Gotûbêja bikarhêner:Khoshhat
Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî!
[çavkaniyê biguhêre]Wîkîpediya, ensîklopediya azad a bi kurdî,
- Wîkîpediyaya kurdî projeyeke navneteweyî û azad e. Armanca wê komkirina zanyariyan a bi alîkariya çavkanî û jêderan û bi şêweyê ensîklopediyê ye. Hewleke hevbeş e ku ensîklopediyeke azad derkeve holê. Her kes dikare tevlî nivîsandina vê berhemê bibe. TU nivîskarê/a vê ensîklopediyê yî! Gavên pêşî gelek hêsan in.
- Berî ku tu dest bi karê xwe bikî, ji kerema xwe re li vir binêre. Heke te alîkariya bikarhênerên din hewce be û tu bixwazî ji bikarhênerên Wîkîpediyayê re binivîsî, here rûpela gotûbêja mijarê û dû re li jor « Mijarekê lê zêde bike » bitikîne.
- Ji ber sedema mafên telîfê em li Wîkîpediyayê nivîsên di çavkaniyeke din de li vir nanivîsin, lê bikarhêner dikarin bi gotinên xwe û bi nîşandana çavkaniyê ji çavkaniyên din sûd werbigrin. Ji kerema xwe re agahiyên peyv bi peyv ji malper, pirtûk an jî kovaran li ser Wîkîpediyayê kopî neke. Tu nivîskar î û divê tu gotarên xwe bi peyvên xwe binivîsî!
- Heke alîkarî ji te re hewce be tu dikarî rûpela Alîkariyê bixwînî û pirsên xwe li Dîwana Wîkîpediyayê an jî Kurdîgehê binivîsî.
- Dema ku tu di gotarekê de tiştekî biguherînî, divê tu bi nêrîneke bêalî û bi zimanekî ensîklopedîk binivîsî. Çavkaniya agahiyê jî ji bir neke!
- Îmzeya xwe li nava gotarê nexe û di gotaran de reklamê neke an jî e-mail û hejmara telefona xwe nenivîse. Ji bo danasîna xwe tu dikarî di rûpela xwe ya bikarhêneriyê de bi bikaranîna şablona Babîlê agahiyan bidî.
- Dema te ji bikarhênerên din re peyam nivîsand, ji kerema xwe li gorî hîmên rêzgirtinê tevbigere û wisa bifikire ku her kesê li vir weke te dixwaze ji bo pêşvexistina Wîkîpediyayê beşdar dibe û wan weke kesên niyetbaş bihesibîne. Pênc hîmên sereke yên Wîkîpediyayê jî bixwîne.
- Divê mirov xwediyê/a tenê yek hesabî be! Hinga çend hesabên heman kesî an jî çend hesabên mirovên cuda yên ku di gotûbêjan de ji bo bidestxistina avantajê bi hevre tevdigerin, di Wîkîpediyayê de weke kuklabaziyê tê binavkirin û ev dibe sedema astengbûnê.
- Heke te rê û rêbazên Wîkîpediyayê xwendibî, êdî tu dizanî bikarhêner çi dikin û bi çi awayî gotaran diguherînin. Wîkîpediyaya kurdî her roj di nava pêşketinê de ye. Niha 90.419 gotarên bi zaravayên dimilî, kelhûrî, kurmancî û soranî yên bi tîpên latînî hene.
Kurterêbera rastnivîsînê ya Wîkîpediyaya kurdî
|
|
Klavyeya kurdî: Kurdî-h • Kurdî-tr (metod ji bo klavyeya tirkî)
--MikaelF (gotûbêj) 08:27, 20 reşemî 2019 (UTC)
Cejna we ya Newrozê pîroz bit!
[çavkaniyê biguhêre]@Khoshhat: Birêz Xoşhat, cejna we ya Newrozê pîroz be! Sopas ji bo keda te li Wîkîpediya kurdî! --MikaelF (gotûbêj) 08:25, 20 adar 2019 (UTC)
@MikaelF: spas kekê Mikael Newroza weş pîroz be, Khoshhat (gotûbêj) 03:30, 21 adar 2019 (UTC)
Xêrhatin
[çavkaniyê biguhêre]@Khoshhat: Hevalê Xoşhat tu bi xêr hatiyi Wîkîpediya Kurdî, hîvîdarim em li vê derÊ gelek xebatan gelêk biken. Taybetî têkiliya min gelek li ser sêgoşeya Hekarî, Hewlêr û Urmiyê heye. Silav û rêz.
@Mohajeer: spas kekê Mohajeer mn navête nedît, li her dema wextê min hebe ez xizmet dame, ez jî Mizûrî me li navçaya Mêrgesor, Bes em sala 1978ê rîjêma Iraqê em vegohastîne komelgeha Behirkê, her xoşyada be Khoshhat (gotûbêj) 02:13, 29 adar 2019 (UTC)
Komelgeh û kempên awareyan ên Herêma Kurdistanê
[çavkaniyê biguhêre]@Khoshhat: Ev dema te xoş bit, birêz Khoshhat, ez bi hîvî me ku tu baş bî. Hindek babetên ku bi Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne ev in:
- https://ku.wikipedia.org/wiki/Kategorî:Komelgeh
- https://ku.wikipedia.org/wiki/Kategorî:Kampên_awareyan_ên_Kurdistanê
Bi silavên germ --MikaelF (gotûbêj) 07:42, 29 adar 2019 (UTC)
@MikaelF:rezo slav min bu te hen, destê te xoş ev agahî zor başin , spas Khoshhat (gotûbêj) 02:25, 30 adar 2019 (UTC)