Serhado

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Serhado
Jiyan
Navê jidayikbûnêSerhad Ayaz
Jidayikbûn15ê kanûna pêşîn a 1984an (39 salî)
Stokholm, Swêd
NeteweKurd
Cureyê muzîkêHip-hop, Rap
PîşeMuzîka Rap
Salên çalak2007-heta niha
Etîketa qeydêDeutsch-Kurdisches Kulturstintut, Kom Muzîk
Çalakiyên têkildarBeyto Can, Hozan Serhad, Simar, Şehrîban
biguhêreBelge

Serhado navê wî yê rastî Serhad Ayaz[1][2](jdb. 15ê kanûna paşîn a 1984an, Stokholm, Swêd[3]), stranbêjekî kurd yê rapper e. Serhado yek sitranbêjên pêşîn e ku sitranên rapê bi kurdî dibêje.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serhado, Ew li Stockholma paytexta Swêdê di malbateke bi eslê xwe kurd de hatiye dinyayê.[4] Malbata xwe ji gundê Helex a navçeya Midyadê li Bakurê Kurdistanê ye. Malbata wî di salên 1970î de hatiye Swêdê. Serhado, pêşî li Stockholmê, bi dû re li Sollentuna yê li ber destê dayîka xwe û tevî xwîşk û birayê xwe mezin bûye. Wî bavê xwe pir nedîtiye ji ber ku bavê wî li Brukselê (Belçîka) xebatkarê Med TVyê bûye.

Bavê xwe yê ku di Med TV de dixebitî, di temenekî biçûk de winda kir.

Pêşveçûnî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Salên Pêşîn (2007-niha)

Di 13 saliya xwe de bi muzîka Rapê re têkildar bû. Pêşî dest bi muzîka swêdî kir. Bi zimanê xwe yê zimane kurdî Ew ji çêkirina muzîka rap ditirsiya. Pişt re jî ji vê tirsê derbas bû û bi kurdî dest bi muzîka rapê kir.

Di sala 2007'an de yekemîn albûma xwe ya bi navê 'Xewna Jiyan (Hiphop bi Kurdî)' derxistin. Di albûmê de stranên Lo Dilo û Gulen Gulistane eleqeyek mezin kişandin. Di sala 2009'an de albûma xwe ya duyemîn bi navê 'Xeyela Evîn' derxist. Ez Kurdistan im, Zimane Kurdî û Ji wê demê û vir ve, perçeyên Herteşti bala giran kişandiye ser xwe.

Di sala 2013'an de albûma 'Bihuşta Xeyalan' derxist û demekê ji derxistina albuman rawestiya. Ew di sala 2020-an de bi albûma 'Ax' dîsa vegeriya.[2]

Serhado, Sal berê ji Êlihê derketibû Antalyayê. Li ser rê ji aliyê ekîbên polîsan ve hat binçavkirin. Sedema wê jî ew bû ku li Sêrtê ji ber lêpirsînê hat binçavkirin. Serhad ê ku demekê hat binçavkirin, piştre hat berdan.[5]

Her wiha Serhado bi stranbêja Kurd Şehrîbana Kurdî re ji bo tîma futbolê Amedsporê ku li bajarê AmedêBakurê Kurdistanê kar dike, stranek çêkir.

Gotinên stranên Serhado[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serhado dibêje: “Gotinên stranên min li ser neynika dilê min û serê min in. Ez behsa derûdore xwe dikim: evîn, neheqî û tiştên wiha[çavkanî hewce ye].”

Serhado, dibêje her kes li gorî xwe têkoşînê dike, ez jî bi rêya muzîkê têkoşînê dikim[çavkanî hewce ye]. Albûmeke Serhado ya bi navê Xewna Jiyan derket.

Albûm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Radio, Sveriges. "Hîphopvan Serhado li Sêrtê hat binçavkirin - Radio Sweden Kurdish - ڕادیۆی سوید - Radyoya Swêdê". sverigesradio.se. Roja gihiştinê 8 tebax 2021.
  2. ^ a b "Rapper aims to give Kurdish people hope | DW | 26.11.2012". Deutsche Welle (www.dw.com) (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 5 adar 2008.
  3. ^ Serinci, Deniz Berxwedan. "Rapper Serhado for retten". Jiyan.dk (bi danmarkî). Roja gihiştinê 8 tebax 2021.
  4. ^ Aslanoglu, Mehmet (2007). "Hunermend Serhado: Hiphop muzîka serhildanê ye" (PDF). Tîroj. 26: 56.
  5. ^ "Kürt rapçi Serhado gözaltına alındı!". Evrensel (bi tirkî). Roja gihiştinê 2023-09-22. {{cite web}}: Ji bo parametreya |archive-date= parametreya |archive-url= hewce ye (alîkarî); Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-arşîvê= (alîkarî)

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]