Gotûbêj:Rumatîzm

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Rumatism, romatîzma, ba...[çavkaniyê biguhêre]

Dema we xweş be! Navê romatîzma bi kurdî çi ye, gelo? Ba, reşba...? Silav--MikaelF 12:38, 20 gulan 2008 (UTC)[bersiv bide]

Bersiv

Zor supas bo te.

Bi zimanê kurdî gelek peyv bo rumatismê hatyne gotin wek hînik u ba u rumatîsm.Min peyva rumatîsmê nivîsî li ber ko ew bi zimanê zanistîye.Li nav gelê meş têt bi kar înan u li pertokêt kurdîş da hatye nivîsîn.


Li gel rêz u silava

Dr.Rashid Charboti

Pisporê rumatîsmê/Mälarsjukhuset-Sweden

Ji bo bersivdayîna te jî gelek spas kek Raşid. Pirseke min heye li ser navê rumatîsm, aya çewt e heke em navê zanistî reumatîzm binivîsin? Reumatîzm an reûmatîzm, tu çi jê dibêjî? Em sosyalîzm, materyalîzm, radîkalîzm, femînîzm, fanatîzm û hwd bi awayê -îzm dinivîsin. Bi silav û giramî--MikaelF 09:06, 22 gulan 2008 (UTC)[bersiv bide]
Kek Raşid, ev hevoke em çawa dikarin bi kurdî baş binivîsin: Nexoşiyêt inflammationî yêt sîstemî? Aya nabe, bo mînak, Nexoşiyêt agirgir yêt sîstemî? Silav--MikaelF 09:26, 22 gulan 2008 (UTC)[bersiv bide]

Hêja Mikael F

Bibore min bersva te direng da.

Peyva rumatîsm peyveka zanistî ye li gelek zimanêt mezin wek englezî,swedî u..têt nivîsîn.Ew ne wek peyva sosyalîzm yan redîkalîzme.


Nexoşyêt inflammationî-

Inflammation bi dyalêkta soranî dibênê (hew kirdin) ereb dibêbê (efonet) farisaş her peyva erebî bi kar înaye, belê eve ne ya rasta liber ko dyar naket ka hoya wê autoimmunî ye yan jî infektione (mikroorganîsmin). Li nav gelê me peyva (kul bon)heya belê peyva inflammation ya zanistî ye u baştire bêt bi kar înan ew wê zimanê me dewlemend tir biket.

Li gel sliva

Dr.Rashid Charboti

Peyvên zanistî bi kurdî[çavkaniyê biguhêre]

Birêz Reşid, ez bi bersivdayîna te kêfxweş bûm. Ev gelek baş e ku em hindik li zimanê zanistî disekînin. Ez bixwe ne noşdar im, bi tenê bala xwe didim zimên, meraqeke min a mezin ji vê gencîneya peyvan a kurdî re heye.

Belê, gotina te ye, reumatism peyveke zanistî ya navneteweyî ye: rheumatism, reumatism, reumatisme, reumatismo... ji rheuma, rheumatos + -ism pêk tê; ev -ism bi îngilîzî û swêdî heye, bi fransayî û katalanî dibe -isme, bi spanî -ismo, û... bi kurdî wek -îzm tê nivîsîn... Di ferhenga kurdî de bo mînak mirov dişê li van peyvên zanistî bibîne: albînîzm, alkolîzm, artrîtîzm, astîgmatîzm, otîzm, kretenîzm, daltonîzm, strabîzm, etîlîzm, hermafrodîtîzm, hîpotîmîzm, mongolîzm, nanîzm, noktambûlîzm, prostatîzm, rakîtîzm, romatîzm (an rumatîzm) û hwd... an na?

Peyva autoimmun (ev bi îngilîzî û bi swêdî ye), ji peyvên auto- û immun pêk tê, ev peyva ha auto- jî di ferhenga kurdî de ye... mîna oto-: otobiyografî, otoerotîzm, otokontrol, otokrat, otomasyon, otomatîk, otonom, otopsî, otorîte û otoîmmun (anku bi wateya "xwebexşandî, xwebexşang").

Artros û spondylos, ger ez ne çewt bim, bi kurdî em dişên binivîsin artroz û spondiloz. Çend mînakên din ev in: asîdoz, albumînoz, dermatoz, ensefaloz, skleroz, arteriyoskleroz, kardiyoskleroz, fîbroz, mononukleoz, psîkoz, otopsîkoz (!), tuberkuloz...

Rheumatoid arthritis, ev bi îngilîzî ye. Bi kurdiya zanistî me romatoîd (an heke te bivêt bêjî rumatoîd) û artrît (gehêş an janegeh) hene, ji bo vê yekê artrîta romatoîd an artrîta rumatoîd jî baş e... Em dikarin bêjin otît, hepatît, enterît, pankreatît, koleosistît û gastrît an jî bi kurt û kurmanc guhkulî, cergkulî, rûvîkulî, şêlavkulî, talîşkulî û ûrkulî.

Inflammation (kulbûn, sorbûn): bi nêrîna min, înflamasyon rastir e.

Eve hizrine min en li ser zimanê zanistî ne. Kek Reşid, ez hîviya gelek gotarêt te yêt dî me, supas, dema te xoş bit--MikaelF 12:07, 1 pûşper 2008 (UTC)


Berêz Mikael F

Mandî nebî.


Min divya ku ev wene (bestglucosamine.co.uk/images/rheumatoid.jpg) li ser curêt nexoşiya bikefte nav babetê rumatismê.


Slav

Dr.Rashid Charboti