Gulnaz Xanim

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Gulnaz Xanim (bi texmînî * 1865 li Milazgir - † 1929 li Mûş) jineka têkoşêr û welatparêz bû.

Piştî şikestina Serhildana Şêx Seîd gelek serhildanên herêmî û piçûk li dijî Komara Tirkiyê tên lidarxistin. Êl û berên Kurd li dijî pêkutî û înkarkirina dûgela nû ya Tirk, nerazîbûnên xwe didin xuyakirin û gelek caran jî dest davêjin çek. Yek ji wan têkoşeran jî Gulnaz Xanim e. Herçendî li ser jiyana wê gelek stran hatine çêkirin jî derbarê jidayîkbûn û mirina wê de agahiyên mîsoger nînin.

Alîkarî daye Serhildana Şêx Seîd û piştî şikestinê tevî zarokên xwe li Çiyayê Kurtikê xwe parastiye. Bi destpêkirina berxwedanên herêmî yên Eşîra Xoytî (Xwêtî), Şêxoyan, Nuh Beg, Îzzed Beg, Garzan (Xerzan), Sason hwd ve Gulnaz Xanimê îcar piştgirî daye wan. Gelek caran ji bo parastina sîvîlan bi artêşa Tirk re ketiye şêr. Gorî gotinan bûye "tirsa dilê jandarmeyên Tirk" û bi taybetî li "kuştina fermandar û qumandanan" geriyaye.

Di arşîvên dewletê de gelek agahiyên derbarê wê de hene. Sîxurê heman demê yê dewletê Mehmet Şerif Fırat di pirtûka xwe ya navdar "Doğu İlleri ve Varto Tarihi -Parêzgehên rojhilatê û dîroka Vartoyê" de wiha behsa Gulnaz Xanimê dike:

"Di dawiyê de di 25'ê adarê 1926'î de Îzzed Beg bi tevî xwarziyê xwe û pêşmergeyekî xwe di şerê li Çiyayê Kuhsorê de tên kuştin. Serên wan tên jêkirin û tînin bajarê Mûşê.... Ji bo Gulnaz Xanimê biqeherînin wê ji zîndanê tînin wargeha leşkeran û serên jêkirî radixin ber wê. Jê dipirsin "Ka bibîne tu vana nasdikî yan na!". Gulnaz bi serbilindî hat hundir. Destê xwe dabû paş xwe û nêzîkî seriyan bû. Bi lingê xwe serê Îzzed Beg wê da û got "Ev serê biraziyê min e". Paşê seriyê duyemîn wê da û got "Ev jî serê lawê min e". Dema ku hat ber seriyê sêyemîn bi dileke xemgîn di ber xwe de got "Heyva viya bû, pêşmergeyekî xizmetkar û çalak bû"....Em kesên li wir matmayî man û bêdengiyeke wekî cemedê kete qereqolê. Nişka ve vê pîrekê berê xwe da serfermandar û bi serbilindî û pesindarî got "Berxê nêr ji bo kêr e!" û derket çû.

Gulnaz Xanimê ji zarokên wê diqetînin. Zarokên wê dibin rojavayê Tirkiyê û di sêwîxaneyan de xwedîdikin. Ti agahî ji zarokên wê nîne. Gulnaz Xanim 3 sal di zîndana Milazgir, Mûş û di wargehên leşkeran de dîl digirin û didin xebitandinê. Piştî 3 salî nexweşiyeke giran dikeve laşê wê. Êdî nikare ji leşkeran re bixebite. Wê dibin ber Çemê Miradê û gulebaran dikin, dikujin. Meytê wê li wir vedişêrin. Derbarê kuştina wê de hin agahiyên din jî hene.