Here naverokê

Graz

Graz
Dimîneke ji Grazê ji Qesra Eggenbergê
Graz City Hall
Mala hunerî a Grazê
Girava Mûrê
Zanîngeha Grazê
Graz li ser nexşeyê
Map
Graz li ser nexşeya Awistirya nîşan dide
Graz
Graz
Koordînat: 47°4′15″Bk 15°26′19″Rh / 47.07083°Bk 15.43861°Rh / 47.07083; 15.43861
DewletAwistirya, Allied-occupied Austria, Almanyaya Nazî, Federal State of Austria, First Republic of Austria, Deutschösterreich, Împeratoriya Awistirya-Mecaristanê, împeratoriya Awistiryayê, Habsburg monarchy Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Paytexta
Îdarî
 • ŞaredarElke Kahr (2021–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî127.57 km2 (4926 sq mi)
Bilindahî
353 m (1158 ft)
Nifûs
292.630 (2022) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
Koda postayê
8010, 8020, 8036, 8041, 8042, 8043, 8044, 8045, 8046, 8047, 8051, 8052, 8053, 8054, 8055 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda telefonê316 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Plakaya erebeyêLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.graz.at/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Graz (bilêvkirina almanî: [gʁat͡s]; bi slovenî: Gradec, bi mecarî: Grác) paytexta Steiermarkê ye û piştî bajarê Viyanayê duyem bajarê herî mezin ê Awistiryayê ye. Li gorî 1ê çileya 2025an de nifûsa Grazê 306.068 e.[1] Di sala 2023an de, nifûsa herêma bajarî ya mezin a Grazê (LUZ) gihîştibû 660.238 kesan.[2] Graz bi çar zanîngeh û kolejên cuda wekê bajarekî xwendina bilind tê zanin. Li hemî zanîngehan bi giştî li bajêr 63.000 xwendekar hene.[3] Navenda wê ya dîrokî (Altstadt) yek ji navendên bajêr ên herî baş parastî li Ewropaya Navendî ye.[4]

Behsa navê Grazê ya herî kevn a belgekirî vedigere sedsala 12an ku dema bajer wekî wargeheke bi hêz ê di bin desthilatdariya babenbergan de bû hatiye dîtin. Di Serdema Navîn a çiqila dawî de, bajar veguherî navendeke girîng a bazirganî û îdarî û ji sedsala 14an û pê ve, wekî rûniştgeha şaxa Awistiryaya hundir a xanedana habsbûrgê xizmet kiriye. Ev serdem bi mezinbûna çandî û mîmarî ya girîng hate nîşankirin ku bi avahiyên ronesans û barok ku navenda dîrokî ya bajêr ava kirine. Graz di heman demê de wekî keleheke leşkerî ya stratejîk li dijî împeratoriya osmaniyan berxwe daye ku ev yek di kelehên li ser Schlossberg hatine çêkirin de jî diyar dibe. Di sedsalên 19 û 20an de, pîşesazîkirin û modernîzasyona paşê Graz wekî navendeke bajarî û perwerdehî ya sereke saz kiriye ku roleke di Awistiryaya hemdem de jî didomîne.

Di sala 1999an de, navenda dîrokî ya bajêr li Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê hate zêdekirin û di sala 2010an de ev nav berfirehtir bûye û Qesra Eggenbergê (bi almanî: Schloss Eggenberg) li qiraxa rojavayê bajêr jî di nav lîsteyê de cih girtiye. Graz di sala 2003an de wekî Paytexta Çandî ya Ewropayê hate hilbijartin û di sala 2008an de bûye Bajarê Xweşiyên Kulîneriyê. Wekî din, bajar ji hêla Tora Bajarên Afirîner a UNESCOyê ve wekî "Bajarekî Sêwirîner" hatiye nas kirin.

Graz li gorî Georg Matthäus Vischer (1670)
  1. Innere Stadt
  2. St. Leonhard
  3. Geidorf
  4. Lend
  5. Gries
  6. Jakomini
  7. Liebenau
  8. St. Peter
  9. Waltendorf
  10. Ries
  11. Mariatrost
  12. Andritz
  13. Gösting
  14. Eggenberg
  15. Wetzelsdorf
  16. Straßgang
  17. Puntigam
Nifûs li gorî salan
SalNifûs±%
1968253.000—    
1991238.000−5,9%
2015273.838+15,1%
2015282.479+3,2%
2016286.686+1,5%
2018289.440+1,0%
2018286.292−1,1%
2022292.630+2,2%
Çavkanî: 2018,[5] Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  1. ^ "Zahlen + Fakten: Bevölkerung, Bezirke, Wirtschaft, Geografie - Stadtportal der Landeshauptstadt Graz".
  2. ^ "Population on 1 January by five year age group, sex and metropolitan regions". Eurostat. Roja gihiştinê 16 tîrmeh 2024.
  3. ^ "Numbers and facts: population, districts, economy, geography (Zahlen + Fakten: Bevölkerung, Bezirke, Wirtschaft, Geografie)" (bi almanî). Graz municipality. Roja gihiştinê 28 tebax 2025.
  4. ^ "City of Graz/Stadt Graz". Interreg CENTRAL EUROPE (bi îngilîziya brîtanî). Ji orîjînalê di 25 hezîran 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 11 îlon 2017.
  5. ^ "Einwohnerzahl 1.1.2018 nach Gemeinden mit Status, Gebietsstand 1.1.2018". Roja gihiştinê 9 adar 2019.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]