Gotûbêja bikarhêner:Bûraẍ Derdilî
Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî!
[çavkaniyê biguhêre]Bûraẍ Derdilî, tu bi xêr hatî!
Wîkîpediya, ensîklopediya azad a bi kurdî,
- Wîkîpediyaya kurdî projeyeke navneteweyî û azad e. Armanca wê komkirina zanyariyan a bi alîkariya çavkanî û jêderan û bi şêweyê ensîklopediyê ye. Hewleke hevbeş e ku ensîklopediyeke azad derkeve holê. Her kes dikare tevlî nivîsandina vê berhemê bibe. TU nivîskarê/a vê ensîklopediyê yî! Gavên pêşî gelek hêsan in.
- Berî ku tu dest bi karê xwe bikî, ji kerema xwe re li vir binêre. Heke te alîkariya bikarhênerên din hewce be û tu bixwazî ji bikarhênerên Wîkîpediyayê re binivîsî, here rûpela gotûbêja mijarê û dû re li jor « Mijarekê lê zêde bike » bitikîne.
- Ji ber sedema mafên telîfê em li Wîkîpediyayê nivîsên di çavkaniyeke din de li vir nanivîsin, lê bikarhêner dikarin bi gotinên xwe û bi nîşandana çavkaniyê ji çavkaniyên din sûd werbigrin. Ji kerema xwe re agahiyên peyv bi peyv ji malper, pirtûk an jî kovaran li ser Wîkîpediyayê kopî neke. Tu nivîskar î û divê tu gotarên xwe bi peyvên xwe binivîsî!
- Heke alîkarî ji te re hewce be tu dikarî rûpela Alîkariyê bixwînî û pirsên xwe li Dîwana Wîkîpediyayê an jî Kurdîgehê binivîsî.
- Dema ku tu di gotarekê de tiştekî biguherînî, divê tu bi nêrîneke bêalî û bi zimanekî ensîklopedîk binivîsî. Çavkaniya agahiyê jî ji bir neke!
- Îmzeya xwe li nava gotarê nexe û di gotaran de reklamê neke an jî e-mail û hejmara telefona xwe nenivîse. Ji bo danasîna xwe tu dikarî di rûpela xwe ya bikarhêneriyê de bi bikaranîna şablona Babîlê agahiyan bidî.
- Dema te ji bikarhênerên din re peyam nivîsand, ji kerema xwe li gorî hîmên rêzgirtinê tevbigere û wisa bifikire ku her kesê li vir weke te dixwaze ji bo pêşvexistina Wîkîpediyayê beşdar dibe û wan weke kesên niyetbaş bihesibîne. Pênc hîmên sereke yên Wîkîpediyayê jî bixwîne.
- Divê mirov xwediyê/a tenê yek hesabî be! Hinga çend hesabên heman kesî an jî çend hesabên mirovên cuda yên ku di gotûbêjan de ji bo bidestxistina avantajê bi hevre tevdigerin, di Wîkîpediyayê de weke kuklabaziyê tê binavkirin û ev dibe sedema astengbûnê.
- Heke te rê û rêbazên Wîkîpediyayê xwendibî, êdî tu dizanî bikarhêner çi dikin û bi çi awayî gotaran diguherînin. Wîkîpediyaya kurdî her roj di nava pêşketinê de ye. Niha 87.442 gotarên bi zaravayên dimilî, kelhûrî, kurmancî û soranî yên bi tîpên latînî hene.
