Here naverokê

Xweserîtî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Otonom hat beralîkirin)

Xweserî an jî otonomî rêbazekê rêvebirina civak û gelan e. Girêdayî dewletekêbûn û revebirinekê ne tev serbixwe ye. Wateyên wê cuda cuda ne, ne bi tenê sîstema dewletê de sîstemên din de jî Xweserîtî heye. Peyvên wek otonom û otonomî ji peyvên yewnanî yên autos] (xwe) û nomos (zagon) pêk tên. Wateya wê ya orîjînal "serbixwe, xweser, xweger" e. Lê di dema nûjen de wateya wê weke têgîneke dadmendî û siyaseta navneteweyî ji bo xweserî û xweseriyên sînorkirî re tê bikaranîn.

Herêmên otonom li welatekî herêmên wisa ne ku heta radeyekê xweser in, mafên xwe yên birêvebirinê hene, di hinek waran de ji birêvebirina desthilatiya derve azad in. Lê dîsa jî di qada naveneteweyî de desthilatiya wan tuneye û pêgirtiyên hikûmeta navendî ne.

Awayên wan ên tîpîk wisa ne ku yan ji aliyê erdnîgarî ve cuda ne, yan jî li wê herêmê bi piranî neteweyekî din dijî. Bi giştî weke mînaka duyem in. Li herêmeke taybetî ji bo hindikahiyeke neteweyî mafên birêvebirina mijarên navxweyî, çandî û hwd tên dayin. Lê ev maf û desthilatî ji aliyê hikûmeta navendî ve tên dayin û li gorî hiqûqa navxweyî û ya navneteweyî hikûmeta navendî dikare wan mafan biguherîne an jî betal bike.

Herêmên xweser di nav xwe de dibin sê beş:

Ji van cureyan ên xakî (teretoryal) ji aliyê dîrokî û civakî ve welatên cuda ne, ji ber ku xakên cuda ne. Yên jêr-deverî di nav welatekî de deverên piçûk ên di nav deverên mezin de ne û yên herêmî jî tenê ji beşên welatan ên wek bajar, parêzgeh û hwd pêk tên.

Bi giştî dewletên yekpare bi rêya devolusyonê herêmên otonom pêk tînin, weke Keyaniya Yekbûyî.

Dewletên yekpar heta radeyekê dikarin maf û desthilatiyên birêvebirinê bidin herêman, desthilatiyên xwe bi wan re parve bikin, li herêman parlamentoyan pêk bînin. Mînakên balkêş ên dewletên yekpare ku maf û desthilatiyan didin herêman Spanya û Keyaniya Yekbûyî ne. Wek mînak Keyaniya Yekbûyî dewleteke yekpare e. Di nav xwe de Skotlenda, Wales û Îrlendaya Bakur weke welatên pêkhêner nas dike û bi rêya devolusyonê hinek ji desthilatiyên hikûmeta navendî bi parlamenên van welat/herêman re hatine parvekirin, ku xwebirêveberiya herêmî pêk bînin, û bi vê re karûbarên xwe yên çandî, zimanî, kevneşopî, hiqûqî, îdarî û hwd ên herêmî bi xwe bikin.

Xwe-ser ango xwe bi xwe rêvebirrin. Bi xwe serê xwe rêvebirrin.