Mêrgesor (navçe)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mêrgesor
Navçe
Welat Başûrê Kurdistanê
Dûgel Herêma Kurdistanê, Îraq
Parêzgeh Hewlêr
Serbajar Mêrgesor

Hejmara nahiyan 5 nahiye
Hejmara gundan 252 gund

Navê nîştecihan Mêrgesorî, xelkê Mêrgesorê
Rûerd 1400 km2
Koordînat 36°59′02″Bk 44°10′21″Rh / 36.98379°Bk 44.17261°Rh / 36.98379; 44.17261

Mêrgesor yek ji navçeyên parêzgeha Hewlêrê (Başûrê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê) ye. Bajêr Mêrgesor navenda navçe ye û herêma giring û navdara Barzan bi xwe ve digirit.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navçeya Mêrgesor ji pênc nahiyên Barzan, Pîran, Şêrwan Mezin, Meznê û Goretû pêk tê û ji 252 gundan pêk tê, 172 gund hatîne avakirin û 80 gundîj nehatine avakirin.

Li bakurê wê Bakurê Kurdistanê ye. Şehristana Soran anko Diyana li rojhilata wê, Amêdî li rojava, Şeqlawe û Akrê jî li başûrê wê ne.[1][2]

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka qeza Mêrgesor divegere sala 1890, wî demî de qeza bi navê Zêbar bû, li sala 1993 Hikûmeta Herêma Kurdistanê navê qeza Zêbar guhertin kire qeza Mêrgesor[3].

Nêzîkî Mêrgesorê şûnewarên navdar ên bi navê Şaneder û Zewî Çemî Şaneder hene.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ https://web.archive.org/web/20110308105346/http://hawlergov.org/kur/subject.aspx?ID=97
  2. ^ http://www.wikiwand.com/ckb/پارێزگای_ھەولێر
  3. ^ "قه‌زای مێرگه‌سور سه‌ربه‌ پارێزگای هه‌ولێره‌ و له‌ پێنج ناحیه‌ پێك دێت و ژماره‌ی گونده‌کانی 252 گونده‌". Ji orîjînalê di 17 tîrmeh 2014 de hat arşîvkirin.