Hestiyên ling û pê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.


Hestiyên ling û pê beşek ji hestiyên pelepeykerê ye.

Rêzbûn, cih û hêjmara hestiyên ling û pê mîna yên hestiyên mil û dest in. Lê ji ber ko hestiyên ling û pê erkê kişandina giraniya laş û livînê bi cih tînin, piçek mezintir in û dibe ko gehên wan jî ji yên mil û dest piçek cuda bin. Her ling û peyek ji 30 hestiyan pêk tê.[1]

Hestiyên ling û pê beşek ji hestiyên pelepeykerê ye.

1 ran, li beşa hêtê mirov de cih digire.

1 kulavê çokê, li aliyê pêşiyê çokê de cih digire.

1 qamîşe û 1 telezme, li beşa çîpê de cih digirin.

7 hestiyên bazinê pê.

5 hestiyên şeyê pê.

14 hestiyên pêçiyê.

Ran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beşa hêta lingê mirov de hestiyek heye bi navê hestiyê ran (bi latînî: femur). Ran wekî hestiyê hêtê jî tê navkirin.[2] Ran ji qorikê heta çokê dirêj dibe. Li çokê, serê jêrîn ê ran bi hestiyê çîpê ve girêdan ava dike. Ran bi hestiyê qorikê, geha qorikê ava dike, bi qamîşe (hestiyê çîpê) jî geha çokê ava dike. Herdu gehên ran jî gehên bizew (livok) in. Hestiyên ran giraniya laş bi navbeynkariya hestiyên çîpê, diguhêzinin pêyan. Loma ran hestiyê herî gir, dirêj û yê herî giran e di laşê mirov de. Serê jorîn ê ran glover e û bi kortika hestiyê qorikê ve girêdayî ye.[3]

Kulavê çokê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li çokê li aliyê pêşîyê geha çokê de hestiyek sêgoşeyî heye bi navê hestiyê kulavê çokê (bi latînî: patella; bi inglîzî: kneecap). Hestiyê kulavê çokê bi hestiyên din ve girêdayî nîn e, di nav jêyên masûlkeyên hêtê (ran) de cih digire, li aliyê jêrê jî bi besterên hestiyên çîpê ve girêdayî ye.[2] Kulavê çokê geha çokê diparêze. Herwisa jeyên masûlkeyên çarserî bi alîkariya hestiyê kulavê çokê bi lêkxişandinek kêmtir, bi hêsanî xij dibe û ziyan nade hestî û kirkirkên li çokê.[1]

Giraniya laş li ser hestiyên ling û pêyan tê guhêztin.

Qamîşe û Telezme[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beşa lingê ya ji çokê heta bazinê pêyê, wekî çîp tê navkirin. Du hestiyên çîpê hene, qamîşe (bi latînî: tibia) û telezme (bi latînî: fibula). Herdu hestiyên çîpê li gel hev bi awayekî paralel ji çokê heta pêyê dirêj dibin.

Qamîşe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li çîpê de hestiyê ko barê giraniya laş dikişîne qamîşe ye. Ji hestiyê ran şûn ve, hestiyê duyemîn ê herî dirêj e.[4] Qamîşe li aliyê nav çîpan de cih digire, li kêleka wî, telezme li aliyê derveyê çîpan de dirêj dibe.[3] Serê jorê qamîşe bi hestiyê ran ve giredayî ye. Di navbera herdu hestiyan dê geha çokê heye.

Serê jêrê qamişeyê bi bazinê pê ve girêdayîye. Niçikek ji serê qamîşeyê dirêj dibe, ev niçik gûzika hundir a pê ava dike.

Telezme[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Telezme hestiyê herî zirav ê ling e. Serê jorê telezmeyê bi qamîşeyê ve girêdayîye, serê jêr jî bi hestiyên bazinê pê ve girêdayî ye. Gûzika derve ya pê, ji niçika serê hestiyê telezmeyê pêk tê.[5] Li ser telezmeyê bandora giraniya laş tune ye. Ango erkê vî hestiyê ne ji bo destekkirina giraniya laş e. Lê ji bo gellek masûlkeyan rûyê girêdanê dabîn dike.[1]

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hestiyên pê ji hestiyên bazinê pê, şeyên pê û pêçiyan pêk tê.

Heft hestiyên bazinê pê (bi latînî: ossa tarsi; bi inglîzî: tarsal bones) hene. Ji vana hestiyê paniyê yê herî gir e. Hestiyên bazinê pê dişibin hestiyên meçeke yên destê. Lê şêwe û rêzbûna hestiyên bazinê pê piçek cuda ye. Hestiyên bazinê pê ji du rêzan pêk tê rêza yekem ji sê hestiyan pêk tê û bi hestiyên çîpê ve girêdayî ne. Rêza duyem ji çar hestiyan pêk tê û bi hestiyên şêyên pê ve girêdayî ne. Hestiyên bazinê wekî beşek pê kar dike. Bi alîkariya van hestiyan, bazinê pê dikare giraniya laş bikişîne.[1]

Hestiyên şeyê pê (bi latînî: ossa metatarsi; bi inglîzî: metatarsal bones) pênc in, di navbera hestiyên bazinê pê û pêçiyan de cih digirin.[4] Serê hestiyê şeyê ya bi pêçiya mezin ve girêdayî, pîçek gir e, ji vê beşê re tê gotin girêka pê.[3]

Pêçî (bi inglîzî: toe) ji 14 hestiyên pêçiyê (bi latînî: phalanges) pêk tên. Hestiyê pêçiyan jî wek hestiyên tiliyan rêz dibin.[3] Pêçiya mezin (pêçiya beranê) ji du hestiyên pêçiyê pêk tê. Her yek ji pêçiyên din ji sê hestiyên pêçiyê pêk tên.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  2. ^ a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  3. ^ a b c d Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  4. ^ a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  5. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.