Di vê gotarê de agahiyên bingehîn ên li ser mijarê kêm in an jî nîn in. Divê ev gotar bi bingeha çavkaniyên heyî were berfirehkirin. Heke tu bixwazî binivîsî, "biguhêre" bitikîne.(gulan 2024)
Hayri Başbuğ (jdb. 1958, li Hênê, Diyarbekir[1]), nivîskar, lêkolîner û yek ji endamên payebilind ên MHPê û pêşengê veqetandina zareveyên kurdî jî hevûdu û projekta zazaya ye.
Pirtûkên wî ji aliye dewletê ve tên pêşniyazkirin. Li pirtûkxaneyên hemî dibistanên Tirkiyê û li girtîgehan pirtûkên wî hene. Ew di pirtûkê xwe de berê tirkbûna kurmanc û dimiliyan diparast lê di sala 1984ê ku li Bakurê Kurdistanê şerê çekdarî yê PKKê destpêkir, ji nişka ve projekta veqetandina dimiliyan ji kurmancan îlan kir.[çavkanî hewce ye] Hin kesên alîgirê projekta "Zazaistan"[çavkanî hewce ye] in, wî wekî "serokê neteweyî yê nemir" dinirxînin û rêzgirtina wî dikin. Hin ji wan kesan jî wî wekî "kesê ku bi Ebubekir Pamukçu re dixebitî û karên baş dikir lê paşê hatiye dîtin ku peyayê dewletê bûye"[çavkanî hewce ye] bi nav dikin. Di vê projektê de navê Ebubekir Pamukçu, Sedat Bucak, Mahmut Yıldırım (Yeşil) û hwd jî derbas dibin.[çavkanî hewce ye]
İki Türk Boyu; Zaza ve Kurmanclar - Du eşîrên Tirkan Zaza û Kurmanc, 1984, Weşanên Türk Kültürü Araştırma Enstitüsü
Yezidilik İnancı - Baweriya Êzîdîtiyê, 1987, Weşanên Türk Dünyası Araştırmaları Vakfı
Ravil Feyzullin’in Şiirleri - Helbestên Ravil Feyzullin (li weşanxaneyeka bênav a Teteristanê hatiye çapkirin)
Nevruz - Newroz, Li weşanxaneyeke dewletê, Stembol 1985
Doğu Anadolu Aşiretleri - Eşîrên Rojhilata Anatoliyê, Weşanên Türk Dünyası Araştırmaları, tebax 1985
Aşiretlerimizde at kültürü - Di eşîrên me de kûltûra hespan, Weşanên TDAV Stembol, 1986,
Göktürk-Uygur Zaza Kurmanc Lehçeleri Üzerine Bir Araştırma - Lêkolînekê li ser Koktirk-Ûghûr û Zaza-Kurmancan, 1984, Weşanên Türk Kültürünü Araştırma Enstitüsü
Millet ve Millî Birlik Bilinci - Netewe û zanîna yekîtiya neteweyî, Enqere, Weşanên saziya ziman a dewletê TDTKB, 1985