Miskê
Miskê, gundekî girêdayî Efrîna başûr rojavayê Kurdistanê ye. Gundê Miskê, gundeke ser bi bajaroka Cindirêsê li hemberî Çiyayê Lêlûn ya kantona Efrînê ( Çiyayê Kurmênc)li Rojavayê Kurdistanê ye. Miskê bi xwe 2 gund in, ya jorîn û ya jêrîn heye. Lê niha herdu gund gihîştine hevdu, ji ber berferehbûn û mezinbûna hejmara xelkêln wê gûndî. Ew herdu gund ji Van malbatên sereke pêkhatiye ku Malbata Hisgulkê û Malbata Mehmemedê Murşid (Hec Qedûr)û malbata Euyûbê Zêbê û Birîm û Henanê Seydo û Hiskê û Reşkê û Elê Koçbelê. Her weha hinek malbatên dî jî li wan herdu gundan nîştecîh bûne wek Mala Mistî û mala Abas û Mangawî û Ev sê malbat biçûkin û bi regez ereb in. Ew herdu gund, karên keştûkaliyê dikin û di serî de, zeytûn û henaran û her weha karên bazirganî jî dikin. Her weha Zimanê ku zêde tê axiftin zimanê kurdî zaravayê kurmancî ye.