Gotûbêja bikarhêner:Aynur Bozkurd
Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî!
[çavkaniyê biguhêre]Aynur Bozkurd, tu bi xêr hatî!
Wîkîpediya, ensîklopediya azad a bi kurdî,
- Wîkîpediyaya kurdî projeyeke navneteweyî û azad e. Armanca wê komkirina zanyariyan a bi alîkariya çavkanî û jêderan û bi şêweyê ensîklopediyê ye. Hewleke hevbeş e ku ensîklopediyeke azad derkeve holê. Her kes dikare tevlî nivîsandina vê berhemê bibe. TU nivîskarê/a vê ensîklopediyê yî! Gavên pêşî gelek hêsan in.
- Berî ku tu dest bi karê xwe bikî, ji kerema xwe re li vir binêre. Heke te alîkariya bikarhênerên din hewce be û tu bixwazî ji bikarhênerên Wîkîpediyayê re binivîsî, here rûpela gotûbêja mijarê û dû re li jor « Mijarekê lê zêde bike » bitikîne.
- Ji ber sedema mafên telîfê em li Wîkîpediyayê nivîsên di çavkaniyeke din de li vir nanivîsin, lê bikarhêner dikarin bi gotinên xwe û bi nîşandana çavkaniyê ji çavkaniyên din sûd werbigrin. Ji kerema xwe re agahiyên peyv bi peyv ji malper, pirtûk an jî kovaran li ser Wîkîpediyayê kopî neke. Tu nivîskar î û divê tu gotarên xwe bi peyvên xwe binivîsî!
- Heke alîkarî ji te re hewce be tu dikarî rûpela Alîkariyê bixwînî û pirsên xwe li Dîwana Wîkîpediyayê an jî Kurdîgehê binivîsî.
- Dema ku tu di gotarekê de tiştekî biguherînî, divê tu bi nêrîneke bêalî û bi zimanekî ensîklopedîk binivîsî. Çavkaniya agahiyê jî ji bir neke!
- Îmzeya xwe li nava gotarê nexe û di gotaran de reklamê neke an jî e-mail û hejmara telefona xwe nenivîse. Ji bo danasîna xwe tu dikarî di rûpela xwe ya bikarhêneriyê de bi bikaranîna şablona Babîlê agahiyan bidî.
- Dema te ji bikarhênerên din re peyam nivîsand, ji kerema xwe li gorî hîmên rêzgirtinê tevbigere û wisa bifikire ku her kesê li vir weke te dixwaze ji bo pêşvexistina Wîkîpediyayê beşdar dibe û wan weke kesên niyetbaş bihesibîne. Pênc hîmên sereke yên Wîkîpediyayê jî bixwîne.
- Divê mirov xwediyê/a tenê yek hesabî be! Hinga çend hesabên heman kesî an jî çend hesabên mirovên cuda yên ku di gotûbêjan de ji bo bidestxistina avantajê bi hevre tevdigerin, di Wîkîpediyayê de weke kuklabaziyê tê binavkirin û ev dibe sedema astengbûnê.
- Heke te rê û rêbazên Wîkîpediyayê xwendibî, êdî tu dizanî bikarhêner çi dikin û bi çi awayî gotaran diguherînin. Wîkîpediyaya kurdî her roj di nava pêşketinê de ye. Niha 90.435 gotarên bi zaravayên dimilî, kelhûrî, kurmancî û soranî yên bi tîpên latînî hene.
Kurterêbera rastnivîsînê ya Wîkîpediyaya kurdî
|
|
Klavyeya kurdî: Kurdî-h • Kurdî-tr (metod ji bo klavyeya tirkî)
--MikaelF (gotûbêj) 10:09, 5 nîsan 2021 (UTC)
Rastkirin-tekûzkirin
[çavkaniyê biguhêre]Rojbaş,
Ev 2-3 roj in ez bi baldarî li wîkîpediyayê dinêrim, wê keşif dikim. Eger ji destê min tiştek bê ji bo dewlemendkirin û tekûzkirina wê, ezê bi kêfxweşî bikim.
