Gotûbêj:Kîvroşka Amerîkî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

@Penaber49: Ez goman ji te dibim, ji te dixwazim kû bi hûrrî ji bo min rûnbikî sedamên xirabiya nivîsandina gotara min bi kûrdî çîye. Pişt rast be di demên bê de, Ez dê bê bersiv nemînim. Rojhat92 (gotûbêj) 20:28, 14 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]

@Penaber49: Bi dîtina min, şitileke kurt e, lê derbazdar e. Penaber49, Rojhat92 xebatkareke/î nû ye û divê tu alîkariya wê/wî bikî. Mandî nebin. --MikaelF (gotûbêj) 21:44, 14 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav MikaelF ji bo ku Rojhat92 kêmasiyên xwe serrast bike min li ser gotûbêja wî jê re gelek nivîsiye lê mixabin min hewlek wî yê sererastkirinê nedît. Hemî gotarên wî jî ez serrast dikim. Silav Rojhat92, wisa dixuyê ku kurdiya gelek qels e. Ji ber sîstema dagirkeran ez vê yekê normal dibînim lê ku mirov dema xebatek di warê zimanê kurdî de meşand ku mirov roj bi roj kêmasiyên xwe serrast neke ev kêmasiyek mezin e. Hewlên min ji bo xêra te ye ne ji bo zirara te ye. Ji bo ku tu li vir serkevtî bibî divê tu hevalên ku bi salan e li vir dinivîsin binêrî ka ew çawa gotar dinivîsin, daxuyaniya despêka gotarê çawa despêdikin, naverokan bi zimanek zelal çawa dinivîsin, Agahîdankan çawa bikartînin divê xwe roj bi roj fêrê maddeyên ku ez behs dikim bikî. Ya din pêşî gotarekî xwe bi awayekî baş têkûz bike başê derbasî gotarek din bibe. Ew dem tu êdî baş fêr dibê û li pey xwe gotaren kirêt nahêlî. Penaber49 (gotûbêj) 05:00, 15 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
Min goman ji te nîne, lê gomana min ji kesên dine ku çawa rê didin kesek wek te ku ew qasî şaşiyan der haqên Havalan de dikî û kes nîne bi axife. Herwesa gelek heval ji ber te dev ji nivîsandina gotaran Berdane . Min gellek gotûbêjên hevalan dîtin, Ew gotûbêjên ku tu têde li ser wan axivî, her heman tişt te ya digel wan jî kirî.
{Gava hez kirin kêm dibe qisûrr zêde dibe} te niyatek xirab heye û bi hêcatên bê raman, tu hevalan ji wikipediya kurdî dûr dikî û di bêjî wan
  1. Gotar te kurt e. Û hek dirêj jî be, dê bêjî a dirêj e.
  2. Bê çavkanî ye.
  3. zaravê te ya filan bajarî ye.
  4. Wergerandin te, yekser ji Google ye.
  5. Hud.............
Rojhat92 (gotûbêj) 06:48, 17 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav û rêz, @Rojhat92: tu çawan î? Me bêhna te teng kiriye, li me bibore. Ez bendî gelek gotarên balkêş li ser kîvroşkan dimînim. Spas û qewet be. MikaelF (gotûbêj) 12:24, 17 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav Rojhat92, te nav nenivîsiye ez bawerim ku tu ji bo min wiha hêrs bûyî :) Ji ber ku te nû dest bi wîkîpediyayê kiriye li hemberî pêşniyar, paşvegerandin heta daxwaza jêbirin gotaran divê tu bêhn fireh bî. Beriya wîkîpediyayê xebatên min ên ji bo zimanê kurdî li ser platformên curbicur hebûn. Jiber ku wîkîpediya namîne tu platformê, li gel van hemî xebatan dema ku ez hatim li vir min jî gelek zehmetî kişand. Rastî rexneyên hevalan hatim, gotarên hatin jêbirin min dîsa bêhna xwe ji kesî re teng nekir. Min guh da hemî rexne û pêşniyarên hevalên ku bi salane li xebatên xwe didomînin, jiber ku min dizanî hevalên li vir hemî ji bo ku dixwazin ez xebatê xwe baştir bikim rexne dikin. Li hemî wîkîpediyan û li wîkîpediya kurdî hemî kar û xebat bi awayekî hevpar tê birêvebirin. Kêmasiyên mezin li tu derê naye qebûlkirin û li hemî wîkîpediyan yan tê guhertin yan jî tê jêbirin divê li hemberî bertekên wiha bêhn fireh bî roj bi roj çewtiyên serrast bikî. Mirov bi vî awayî serkevtî dibe. Dema ku te gotarak li wîkîpediya kurdî nivîsî li wîkîpediyan tirkî îngilîzî almanî binêre ew bi kîjan awayî gotaran dinivîsin tu jî bi vî awayî heman gotarê li vir binivîse. Li wîkîpediyayê rê û rêbaza nivîsandina gotaran heye ji ber vî yekê ev naye vê wateyê ku mirov nivîskarekî virt û vala yan jî bêserûber