Hormona handerê tenê zer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
LH û FSH ji hîpofîza pêş tên derdan.

Hormona handerê tenê zer (bi înglîzî: luteinizing hormone(LH)) hormonek gonadotropî ye, ji hîpofîza pêş a mê û nêran tê derdan û hêkdank û gun ji xwe re dike armanc.

Kurtenavê hormona handerê tenê zer “LH” ye. Di destpêkê de ji zanyaran wetrê LH tenê di laşê mêyan de tê berhemkirin û bandor li ser çêbûna tenê zer dike. Loma ji ber erkê wê ya di laşê mêyan de, ev hormon wekî hormona handerê tenê zer hatiyê navkirin.[1] Îro êdî em dizanin dama mirov dikeve temenê pêgihîştinê, LH di laşê mê û nêran detê berhemkirin.[2]

Ji hîpotalamusa nêr û mêyan, hormona derpirandinê (bi înglîzî: gonadotropin-releasing hormone (GnRH)) tê derdan, bi bandora hormona derpirandinê, ji hîpofîza pêş LH tê berhemkirin û derdan.

Pêkhate[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hormonên ko çalakiya hêkdank û gunan han dikin û rêk dixin, wekî hormonên gonadotropîn tên navkirin. LH û FSH hormonên gonadotropîn in.[3]LH ji polîpeptîdan û koma karbohîdratê pêk tê ango LH hormonek glîkoproteînî ye. LH jî wekî mîna FSH ji du beşan pêk te, glîkoproteîna-α û glîkoproteîna-β. Polîpeptîda-α ji 89 asîdên amînî, polîpeptîda-β jî ji 115 asîdên amînî pêk tê.[4]

Di laşê mêyan de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

LH perisîna tenê zer (bi latînî: corpus luteum) han dide. Ji tenê zer hormona êstrocen, procesteron û înhîbîn tên derdan.[5]Her ko xaneya hêkê di çikildanê de diperise, xaneyên çikildanê hê pirtir ji hormona êstrocen der didin. Zêdebûna rêjeya êstrocena xwînê, li ser hîpotalamus û hîpofîzê bandorek paşaragihandina erenî dike, Ji hîpofîzê bi mêjerek zedê LH tê derdan, di xwînê de asta LH ji nişkê ve zê dibe. Ji ber zêdebûna asta LHyê, çikildan diqelişe, xaneya hêkê ji hêkdankê der dikeve û derbasê coga hêkê dibe.[6] Ji wê gavê şûnve paşargîhandina erenî bi dawî dibe. Piştî hêkdanê (bi înglîzî: ovulation), paşmayîyên çikildanê di hêkdankê de dimînin û diguherên bo tenê zer. Ji tenê zer procestron û êstrocen tê derdan evan hormonan bi paşaragihandina neyînî derdana LH û FSHyê kêm dikin.[6]

Di laşê nêran de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

LH di gunan de xaneyên Sertoli han dike bo derdana testosteronê, testosteron giring e ji bo perisîna sperman û peydabûna sîfetên zayendî yên duyem.[6]

Di gunan de xaneyên Leydig heye. Xaneyên Leydig di navbera spermeborrîkeyan de cih digirin. LH bi wergirên xaneyê leydig girê dibe û derdana testosteronê rêk dixe. Loma di nêran de li dewsa LH, hin caran “hormona handerê xaneyên navber” (bi înglîzî:i ntersti-tial cell stimulating hormone (ICSH))tê bikaranîn.[1] Testosteron jî bi paşragihandina erenî û neyînî berhemanîn û derdana LH û FSHyê rêk dixe.

Dema rêjeya testosteron di xwînê de kêm be, çalakiya hîpotalamus û hîpofîzê zêde dibe bo derdana FSH û LHyê, her ko LH zêde dibe di xaneyên leydig de berhemanîna testosteron zêde dibe.[7] Bi zêdebûna rêjeya testosteronê, rê li ber berhemanîna LH Û FSH tê girtin.[8] Bi vî awayê hormonên testosteron û LH rêjeya hev rêk dixin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  2. ^ Jones, M., Fosbery, R., Gregory, J., & Taylor, D. (2014). Cambridge International AS and A Level Biology Coursebook with CD-ROM (4th ed.). Cambridge, MA: Cambridge University Press
  3. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  4. ^ Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  5. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  6. ^ a b c Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  7. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  8. ^ Cell biology and histology / Leslie P. Gartner, James L. Hiatt, Judy M. Strum. — 6th ed.