Sedat Edip Bucak
Xuyakirin
(Ji Sedat Bucak hat beralîkirin)
Di vê gotarê de ji yekî zêdetir problem hene. Ji kerema xwe re vê gotarê sererast bikin an jî li ser van probleman gotûbêjekê bidin destpêkirin.
|
Sedat Edip Bucak (jdb. 1960) serokê cerdewanan (bi tirkî: korucubaşı), bersûcê bûyera Susurluk a ku têkiliyên dewletê û mafyayan derxistibû holê, parlamentere berê yê DYP ya ku polîtîkayên rastgîr diparêze ye.
Bi eslê xwe kurd e. Gorî rojnameyan xwedî 10.000 cerdewanan e û li dijî kurdperweran têdikoşe. Navê wî di gelek bûyerên tarî, kirêt û bêsinciyê de derbas bûye. Gorî hin îdîayan bi saxî kurd avêtine patosê. Li dijî wî gelek dozên eroîn, kokaîn û haşhaşê hatine vekirin. Tê gotin ku ji ber ku endamê JİTEM e, dewleta Tirk wî diparêze, nahêle were darizandin.[çavkanî hewce ye]
Navê Bucak di gelek îdîayan de derbasdibe
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Veguhastina madeyên raxwarinê (eroîn hwd) ji Asya nêzîk, bi alîkarî û teknîka dewleta Tirk berî bi Ewropa
- Kuştin û windakirina zêdetirî 3.000 Kurd
- Plansaziya veqetandina zaraveyên kurdî ji hevûdu û berehevkirina Kurdan
- Îlankirina herêma federal a bi navê Bucakistan (Ji Dîlok, Rihayê heya Dersîmê herêmeke Kurdên Zazakîaxêv, Tirkoman û Ereban, bi Tirkiyê ve girêdayî li dijî Kurdan)
- Bûyera yan skandala Susurluk
- Têkilî bi kadroyên sereke yên MİT, MHP û JİTEMê re
- Xerac, mêrkujî li Siwêregê li dijî eşîrên din
- Gefa kuştinê û gilîkirina li Leyla Zana
- Kuştina parlamenterê kurd Mehmet Sincar[çavkanî hewce ye]