Kurterêbera rastnivîsînê ya Wîkîpediyaya kurdî
|
|
Klavyeya kurdî: Kurdî-h • Kurdî-tr (metod ji bo klavyeya tirkî)
—Gomadapeyam 13:17, 14 çiriya paşîn 2021 (UTC)
Çavkanî
[çavkaniyê biguhêre]@Criminalord: Di hemû ensîklopediyan de çavkanî bingehî û hewce ne. Çavkaniya agahiyê ji bir neke! Silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 19:22, 24 çiriya paşîn 2021 (UTC)
Tîpa g û j
[çavkaniyê biguhêre]Silav Criminalord, tîpa g bilêvkirinên kurdî û îngilîzî de cûda ne. Pêwîst e jibo ku bi kurdî bi awakî baş bê femkirin û xwendin li şûna g peyva j bê bikarbînin. Qewet be! Penaber49 (gotûbêj) 04:37, 23 kanûna pêşîn 2021 (UTC)
Silav, "j" bi tirkî ya, li bilêvkirina Kurdî nayê, Tirkî ne di malbata zimanê me de ye, Li gorî min divê em pênaseyên -logî an jî -locî bi îngilîzî hatiye bilêvkirin bi kar bînin. Weke Wîkîpediya Kurdî em dikarin di vî warî de bibin pêşeng. Criminalord (gotûbêj) 18:18, 24 kanûna pêşîn 2021 (UTC)
Silav Criminalord, dema ku mirov peyva tecnologyyê bi inglîzî guhdar dike tîpa "g" bi dengekî tevlîhevbûna c û j dertê. Ev deng jî jibo zimanê kurdî gelek zehmet e. Ez texmîn nakim ku kurd li cihê peyva teknolojiyê bikaribin peyva teknologî yan jî teknolocî bînin ziman. Ji ber vî yekê ji kerema carek din bifikire û em dikarin di vî mijarê de fikrê hevalên din jî bipirsin ka ew çi dibêjin. Penaber49 (gotûbêj) 06:48, 25 kanûna pêşîn 2021 (UTC)
- Berê be, rast dibêje wa ezê biguherînim. Criminalord (gotûbêj) 06:53, 25 kanûna pêşîn 2021 (UTC)
Ez nikarim sernava herpetologî ye bikime herpetolojî ka bi xera xwe biguherene Criminalord (gotûbêj) 07:04, 25 kanûna pêşîn 2021 (UTC)
Ne tenê herpetologî nikarim tevan jî biguherenim Criminalord (gotûbêj) 07:09, 25 kanûna pêşîn 2021 (UTC)
Silav Criminalord, min jî ceriband nav neguherî. Texmîn dikim jiber ku navên gotaran ji çend caran zêdetir hatine guhertin pirsgirêke teknîkî heye. Piştî çend rojan careke din disa biceribînin ku çênebû em dikarin ew dem ji hevalên ku ji vî pirsgirêkê fem dikin alîkariyê bixwazin. Penaber49 (gotûbêj) 07:37, 25 kanûna pêşîn 2021 (UTC)
Berê be, serçava Criminalord (gotûbêj) 07:43, 25 kanûna pêşîn 2021 (UTC)
Di derbarê gotaran de
[çavkaniyê biguhêre]Silav Criminalord, Jibo xebatên te yê Wîkîpediya kurdî spas dikim û dixwazim çend pêşniyar jibo te bikim. Ku tu jî dizanî gotar çiqas tije bin mirov ewqas jê sûdê werdigire. Mixabin wîkîpediya kurdî di vî warî de gelek bê par maye. Dema ku te gotarek ji nûve afirand tu dikarî ji ser wîkîpediya din jî naverokan wergerînî zimanê kurdî. Amûra wîkîpediya bixwe heye ku tu dikarî ji versîyonên din gotaran wergerînî. Xalên girîng wergerkirina gotaran pêwiste te ji kîjan zimanê werger kir pêwiste tu wî zimanê bizanî. Amûr li vir e Penaber49 (gotûbêj) 18:56, 9 kanûna paşîn 2022 (UTC)
Ya din amûr rasterast destûre nade werger ku bixwe werger kiriye. Piştî ku naverok hate werger kirin pêwiste tu bixwe di naverokê de sererastkirina pêk bînê Penaber49 (gotûbêj) 19:06, 9 kanûna paşîn 2022 (UTC)
- Penaber49 Ez dizanim, hêdî hêdî agahîyan berhev dikim, ezê agahîyan bi serxim dîsa. Criminalord (gotûbêj) 20:49, 9 kanûna paşîn 2022 (UTC)