Hecî Baba Şêx

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Hecî Baba Şêx
Baba sheykh vs sefafshar.jpg
Jidayikbûn 1882
Mirin 30ê adara 1947
Mehabad
Hevwelatî Flag of the Republic of Mahabad.svg Komara Mehabad
Perwerde Medrese
Pîşe Serokwezîrê Komara Mehabadê
Serdem Sedsala 19an û 20an
biguherîneBelge

Hecî Baba Şêx (z. 1882 li Bokan - m. 30ê adara 1947an li Mehabadê, Rojhilata Kurdistanê) serokwezîrê Komara Mehabadê bû. Piştî şikestina hêza Kurdan di komara nû de, bi alîkariya YKSS, statûkoparêz û serkeftiyên Şerê Cîhanî yê Duyem artêşa eceman dikeve Kurdistanê. Komkujiyên hovane li dijî kurdan tên kirin. Serokkomar Qazî Mihemmed, serokwezîr Hecî Baba Şêx û endamên din ên dewleta Kurdistanê tên girtin û darizandin.

Hecî Baba Şêx çewa ku li ser îlmê olê xwedî agahî bû, li ser îlmê Felsefeya Yewnan û matematîkê jî xwediyê îlmê bû. Li ser wan pirtûkên wî hene.[1]

Di 30ê adara 1947an de li Meydana Çarçira birêvebirên Komara Mehabadê ji aliyê rejima Îranê ve tên xeniqandin.

Wêje[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  • Archie Roosevelt, Jr., "The Kurdish Republic of Mahabad", Middle East Journal, no. 1 (July 1947), pp. 247–69
  1. http://www.bitlisname.com/2015/11/19/mahabad-kurdistan-cumhuriyeti-basbakani-haci-baba-seyh-2/