî toreya edebî ya inglîzan, navên mîtolojiya yewnanî bi transkrîpsiyona latînî ya navan tên nivîsîn, lê bi kurdî toreya edebî ya wisa tune ye, ji bo vê hingê bila em ji yewnanî transkrîbê bikin. Ne hewce ye navên Ewropa û Europê yek bin. Eva ha ramana min e. Silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 11:23, 28 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Derbarê Eu-, Ew- di destpêka navan de mirov dikare bi vî awayî transkrîbê bike:
Eu- + dengê konsonant = Eu-: Euklês, Europê, Eumenês...
Eu- + dengê vokal = Ev- Ew- : Evangelos/Ewangelos, Evergetês/Ewergetês, Evîos/Ewîos... --MikaelF (gotûbêj) 11:42, 28 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]