binivîse û wisa bihêle. Divê heya ku ji destê mirov tê mirov gotarên xwe baştir binivise. Minak dema ku ez gotarek li vir dinivîsim bi her awayê ez gotara xwe ji gotara li ser wîkîpediya tirkî çêtir dinivîsim. Mirov bi vî awayî serkevtî dibe. Bawer bike ez gelek dixwazin ku tu li ser wîkîpediyayê gelek serkevtî bibî. Penaber49 (gotûbêj) 12:48, 17 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav Rojhat92 tu îdda dikî ku min hinek kesan ji wîkîpediyayê dûr xistiye ji kerema baş lêkolîn bike ev ne rast e. Di nava heyama çar salan de tenê bi yek kesî re pirsgirêkên min çêbûn. Ew jî ji bo xebatên wî çewt, propaganda û alîgir bû. Li ser wîkîpediyayê paropaganda û alîgirî qedexeye. Ew kesê ku ez behs dikim ji bo li wir jî bibû pirsgirêk bi caran ji wîkîpediyayên almanî, îngilîzî jî hatibû astengkirin. Herî dawî li vir jî şaşî û xebatên xwe propaganda zêdekir min van yekan qebûl nekir tenê pirsgirêk ev bû. Ew kesên ku ez behs dikim îro 2 profîlên wî yên ku ji bo xirakirina vekiribû hate astengkirin.Penaber49 (gotûbêj) 13:18, 17 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
Penaber, Tu ne axaftvanekî resan û xwemalî yê kurmancî zimanî, Kako nivîsandina te baş diyar dibe ku zimanê dayika te ne kurmancî ye, tu bi awayekî dinvîsî ku hiç axaftvanekî kurmanc wesa ne axivin û ne nivîsînin, ez nizam çawa ji bo te ron bikim. Nivîsandina te çend ji hêla Grammarê be ya durist jî be, lê belê gelek hevokên te yên ne xumalî têde hene ku di ziman de wesa nahên bikarînan û her kes dizane ku kurmanciya te ne xwemalî ye.
Mînek
Te li derekê nivîsandî ye {Nivîsandina te ya kirêt e} kirêt wek "adjective" ya teybet bi mirovan veş bi hîç awayî tu nikarî derbirîn wê bi wî rengî bikî. Me {mirovekî kirêt e} {nivîseke ne durist e} ji bo nivîsandinê tu dikarî peyvên wek nivîseke (ne durist e, ne rast e) nikar bînî. Û gelek şaşiyên din yên ku di kurmancî de wesa neyên gotin tu bikar dînî lê min tenê ev kire mînak, hewran gelek cara tu şaşiyan dikî dema bikarînan nêr/mêyan de wek {a,ê} mînak (gund-ê min) ne (gund-a min). Vêca lawme hêvî dikim ku bala xwe ji endaman veke. Bi teybetî yên ji nû dihên. Tû kar û xebatên xwe bike mala te eva, ma çî çolê te bi wane ku çawa dinivîsin kesên din hene li vêr yê kurmancîya wan baş dikarin şaşiyan wan durist bikin û harîkar bin digel wan.lewakdev ji wan berde çunîî k kurmancîya te bi xwe jî kêmasî xwe hene û di hindek hevokan de neya durist. Rojhat92 (gotûbêj) 20:54, 17 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
têbînî hinek peyv bi şaşî hatin nivîsandin ji sedam keybortê min bû. auto write bû min agah jê nebû. niha min auto write rakir. Rojhat92 (gotûbêj) 21:04, 17 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
Spas @Rojhat92: can. Di kîjan hevokê de min şaş nivîsiye nizanim. Lê ji bo rexne ya te ez kêfxweş bûm ezê ji vir pê de êdî ha ji peyvên nêr û mê hebim. Kurmanciya min kurmanciya serhedê ye. Herêma ku ez lê jidayîkbûme kurmanciya herî zelal li wê herêmê tê axaftin. Ev ji bo min avantajeke gelek hêja ye. Ligel vê yekê heya ku ji destê min tê ez peyvên standard bikar tînim. Mînak peyva xwedî li gorî devoka min xweyî ye ez xweyî bikar nayînim. Çend mînakên din ên bi vî awayê hene. Pêşveçûna wîkîpediya kurdî pêşveçûna zimanê kurdî ye. Em çiqas xebatên baş û serkevtî derxin holê ewqasî baştir dibe. Penaber49 (gotûbêj) 21:30, 17 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
her hebî supas. Tu bi kîjan devokê binivîsînî ne pirsgirêke, wikipediya englîzî yek inglîzî ye û australî û Amerîkayê û biratanî tê da her yek bi gorî zaravayê îngilîzîya welatê xwe dinivîse çûnkî wan jî cudahiyên zaravayî hene. bes weke min gotî nivîsîna te hindek ne xwemalî tê de hebûn. li dawiyê kesê bê kêmasî nîne û ya giring ewe mirov ji layê xêr be. Rojhat92 (gotûbêj) 21:46, 17 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]