Gotûbêj:Paşnav

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

@213.162.81.227: Gelo "Paşnav" gotareke derbazdar e? Ji xeynî tarîfeke kurt, li ser paşnavan ti agahî nîne. Divê bê berfirehkirin, yan jêbirin... MikaelF (gotûbêj) 09:46, 4 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]

@MikaelF Çi ferqa vê gotarê û ya Kitlî heye? Ev jî gelek kurt bû. --Balyozxane (gotûbêj). 17:06, 4 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
Silav bira kurt bûn ne pirsgirêk e. Li gel xebatên tevlîhev ev IP bi awayeke bê kontrol guhertinên bê sedem jî pêk tîne. Tevgerên vê dimîne tevgerên KelêûXelfetî ku guh nade gotinên tu kesî. Gotarên heyî jî xira dike.Penaber49 (gotûbêj) 17:14, 4 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49 Erê haya min jê heye lê problem li vir tiştekî din e --Balyozxane (gotûbêj). 17:24, 4 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
Min femkir bira. Ez jî pirsgirêk zêde di vê gotarê de nabînim. Bi rastî ji bo ev kes bê sekinandin divê astengî li hemberê wê IP bê çêkirin. Min ji bo ku wî bidim sekinandin şablona jêbirinê li ser gotarek wî zêde kir. Penaber49 (gotûbêj) 17:28, 4 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49 Gotarên wî yên dirêj gelek bi problem in. Divê pêşî ew werin jêbirin. --Balyozxane (gotûbêj). 17:30, 4 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
Min jî demek di gotobûjekî de ji bo jêbirina gotarên KelêûXelfetî behsa jêbirina gotarên wî kiribû. Penaber49 (gotûbêj) 17:38, 4 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane, cudahî ew e,
  • 1) "Kitlî an jî ketil amanek e ku tê de avê dikelîne. Îro kitliyên elektrîk jî hene. Yekem kitliya elektrîk di sala 1891an de li DYAyê ji aliyê Carpenter Electric Company ve hatiye pêşkêşkirin." Gotareke kurt e, lê belê tê de agahî heye, kitliyên elektrîk hene, kitliya pêşîn a elektrîk di sala 1891ê de hate çêkirin, li DYAyê hatiye çêkirin, ji aliyê Carpenter Electric Company ve hatiye çêkirin. Şitil e, lê gotarok jî ye.
  • 2) "Paşnav, leqeb, malbatnav, navê binemalî an jî wek navê malbatê te zanin, parvekî ji navê mirovekî e. Bi taybetî ev nav teyê bi pêşnavê mirov ku hatiye lêkirin û bi hev re navekî ji yek kes dikin." Bi ya min, kêm e, tarîfeke baş e ji bo ferhengan, lê li ser paşnavan çi ronî dike bona te? Min şablona "Kêm" dagirt, ji ber ku divê mirov gotareke wîkîpedîk çêke; tarîx, li çanda kurdan û li dinyayê, çawa mirov bi paşnav lê dikin, li gor toreya kurdan paşnav çi ye û çawa çêdikin? Mirov dikare li ser paşnavan gotareke têkuz binivîse! Niha ti agahî nîne. Şablona "Kêm" dihat çend caran valakirin jî.
MikaelF (gotûbêj) 19:16, 4 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane, @Penaber49 spêdebaş, heke ez çewt bim, gelo hûn dikarin van şablonên "Kêm" jê bibin ji kerema xwe re. Ne karê bikarînereke/î anonîm e. Gelek spas, bimînin di xweşiyê de. MikaelF (gotûbêj) 08:41, 5 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF Şablona "kêm" ti agahî nade û gelek cih digire. Şûnda wê, li vir {{şitil}} çêtir e. --Balyozxane (gotûbêj). 10:58, 5 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]