Ligel hurmeta min ji bo karê hûn dikin, min xwest we agahdar bikim li ser hin şaşiyên li ser hin rûpelên wîkîpediyayê.
Di rûpela "Hüseyin Deniz" de şaşîtiyên pir mezin hatine kirin. Hin agahî li ser kesekî ne, hin agahî şaş in û wêne jî aîdê kesekî din e.
Wêneyê bikaranî aîdê rojnamevanekî din e ku navê wî "Hüseyin Deniz" e, ew ji Dêrsimê ye, hê jî dijî û rojnamevanî dike.
Rojnamevan û nivîskar "Hasan Hüseyin Deniz" ê ku di sala 1992'an de hat kuştin ji Mêrdînê ye û ji rojnameya hefteyî Welat re jî dinivisand, ku ez hingê di wê rojnameyê de dixebitîm.
Wekî din, di rûpela "Lîsteya kovar û rojnameyên kurdî" de jî dema mirov pêlî "Welat" dike, tu agahî li ser "rojnameya hefteyî Welat" nîn e, lê agahî bi giştî li ser peyva "welat" hatiye dayîn.
Di rûpela "Azadiya Welat" de jî agahî nehatiye dayîn li ser destpêka vê rojnameyê. Ev rojname di sala 1996'an de wek "rojnameya hefteyî" derket, bi salan wek hefteyî weşana xwe domand, pişt re bû rojane.
Ji bo rastkirina van tiştên wiha gelo prosedurên wîkîpediyayê çi ne? Herkesek dikare rûpelan li gorî xwe saz bike, biguherîne?
Bimînin di xweşiyê de, Aynur Bozkurd (gotûbêj) 12:04, 6 nîsan 2021 (UTC)
Silav Aynur Bozkurt, tu bi xêr hatî Wîkîpediya kurdî. Te çend pirs, pirskirye min xwest bersiva pirsên te bidim. Pêşî evî bêjim ez tenê saleke li ser wîkîpediyayê dixebitim li vir heval hene ku bi salan e li vir ked didin di derbarê wîkîpediyayê de fikr û pêşniyarên wan jî girîng e.
Li vir em tenê çend kes in gelek kesên ku di demên berî de li wir xebat kirine niha tine ne an jî dest ji xebata xweyên li ser wîkîpediyayê berdane. Jiber vî yekê mirov, bi çend kesan sererastkirin û têkûzkirina hemî gotaran nikarê sererast bike.
Li vir herkes dikare bi zimanekî bêalî û ensîklopedîk û li gorî çavkaniyên rast guhertina pêk bîne û gotara binivîse. Mixabin dîyar e ku li bakur perwerdeya zimanê Kurdî tuneye. Herkes bi derfetên xwe perwerdeya nivîsa zimanê kurdî werdigire. Pêşniyara min li te û li hemî hevalên welatparêz ev e; ev serdema teknoloji û dîjîtalê jibo zimanê kurdî derfeteke mezin e. Geleke em li ser hemî platforma jibo zimanê kurdî çi ji destê me tê em bikin û pêşniyarê kesên li derdora xwe bikin.
Mixabin ez li bajare kî gelek nijadperesta tirk dijîm. Ez bêjim kesên wisa ku ha ji zimanê xwe heye an jî bêjî ez dixwazim jibo zimanê xwe bixebitim tineye. Kurdên ku livir dijîn sedem çiye nizanim di her qadê de gelek kêmasiyên wan hene. Ez gelek jiber vê rewşê acizim lê tu tiştek jî destê min naye. Jiber vî yekê ez tenê me û saleke li gorî derfetên xwe heta ji destê min tê ez li vir bi awayekî çalak dixebitim. Silav û rêz. Penaber49 (gotûbêj) 13:31, 6 nîsan 2021 (UTC)