Gotegota sê birayan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Efsaneya sê birayan yek ji efsaneyên kurdî ye. Binavkirineka wê ya din jî "Klama sê birayan" e.

Bûyerên beriya ola Îslamê û hatina artêşên Ereban bo belavkirina ola Îslamê û bandora wê li ser sê birayan tîne zimên. Wekî stranek tê gotin lê pirraniya stranê êdî nayê zanîn. Kêm dengbêj dikarin stranê bizanibin. Bilêvkirina efsaneyê ji bandora misilmanbûna dengbêjan gelek bialî ye.

Çendîn rast, çendîn efsane ye?[biguherîne]

Efsane gelek bûyerên rastî jî dihewîne. Efsane dikare bingeha xwe ji hatina Ereb-Îslamê bigire. Lê em dizanin di ola Îslamê de mezheb ne bi hevre derketine holê û dema artêşên Ereban bo belavkirina ola Îslamê û dagirkirina axa Kurdan tên, di Îslamê de mezheb ne ewçend bipêşketî ne. Efsane dikare behsa şerekî din jî bike. Dîsa binavkirinên wiha hene. Bi navê van kesan goristan (ziyaretgeh), çiya, gund hene.

Naveroka wê[biguherîne]

Efsane behsa sê birayên ji dê-bavekê dike. Ola Zerdeştîyê (di hin versiyonan de Êzidî tê gotin) dihewîbûne. Navê birayan Koçkar (an Koşkar, Goşkar), Hebî (an heyî) û Qolî bûne. Li dijî artêşên Ereban bi mêranî şerkirine û 40 salî ew ji herêmên Çiyayên Şerevdînê, Çiyayê Bîngolê "heya Melhemî û Kopê" dûrxistine. Dawiyê de Ereban civaka herêmê "bi siyasetê kirine nav kefenên spî" û her sê bira bi serê xwe mane lê dîsa jî berxwedan domîne. Bavê wan (Bavko, kalê bav, Bavê Qolî) dibe misilman û mezheba sunnî dipejirîne. Wesiyet dike ku lawên wî dest ji berxwedanê vekişînin û bibin misilman.

Diya wan (Heros, Heroz, Hêros, daykê, diya Qolî) "bo xatirê jintiyê" wekî mêrê xwe misilmantiyê qebûl dike û ew jî wesiyetê dike ku lawên wî dest ji ola bav-kalan Êzdîtiyê (yan Zerdeştiyê) bernedin, wekî şêran canê xwe di ber Hurmuz (an di hin versiyonan de Melekê Tawis) de bidin. Lê ew mecbûr e gorî mêrê xwe bike, mercên jintiyê viya dibêje.

Li ser "Vê xebera di reş" nakokî di nav birayan de dertê. Birayê Qolî dibe misilman û mezheba Sunnî dipejirîne. Hebî (Heyî) gotina diya xwe dike Zerdeşt dimîne û Qoçkar jî gorî efsaneyê nîvenîviyê dipejirîne. Ango nîvî dibe misilman, nîvî jî Zerdeştî dimîne. Di hin versiyonan de jê re "Kumsorî, Elewî" jî tê gotin.

Her sê birayên "wekî gurên Xwedayî" ne, îcar bi hevre dikevin şer. Qolî ji xwe re çiyayek bingeh digire ku navê wê çiyayî dibe Çiyayê Qolîbaba, Koçkar (Goşkar) çiyayek bingeh digire niha navê wê Koçkarbaba yan Goşkarbaba ye û cihê Hebî jî navê xwe dide Hebîbaba. Goristanên wan niha li wir in.

Dawiyê de "li cihê ku milên Çemê Miradê digihên hev û berî bi Feratê û ew jî berî bi behra germ û ew jî berî bi rojê û ew jî berî bi Xwedê diherike" Hebî bi destê Qolî tê kuştin. Meytê wî li Hebîbaba vedişêrin. Li ser vê birakujiyê Koçkar sonda kuştina birayê xwe Qolî dixwe û dawiyê biserdikeve û Qolî dikuje. Meytê wî li Qolîbaba tê veşartin. Koçkarbaba ji kerba birakujiyê, poşmanî û fediyê nexweş dikeve û "kilamên çiya dihelînin" li ser birayên xwe distirîne. Dawiyê de xwe girên çiyê davêje xwarê û dawî li jiyana xwe dide. Cihên xwekuştina wî dibe goristana wî û niha jî ziyaretgeh e.

Bavko û daykê ji xemgîniyan "neynûk namîne porr û rihên xwe birûçikînin" û dimirin. Tê texmînkirin ku diya wan ev strana dirêj stiriye lê rastiyê kes nizane.

Ji ber ku pirraniya dengbêj û gelê herêmê misilman e, di stranan de pesnê Qolîbaba bêhtir tê dayîn. Li herêmê Elewî û Sunnî bi hev re bi biratî dijîn.

Dibe ku bingeha gotegotê cuda bûye, xelkê yan dengbêjan ew li gorî rastegîniya herêmê ji bû ve vegotibûn.