Miskê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Gundê Miskê hat beralîkirin)

Miskê, gundekî girêdayî Efrîna başûr rojavayê Kurdistanê ye. Gundê Miskê, gundeke ser bi bajaroka Cindirêsê li hemberî Çiyayê Lêlûn ya kanton a Efrînê ( Çiyayê Kurmênc‎)li Rojavayê Kurdistanê ye. Miskê bi xwe 2 gund in, ya jorîn û ya jêrîn heye. Lê niha herdu gund gihîştine hevdu, ji ber berferehbûn û mezinbûn a hejmara xelkên wê gûndî. Ew herdu gund ji van malbatên sereke pêk hatiye ku Malbat a Hisgulkê û Malbat a Mehmemedê Murşid (Hec Qedûr)û malbat a Euyûbê Zêbê û Birîm û Henanê Seydo û Hiskê û Reşkê û Elê Koçbelê. Her weha hinek malbatên dî jî li wan herdu gundan nîştecîh bûne wek Mala Mistî û mala Abas û Mangawî û Ev sê malbat biçûkin û bi regez ereb in. Ew herdu gund, karên keştûkaliyê dikin û di serî de, zeytûn û henaran û her weha karên bazirganî jî dikin. Her weha Zimanê ku zêde tê axiftin zimanê kurdî zaravayê kurmancî ye.