Gotûbêja bikarhêner:Dilovan Gervan
Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî![çavkaniyê biguherîne]
Dilovan Gervan, tu bi xêr hatî!
Wîkîpediya, ensîklopediya azad a bi kurdî,
- Wîkîpediyaya kurdî projeyeke navneteweyî û azad e. Armanca wê komkirina zanyariyan a bi alîkariya çavkanî û jêderan û bi şêweyê ensîklopediyê ye. Hewleke hevbeş e ku ensîklopediyeke azad derkeve holê. Her kes dikare tevlî nivîsandina vê berhemê bibe. TU nivîskarê/a vê ensîklopediyê yî! Gavên pêşî gelek hêsan in.
- Berî ku tu dest bi karê xwe bikî, ji kerema xwe re li vir binêre. Heke te alîkariya bikarhênerên din hewce be û tu bixwazî ji bikarhênerên Wîkîpediyayê re binivîsî, here rûpela gotûbêja mijarê û dû re li jor « Mijarekê lê zêde bike » bitikîne.
- Pişt re peyama xwe binivîse û li dawiya peyamê îmzeya xwe bi 4 tîldeyan (~~~~) lê zêde bike. An jî li jor îşareta pênûsê (
) bitikîne, îmzeya te bi awayekî otomatîk derdikeve.
- Ji ber sedema mafên telîfê em li Wîkîpediyayê nivîsên di çavkaniyeke din de li vir nanivîsin, lê bikarhêner dikarin bi gotinên xwe û bi nîşandana çavkaniyê ji çavkaniyên din sûd werbigrin. Ji kerema xwe re agahiyên peyv bi peyv ji malper, pirtûk an jî kovaran li ser Wîkîpediyayê kopî neke. Tu nivîskar î û divê tu gotarên xwe bi peyvên xwe binivîsî!
- Heke alîkarî ji te re hewce be tu dikarî rûpela Alîkariyê bixwînî û pirsên xwe li Dîwana Wîkîpediyayê an jî Kurdîgehê binivîsî.
- Hinga tu di gotarekê de tiştekî biguherînî bi nêrîneke bêalî û bi zimanekî ensîklopedîk binivîse. Çavkaniya agahiyê jî ji bir neke!
- Îmzeya xwe li nava gotarê nexe û di gotaran de reklamê neke an jî e-mail û hejmara telefona xwe nenivîse. Ji bo danasîna xwe tu dikarî di rûpela xwe ya bikarhêneriyê de bi bikaranîna şablona Babîlê agahiyan bidî.
- Dema te ji bikarhênerên din re peyam nivîsand, ji kerema xwe li gorî hîmên rêzgirtinê tevbigere û wisa bifikire ku her kesê li vir weke te dixwaze ji bo pêşvexistina Wîkîpediyayê beşdar dibe û wan weke kesên niyetbaş bihesibîne. Pênc hîmên sereke yên Wîkîpediyayê jî bixwîne.
- Divê mirov xwediyê/a tenê yek hesabî be! Hinga çend hesabên heman kesî an jî çend hesabên mirovên cuda yên ku di gotûbêjan de ji bo bidestxistina avantajê bi hevre tevdigerin, di Wîkîpediyayê de weke kuklabaziyê tê binavkirin û ev dibe sedema astengbûnê.
- Heke te rê û rêbazên Wîkîpediyayê xwendibî, êdî tu dizanî bikarhêner çi dikin û bi çi awayî gotaran diguherînin. Wîkîpediyaya kurdî her roj di nava pêşketinê de ye. Niha 38.297 gotarên bi zaravayên dimilî, kelhûrî, kurmancî û soranî yên bi tîpên latînî hene.
Kurterêbera rastnivîsînê ya Wîkîpediyaya kurdî
|
|
Klavyeya kurdî: Kurdî-h • Kurdî-tr (metod ji bo klavyeya tirkî)
--MikaelF (gotûbêj) 06:29, 14 çiriya pêşîn 2020 (UTC)
Supas name[çavkaniyê biguherîne]
@MikaelF, Biyolojiyabikurdi, Gomada, û Ghybu:
Ez ê wikipediya kurdî bi cih bihêlim. Ji berku devoka min a Kurmancî piçek ferq e. Her wesa min bi alfabeya Arabî xwendîye lewma pîtên Latînî ji min ra piçek zehmet û nexweş in. Ev sedemin ku gelek ji gotarên min baş nayên fahim kirin. Pir ji dil supasiya hewe dikim li Kêmasiyan biborînin û Daxwaz serkeftinê ji we ra dixwazim. {Dilovan Gervan (gotûbêj) 04:10, 3 adar 2021 (UTC)}
Silav Dilovan Gervan, Malava ji bo xebatên te yên li ser wîkîpediya kurdî. Ez pir xemgîn bûm ko te dev ji nivîsandinê ber daye. Te gotiyê “devoka min a Kurmancî piçek ferq e” gelo ê me kî kurmanciyek standart heye. Herwisa çend kes pisporê rêzimana kurmanciyê ye? Em hemû, li gel kêmasiyên xwe, çewtiyên xwe dîsa ji hewl didin ko ji bo siberojê çavkaniyak kurmancî ava bikin. Heta ko kurd xwediyê devleta xwe nebin, kurmanciyek standart jî çê nabe, loma divê li gel kêmasiyan jî em xebatên xwe bidomînin. Kêmasî û çewtiyên li gotarên me wê di rojên pêş de ji aliyên nifşên nû ve bên sererastkirin, naveroka gotarên me wê bêne berfirehkirin. Heke em îro hejmara gotaran zêde nekin, sibê tiştek namîne ko bêne xwendin, sererastkirin an jî berfirehkirin. Xwesteka min ji te ew e ko dev ji nivîsandinê bernede, bila gotar kin bin, kêm bin an jî ne li gor rêzimana kurmancî bin lê bila hêjmarên gotarên bi kurmancî li ser wîkîpedyayê zêde bibin. Heke pêdiviya te hebe, heta jim were. ez hertim dikarim alikariya te bikim. Bimîne nav xêr û xweşiyê de.Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 15:39, 3 adar 2021 (UTC)
- @Dilovan Gervan: Ez jî bi hîwî me ku tu li Wîkîpediya kurdî bimînî. Kurmanciya te ne problem e; pirsgirêk Wikipedia Werger e. Sopas û bi silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 18:26, 4 adar 2021 (UTC)
Stan Swamy[çavkaniyê biguherîne]
Thanks for the translation :-) Hope the rest of the article will also get completed. Thanks! Vincentvikram (gotûbêj) 16:51, 19 adar 2021 (UTC)