Gotûbêj:Mîkroskop

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Gotûbêj:Hûrbîn hat beralîkirin)

Barkirina Hûrbîn 03-2024[çavkaniyê biguhêre]

Gotûbêja li jêr hatiye arşîvkirin. Ji kerema xwe re neguhêrin. Heke nîqaşeke nû li ser vê mijarê hewce be, gotûbêjeke nû li dar bixin.

Dengdan di 11 adar 2024 de dest pê kir û di 18 adar 2024 de bi dawî bû.
Hat barkirin.   2 (%67)  1 (%33)  0 (%0)

Sedem: Hûrbîn gelek kêm tê bikaranîn. Mîkroskop baştir e. ----Balyozxane (gotûbêj). 20:46, 11 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]

Deng[çavkaniyê biguhêre]

  1. Mîkroskop ----Balyozxane (gotûbêj). 06:52, 15 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
  2. Hûrbîn ----Avestaboy (gotûbêj). 20:46, 11 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
  3.  Bêalî --MikaelF (gotûbêj) 07:32, 15 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
  4. Mîkroskop -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:53, 16 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj[çavkaniyê biguhêre]

Pîng: @MikaelF, Ghybu, Avestaboy, Gomada, û Bikarhêner: @Penaber49, Biyolojiyabikurdi, Ferrus, û Guherto: @Ehmedbeg û Rewiye tine:--Balyozxane (gotûbêj). 21:03, 11 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]

Êvar baş hevalê @Balyozxane. Bi helwesta min her sê peyv hûrbîn, hûrdebîn û mîkroskop rast û derbasdar in . Peyva hûrbîn bi rastî jî tê bi kar anîn ( binêrê vê vîdeyoyê ) . Her wiha tu dikarî hemû vebijêrkên din ên dengdanê bi tîpên stûr binivîsî ?
https://m.youtube.com/watch?v=aUP7R9pLRcI
Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 21:29, 11 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
Silav @Avestaboy. Kes nabêje ne derbasdar in. Ji aliyê bikaranînê ve mîkroskop zêdetir tê bikaranîn. Di dengdanê de tenê forma ku tu dixwazî stûr dinivîsî. Format wisa ye --Balyozxane (gotûbêj). 21:35, 11 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane
Ji aliyên mirovên ne xwende mîkrofon
zêde tê naskirin. Ji ber ku tirk û gelên din vê peyvê bi kar tînin. Ez naxwazim ema zimanê medyayî û zanayan jî paşguh bikim . Min li ser googlê mixabin ti çavkaniya orjînal ji bo peyva mîkroskop , mîkroskopê hwd. ne dît . Gelo çavkaniyên çapkirî çi dibêjin ?
Ez nizanim ku kîjan peyv serî de di zimanê kurdî de hebû.Gelek peyvên ewropî mesela bi riya Osmaniyan an jî bi taybet ji aliyên Kemalîstan derbasê zimanê kurdî bûne . Lewma em carinan peyvên kevn jî wek peyvên çêkirî dihesibînin . Avestaboy (gotûbêj) 22:00, 11 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy Te baş lê nenêriye. Dîsa lê bigerî tu yê bibînî. Gelek gelek tên bikaranîn. Hûrbîn bi gelemperî bi maneya "kesa bi detay li tiştekê dinêre" hatiye bikaranîn. Di hemû ferhengên ku hûrbîn derbas dibe, mîkroskop/mikroskop/mîqroskop jî derbas dibin. Mixabin tu her kelîmeya çêkirî re dibêjî "peyveke kevn". --Balyozxane (gotûbêj). 22:12, 11 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane
Min aniha ji bo peyva mîkrosqop çavkaniyên serhêl dît . Ema ji bo peyva mîkroskop
tenê malperên ku bi bernameyên wergerê hatine nivîsandin. Ez jî dizanim ku peyva mîkroskop di ferhengên kurdî de heye. Min wê red nekir. Her wiha min tenê got ku li ser etîmolojiya peyvên kurdî çavkanî kêm in. Wîkîferheng jî bi kêmasî ye. Her wiha tu wisa jî binêrî paşê peyva mîkroskop jî peyveke çêkirî ye (mîkros û skopein). Ji ber ku ew alet di xwezayê de tune. Avestaboy (gotûbêj) 22:48, 11 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy Ji kerema xwe re agahiyên xelet bi zanebûnî nede. bianet, pirtukakurdi, kurdshop, aa, zinarala, tirsik, rudaw, anf hîn zêdetir hene lê tercimeyên makîneyê gelek qelabalix çêdikin. --Balyozxane (gotûbêj). 22:56, 11 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]

Em dîsa gotûbêjeke li ser peyvan dibînin. Cara din hin kes gotibûn "pir hatin zanîn" ji bo me krîter e, lê li vir bi awayekî cuda deng dane. Ev jî nakokîyeke derdixe holê. Çi peyvek ji alîyê xelkê ve zêdetir were zanîn, ji bo hînbûn, hînkirin, berbelavkirin û bipêşxistina kurdî rehettir be, hin kes li dijî wê ne û wekî ku her daîm dibêjim ew kes ji praktîkê dûr in. Pir eşkere ye kelîmeya "mîkropkop"ê him ji ber hatin emilandina di zimanê îngilîzî de him jî ji ber hatin emilandina di zimanê tirkî de zêdetir tê zanîn û di praktîkê de zêdetir li kar e. Lewma em "mîkropkop"ê tercîh bikin baştir e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:53, 16 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêja li jor hatiye arşîvkirin. Ji kerema xwe re neguhêrin.