Harûn Elkî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Harûn Elkî
Navê jidayikbûnêHarun Ataman
Jidayikbûn1975
Elkê, Şirnex, Bakurê Kurdistanê
NeteweKurd
Cureyê muzîkêSoft-rock
PîşeHunermend
AmûrGîtar
Salên çalak1995-niha
Etîketa qeydêRed music digital
biguhêreBelge

Harûn Elkî, (1975 li Elkê, Şirnex, Bakurê Kurdistanê) hunermendekî kurd e ku cûreya muzîka soft-rockê bi kurdî dibêje.

Kariyera wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Harûn Elkî, di sala 1975an de li navçeya Elkê ya bi ser Şirnexê ve hatiye dinyayê û heta 20 saliya xwe li Şirnexê jiyan kiriye.[1] Piştre koçê bajarê Edeneyê dibe û li Navenda Çanda Mezopotamyayê dest bi perwerdeya muzîkê kiriye. Elkî, bi Koma Rewşen re dest bi kariyera xwe ya muzîkê dike. Bi heman komê re di 2 albûmên, bi navê "Asê" û "Pola Nû" derdixe.[2] Harûn Elkî cûreya muzîka soft-rockê dibêjê. Di derbarê biryara xwe ya cûreya muzîka rockê, wiha aniye ziman: "Ez dikarim bibêjim ku ev rih ji zarokatiya min ve bi min re heye".[1] Ji ber vê yekê dema ku ez 12 salî bûm, dema ku min li Elkê dixwend, têkiliyeke min a nêzîk bi cureya muzîka rockê re hebû" Di sala 2020an de albûma xwe ya solo ya yekem bi navê "Rev" derxistiye.[3]

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Albûm
  • "Asê" (bi Koma Rewşen re)
  • "Pola Nû" (bi Koma Rewşen re)
  • "Rev" (2020)
Single
  • "Seyrana Gula" (2019)

Fîlmografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Klîb
  • "Bendik" (2019)
  • "Karxezalê" (2019)
  • "Seyrana Gula" (2019)
  • "Xengilok" (2021)
  • "Meşk" (2021) (bi Tara Mamedova, Şeyhan û Gulbahar Kavcu re dibêje)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b "Rudawnet". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2021.
  2. ^ Gazetesi, Evrensel. "Rewşen'den Harun: Kürt müziğini umut ve heyecan yenileyebilir". Evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2021.
  3. ^ Duvar, Gazete (1 adar 2021). "Kürt müziğinde kara veba: Harûn Elkî" (bi tirkî). Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2021.