Gotûbêj:Keleha Dîlokê

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Warê Kurdistan[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalê hêja @Avestaboy, min daxwaz ku pirs bikim gelo ma Dîlok bêşekî bakurê Kurdistanê ye? Ji bêr ku min dît ku te Kategorî Kelehên Kurdistanê li ser gotar zede kir. Sipas. الحكم الكردي (gotûbêj) 17:31, 18 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

@الحكم الكردي Sînorên Kurdistanê ne diyar in ji ber ku Kurdistan ne dewleteke serbixwe ye. Mehabad jî girêdayî parêzgeha Azerbaycana Rojava ye û ji aliyê kurdan ve wek beşeke Rojhilatê Kurdistanê tê hesibandin. Silav @MikaelF, @Ghybu , @Gomada û @Penaber49 hûn çawa li ser mijarê difikirin ? Avestaboy (gotûbêj) 20:37, 18 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Qey jî ji bêr ku bajar û navçeya Mehabadê di piraniya gelhe de jî kurd in. Lê gorî zanyarê min Dîlok ne bajareke kurd e, hindekariya kurd di bajar bi gorî peşbînîkirina min derdora %15 ne. Hûn çi difikirin? الحكم الكردي (gotûbêj) 21:31, 18 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Di gotara li ser Dîlokê de wisa hatiye nivîsandin: Dîlok (bi tirkî Gaziantep, kurt jî Antep) bajarekî li Bakurê Kurdistanê ye.Nexşeya gotara Bakurê Kurdistanê jî Dîlok wek bajareke Kurdistanê dijimire . Bi her awayî bawerî bi çavkaniyên Tirk nayê kirin. Ji bo dewleta Tirk hemû welatî tirk in. Kesî negot ku li Dîlokê tirk tunin. Li gel gelek kurdan tu nizanî ku ew kurd in ji ber ku di jiyana rojane de pir bi tirkî diaxivin. Avestaboy (gotûbêj) 22:14, 18 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav الحكم الكردي, Kurdistanê welatek e ku kurd lê dijîn ne dewlet e. Erdê ku niha tirk lê dijîn ne erdên wan bû bi zorê xwemaliyan derxistin yan jî asîmîle kirin. Tixûbên Bakurê Kurdistanê kurd ji Sêwasê Mereşê û ji çend navçeyên Xetayê despêdike jiber ku demek hebûna Kurdan li van deveran gelek bû. Niha bi awayekî sîstematîk dewlata tirk ji welatên din tirkmen an jî etnîkên din aniye û li bajarên wekê Dîlok, Mereş Navçeyên Sêwasê yên kurd, Xarpêt Meletî, Semsûr, Ezirgan û Erziromê bicih kirye. Mînak Kurdên Semsûrê sirgûnê Anatoliyaya navîn kirina û li cihê wan tirkmena bicih kirine. Kurdên Mereşê di nav 50 salên dawiyê de bi awayekî sîstematîk şandine Ewropayê û li cihê wan Tirkan bicih kirin. Herî dawî bi kumkujiya Mereşê gelek kurdên elewî hatin kuştin û hatin sirgûn kirin. Dewleta tirk di her firsetê de guhartina etnîkî li Kurdistanê pêk tîne. Jibo tixûbên Kurdistanê divê em çavkaniyên dîrokî bikarbînin. Îro li gelek bajarên Kurdistanê mînak Meletî Xarpêt Dîlok Erzingan Erzirom Gurgum Kinikan tirk hatine bicihkirin ev bajar dîsa jî bajarên Kurdistanê ne. Penaber49 (gotûbêj) 05:10, 19 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]