Gotûbêj:Kîev

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Navê rûpelê[çavkaniyê biguhêre]

Hêja @MikaelF bê gotûbêj navê vê rûpelê guhertiye. Di kurmancî de forma "kyîv" nîne û heke yek li înternetê bigerê hema bêje hîç nayê bikaranîn. Forma "kyiv" (bi nivîsandina kurmancî: kiîv) ya ûkraynî ye ko xelkên îngilîz ji xwe re neqandine ye (ew jî berê digotin Kiev). Di zimanê îngilîzî de xebatek heye ko navên cihan ên heyî bi navên ko di zimanê wî cihî de têne bikaranîn biguherin lê ev di bêhtirê zimanan de naqewimê û di ḧalê kurmancî yê îro de ez ẍelet dibînim ko em bikevine pey vî tiştî (Ya rastî ez xebatên wilo wekî dî jî ẍelet dibînim lê ev tenê fikrê min e).

Heke me wilo fikirîba naxwe divê me navê bajarên tirkan jî bi tirkî gotibane lê em nabêjin "Ankara", em dibêjin "Enqere" etc. Pêşniyara min navê "Kiyev" e ji ber ko wilo tê bilêvkirin lê heke di înternetê de (ji ber nezaniyê) "Kîev" bêhtir werê bikaranîn ew jî çêdibê. Guherto (gotûbêj) 20:01, 8 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]

@MikaelF û Guherto: Kîev navê ku zêdetir tê bikaranîn e. Herwiha Kyîv forma nivîsa zimanê ûkraynî ye feqet bilêvkirina Kyîv bi kurmancî pir zehmet e...--Ghybu (gotûbêj) 14:34, 10 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto û Ghybu: hûn çawan in, baş in? Baş e :) li min biborin, Kiyêv, Kiyev, Kîev jî baş in. Silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 15:29, 10 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: gelo tu sernavê gotarê dîsa bikî Kîev ji kerema xwe re. Spas. --MikaelF (gotûbêj) 15:33, 10 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]