Helin Bölek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Helin Bölek
Jidayikbûn1992
Mirin3 nîsan 2020
Stembol
Cureyê muzîkêMuzîka gela
Pîşestranbêj, çalakvan
biguhêreBelge

Helin Bölek (jdb. 1992[çavkanî hewce ye] - 3ê nîsana 2020an, Stembol, Tirkiye), stranbêj, çalakvan û endama koma Grup Yorum bû. Ji bo ku hevalên wî yê girtî bên berdan û qedexebûna ser stranên Grup Yorum bê rakirin, di roja 288em a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da.

Jiyana wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Helîn Bölek, keça malbatekê Amedê bû ku bi eslê xwe kurd e. Di ciwaniya xwe de bi hunerê re eleqeder dibû. Solîst û endamê koma ku bi gelek zimanan stran çêdikirin, koma Grup Yorum bû. Di dema operasyona polîsan de ku di meha çiriya paşîn a 2016an de li Navenda Çanda  ya Ildil a li Stenbolê hate girtin. Yekem car bi heft endamên komê re bi sûcên "berxwedana polîs, întîxar û wek endamê rêxistina DHKP-C" hate sûcdarkirin û piştre hate girtin.[1]

Helîn Bölek, Bahar Kurt, Barış Yüksel, Îbrahîm Gökçek û Ali Aracı ragihandin ku wan di 17ê gulana 2019an de dest bi greva birçîbûnê kirine. Daxwazên wan, ji bo ku hevalên wan ên li girtîgehê bên berdan, konserên wan bê serbestkirin û zextên li ser navanda çanda Îdîlê bê rakirin, bû.[2]

Di 11ê adara 2020an de, Îbrahîm Gökçek di roja 268an a rojiya mirinê û Helin Bölek di roja 265an de serê sibê bi zora polîsan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Umraniyeyê. Piştî bizorrakirina nexweşxaneyê  Parêzer Didem Unsal daxuyanî da ku dibêjin heta daxwazên wan neyê cîh dest ji greva birçîbûnê bernadin û dermankirinê napejirînin.

Helin Bölek di 3ê nîsana 2020an de, di roja 288emîn ya greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest da.[3]

Nerazîbûnên li dijî mirina wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Partiya Demokratîk ya Gelan HDP: ji bo bîranîna Helin Bölek ji hemî rêxistinên xwe re nameyek şand ku sê roj Helîn bê bibîranîn.
  • Mahsun Kirmizigul: Muzîkjenekî ku ji ber greva birçîbûna dimire, ev rewşek gelek bi êş e, pê xemgîn im.
  • Barış Atay: Bi xatîrê te rêheval… Me karibû Helîn xilas bikira, em hê jî dikarin Îbrahîm xilas bikin. Vê dengê bibihîzin... Hemî daxwazên wan ew e ku bi gel re bên ba hev. Em ê ji bîr nekin! Bi xatirê te Helîn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Bölek'in cenazesinin yıkanmasına izin verilmedi". www.gazeteduvar.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 6 nîsan 2020.
  2. ^ Kamer, Hatice (3 nîsan 2020). "288 gündür ölüm orucunda olan Grup Yorum üyesi Helin Bölek hayatını kaybetti". BBC News Türkçe (bi tirkî). Roja gihiştinê 6 nîsan 2020.
  3. ^ www.rudaw.net https://www.rudaw.net/turkish/middleeast/turkey/030420202. Roja gihiştinê 8 nîsan 2020. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)