Gotûbêj:Makeşar

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Silav @MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Gomada: @Penaber49: Gelo hûn dikarin peyvên makebajar û beralî bikin ? Herdû hemwate e . Ji ber ku kesê ku metropol dinivîse vê gotarê jî bibîn e . Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 16:41, 4 nîsan 2022 (UTC)[bersiv bide]

@MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Gomada: @Penaber49: ?? Avestaboy (gotûbêj) 09:55, 5 nîsan 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav Avestaboy Peyvên ders û makebajar hevwate ne? Li gorî kîjan çavkanî?--Ghybu (gotûbêj) 13:13, 5 nîsan 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Ghybu:Min ji bo çewtiya min biborîne ! Min ne dixwast zêde binivîsim .Lewma min pirsa xwe ji bo wane û ders kopîkirî bû û bi çewtî peyva wane ne guherand. Min aniha çewtiya xwe sererast kir . Makebajar û metropol hemwate ne. Avestaboy (gotûbêj) 13:21, 5 nîsan 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Avestaboy:, @Ghybu:, @Xwedêda:, @Gomada:, @Bikarhêner: hûn çawan in? Dîtina we li ser bikaranîna peyva "makebajar" çi ye? Bi ya min, "metropol" ne peyveke biyanî ye, hindûewropî ye, navdewletî ye û kurdî ye. ""Makebajar" ji aliyê kê ve û kengî hatiye afirandin? Bila sernavê gotarê "metropol" be. Bi silav û rêz --MikaelF (gotûbêj) 18:25, 5 nîsan 2022 (UTC)[bersiv bide]

@MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Gomada: @Penaber49:‎ Wîkîpediyaya zazakî bacari û Wîkîpediyaya danîmarkî Storby dinivîsin. Heger di zimanê xwe de peyva te xwe he be ji peyva biyanî çêtir e. Wekî din, heke hûn di Google-ê de têkevin metropolê, hûn ê bi zimanên cûda encam bistînin. Li makebajar tenê bi kurdî he ye . Peyva makebajar wergera peyva yewnanî metropolîs e . Bi tirkî mesela him peyva metropol him jî peyva anakent tê bikaranîn. Digel vê yekê zimanê kurdî ji zimanê yewnanî zêdetir xwedî axêver e.Îcar ez fam nakim çima divê em peyva yewnanî li ser peyva kurdî hilbijêrin?Li derve welatê jî bi navê Metropol gelek avahî hene. Bi peyva makebajar re mirov dikare baştir ji hev cuda bike. Her wiha gelek peyv bi make he ne wek mînak makezagon , makekart hwd . Ez ji ramana te re rêzdar im Mikael. Lê ez bixwe difikirim makebajar sernavê çêtir e. Werin em hemû di nava aştiyê de bi hev re gotubêj bikin. Avestaboy (gotûbêj) 19:01, 5 nîsan 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav Avestaboy, Bi dîtina min zêde navê gotaran neyên lîstin an guhertin êdî çêtir e. Peyva Mak ku tu jî dizanî di zimanê kurdî jibo zindîweran tê bikaranîn. Mak û bajar bi dîtina min hinek ecêb e. Di zimanê tirkî de jî anakent ji hezarê yek yan tê bikaranîn yan nayê. Kurdî bixwe zimanêkî Hindû-ewropî ye di gelek peyvên zimanên ewropî û kurdî nêzîkî hevdû ne. Em dikarin zimanê kurdî li ser peyvên zimanên ewropî jî pêşbixin. Yanê ne hewce ye ku em ewqasî bişidînin. Penaber49 (gotûbêj) 20:40, 5 nîsan 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Penaber49: Jixwe min vê gotar bi xwe li sernavê Makebajar nivîsandi bû û paşê ew hat guhertin ( rûpêlçeker ez bûm ). Rast e ku kurdî zimanê îranî di nav zimanên hindûewropî de ye. Lê zimanê kurdî û yewnanî îro zimanên cuda ne . Tenê jêdera wan pir dûr wek hevin . Mesela bi kûrdî peyva îranî bername û peyva yewnanî program he wek hemwate he ne . Dîsa jî em peyva bername zêdetir bikar tînin . Jixwe yewnan jî bi yewnaniya kevn her tişt fam nakin ji ber ku navbera Yewnaniya kevn û nûjen de cudahî hene. Axiveren yewnanî 13.5 milyonin .Axiverên Kurdî nêzîkê 50 milyonin .Zaravayê Kurmancî bi tena serê xwe ji zimanê yewnanî zêdetir tê axaftin .Çima divê em peyva yewnanî ji kurdî tercîh bikin?Wek mînak peyva televizyon di bi sedan zimanan de heye. Alman jî dîsa dewam ji bo televizyonê Fernseher û îslandî jî sjónvarp dibêjin. Avestaboy (gotûbêj) 21:17, 5 nîsan 2022 (UTC)[bersiv bide]