Here naverokê

Heft Mêrên Hêja (rêzefîlm)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Heft Mêrên Hêja
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Heft Mêrên Hêja (sernavê resen bi tirkî Yedi Güzel Adam) rêzefîlmeke televîzyonê ya Tirkî ye ku di cureyê dîrok, ciwan, evîn û dramayê de ye ku di 19ê nîsana 2014an de li ser kanala TRT 1ê dest bi weşanê kir. Rêzefîlm bi dûblaja kurdî di kanala TRT Kurdî de hat weşandin. Senaryonivîsê rêzefîlmê Ahmet Tezcan û derhêner jî Adnan Güler e. Rolên sereke Uraz Kaygılaroğlu, Baran Akbulut, Yıldız Çağrı Atiksoy, Kemal Uçar, Orhan Kanalp û Mertcan Sevimli dileyzin. Rêzefîlm li Gurgumê hat kişandin. Rêzefîlma ku ji du sezonan pêk tê, bi beşa xwe ya 39em ku di 20ê nîsana 2015an de derketibû, xatirê xwe ji ekranan xwest.

Jiyana Cahit Zarifoğlu, Mehmet Akif Inan, Erdem Bayazit, Rasim Özdenören, Ali Kutlay, Nuri Pakdil û Alaeddin Özdenören ku di wêjeya tirkî de cihekî girîng digirin, tê vegotin. Di rêzefîlmê de her wiha çîroka nakokiya rast-çep a salên 1970yî, Komkujiya Gurgumê û rêya ku welat gav bi gav ber bi Derbeya leşkerî ya 12ê îlona 1980î ve bi çavên heft mêrên hêja vedibêje.

Lîstikvan û rol

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rêzefîlm di derdorên wêjeyî û hunerî de bi giranî hate rexnekirin.

Ali Haydar Haksal ji rojnameya Millî Gazete rexne kir ku her çend helbesta Yedi Güzel Adam ("Heft Mêrên Bedew") beriya sala 1970yî hatiye nivîsandin jî, navên ku wê demê tunebûn jî di rêzefîlmê de cih girtine. Li aliyê din Salih Sarıkaya, danasîna helbestvanan wek karakterên rêzefîlmên nûjen ên lîseyê wek amûreke çanda gelêrî rexne kir. Tayfun Atay rêzefîlm wekî projeya hêzê rexne kir. Mehmet Tarhan rexneyên giran kir ku giyanê serdemê nîşan nade.