Gotûbêja kategoriyê:Rexnegirên ateîzmê

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Silav @MikaelF , @Penaber49, @Ghybu@Balyozxane Heke ez şaş ne bim sernavê kategoriyê çewt hatiye nivîsandin. Rexneger çêtir e . Peyva rexneger ji peyva rexne û paşgira ger çê bûye. Mesela em dibêjin jî şoreşger û ne şoreşgir . Avestaboy (gotûbêj) 13:40, 22 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Rexnegir çêtir e. --Balyozxane (gotûbêj). 14:13, 22 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF , @Ghybu û @Penaber49 hûn çawa difikirin? Avestaboy (gotûbêj) 14:23, 22 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy, @Balyozxane, rexnegirên ateîzmê, gelo rexnegirine ateîst in, yan rexnegirine ku li ateîzmê rexne dikin? MikaelF (gotûbêj) 19:11, 22 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF Rexnegirine ku ateîzmê rexne dikin. --Balyozxane (gotûbêj). 19:17, 22 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
OK :) Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 19:19, 22 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF Te çima kategoriyê ji rûpelên Îbn Sîna û Ebû Henîfe rakir? --Balyozxane (gotûbêj). 19:30, 22 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Ji ber ku li ser en.wikiyê wana hebin, dê bi botê dîsa werin lêzêdekirin. Ger pirsgirêkeke nemezin be, ez dibêjim bila bimînin. --Balyozxane (gotûbêj). 19:46, 22 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane di kategoriya bi înglîzî de navê Ebû Henîfe he ye . Lewma min navê wî tomarkiribû . Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 22:32, 22 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy Erê min dîtibû. --Balyozxane (gotûbêj). 22:36, 22 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Rojbaş @Balyozxane, dibe ku ez şaş bim, lê gelo mirov konsepta "Ateîzm" di dema Îbn Sîna û Ebû Henîfe de bi kar tîne? Wekî din, di gotarê de gelo mirov behsa rexneya Îbn Sîna û Ebû Henîfe dike? Na, ne problemeke mezin e, ez ê guhertina xwe betal bikim. Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 09:14, 23 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy Bi navê "Ateîzm" dibe ku nebû di wê demê de lê belê bi mefhûmên din ew jî li dijî bêdînîtiyê derketine. Loma ne şaş e ku ev rûpel li vir bin. Bota min bi otomatîkî dixebite êdî loma dîsa lê zêde kiriye. Ger pirsgirêkekê mezin bibînî, Kategorî:Rûpelên ku heman kategoriyê qebûl nakin li rûpelê zêde bike (dema ev kategorî li rûpelê be, bot li wir naxebite) û ji min re bibêje, ez ê sererast bikim. --Balyozxane (gotûbêj). 12:44, 23 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]