Helawa qespê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Helawa qespê yan helawa xurmeyê cure helaweke pêjgeha kurd e ku li Amedê di meha remezanê de bo fitar û paşîvê didin ser. Qesp li Kurdistanê kêm diçê, biha ye. Li herêma Mêrdînê jî tê zanîn û xwarin.

Berkelî (melzemeyê xwarinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 6 hêk
  • 1 SA (stekana-qedeha) avê qesp (dendikên wê hatine deranîn)
  • 1/2 SA av
  • 3 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê nivîşkî

Ravek[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xurmeyan hûr bikin. Di rûnbirêşkê de rûn biqijilînin, av û qespan berdinê, heya nermijî bû sor bikin. Nava xurmeyan vebikin, hêkan biçelpîninê û derxûnê (devanga, qalpaxa quşxaneyan) bigirin. Spîka hêkê derket, ango spîka hêkê qijilî, ji ser agir daynin. Êdî dikare were ser destexaneyê (sifre).