Herbelûs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Herbelûs (1928: حربلوس / Harbélous (Ḧerbelûs); 1946: Harbelus; bi tirkî: Beybağı) gundekî Melefana Hezoyê ye ku îro dikeve parêzgeha Batmanê (Bakurê Kurdistanê). Gundekî gelek kevn e. Bi hizra di navbera 200 an jî 400 salan de ye. Dibe ku navê kund ji ber Herba Rûsan mabe. Lewra peyva Herbelûs ji herb û lûz pêk tê[çavkanî hewce ye] û bi bihorîna demê re dirûv gorandiye û bûye navê xwe yê îro.

Ev gundekî babosiyan e. Di gelek cihan de wek gundekî Xerzan jî tê bi nav kirin. Bere li gund ev hoz û eşîr hebûn: Botî, Evdalî, Mala Mistefa, Mala Simo, Mala Remezan û hwd. Gundê nêzî Herbelûz ev in: Narê û Batran (bi Sêrtê ve ne); Sêvka, Berzan, Petêxiyê, Sican û Tocgan.

Herbelûz berê 100 an jî 150 mal bû. Piştî bûyerên 1992yan gund hat valakirin. Niha gund nêzî 45 an jî 50 mal hene. Kesên ku ji gund çûn bi piranî li Hezoyê bi cîh bûn, yên din li Êlih, Stembol û Mersînê bi cîh bûn.

Niha tê gotin ku hin zengînên Hezoyê ji gundê Herbelûs in. Li Hezoyê ji wan re "herbelûsî" dibêjin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]