Testosteron

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pêkhateya molekula testosteronê

Testosteron hormonek zaûzê ya nêran e, herî zêde di gunan de tê berhemkirin.

Hormona testosteron madeyek steroîd e[1]. Steroîd corek çewerî ye. Zincîra karbonên steroîdan ji çar xelekên bi hev re girêdayî pêk tê, sê xelek şeşgoşeyî, xelekek jî pênc goşeyî ye[2].

Testosteron di xaneyên Leydig de tê berhemkirin[3]. Xaneyên Leydig, xaneyên navber in di navbera spermeborrîkan de. Di laşê mirovê bi temenê pêgihîştî de % 20ê giraniya gunan ji xaneyên Leydig pêk tê[4]. Di laşê dergûşên nûbûyî de bi qasî çend mehan hejmara xaneyên Leydig zêdeye, di heman demê de di laşê dergûşê de derdana testosteron jî zêde ye. Di temenê zaroktiyê de di gunan de hema bêje qet ji xaneyên leydig namîne û ji gunan derdana testosteron jî radiweste. Di destpêka temenê pêgihîştinê de hejmara xaneyên leydig û derdana hormona testosteronê zêde dibe, ev rewş dibe sedema peydabûna sîfetên zayendî yên duyem û destpêkirina çêkirina sperman[5]. Di dema perisîna korpeleyê de di laşê korpeleya nêr de berhemkirina testosteron girîng e bo çêbûna endamên zaûzê yê nêrê[6].

Bandora testosteron di temenê korpeleyî de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di laşê korpeleyê 9-10 hefteyî de xaneyên leydig dest bi berhemkirin û derdana hormona testosteronê dikin. Di laşê korpeleyê (bi înglîzî: fetus) de du erkên serekî yê hormona testosteronê heye;

1. Cudahiya zayendî, çêbûn û perisîna endamên zaûzê di korpeleyê de.

Bi derdana testosteron, hin şaneyên korpeleyê diguherin bo çêbûna çûk û tûrikê gun. Heke testosteron neyê derdan şaneyên korpeleyê diguherin bo endamên zaûzê yên mêyê[6]. Herwisa ji bo perisîna rijênê prostat, çikildanên tovavê jî pêdivî bi hormona testosteronê heye[7].

2. Ji zikekelênê ber bi tûrikê gun ve daketina gunan.

Gunên korpeleyê di zikekelênê de diperisin, du meh berê zayinê herdu gun ber bi jêr ve dilivin û dikevin nav tûrikê gun. Tûrikê gun, ji kîsekek bi çerm dapoşî pêk tê û ji berranê ber bi derve daliqandî ye. Erkê serekê yê tûrikê gun hênikkirina sperman e[3].

Bandora testosteron di temenê pêgihîştî de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di laşê mirovê bi temenê pêgihîştî de du erkên testosteronê heye;

Bandora li ser endamên zaûzê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Testosteron qebareya çûk, gun û tûrikê gunan zêde dike. Ji destpêka temenê pêgihîştinê (10-14 salî) heta temenê 20 saliyê, çûk û gûn gir dibin[7]. Herwisa ji bo berhemanîna sperman jî pêdivî bi testosteronê heye.

Bandora li ser peydabûna sîfetên zayendî yên duyem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di laşê nêran de çûk û gun, di laşê mêyan de zê û hêkdank sîfetên zayendî yên yekem in.

Sîfetên reftarî (bi înglîzî: behavioral) û fîzîkî yên ko nêran ji mêyan cuda dikin jî wekî sîfetên zayendî yên duyem(bi înglîzî: secondary sexual characters) tên navkirin. Sîfetên zayendî yên duyem ên nêran bi bandora hormona testosteronê, di dema temenê pêgihîştinê (bi înglîzî: puberty) peyda dibin. Testosteron xaneyên armanc de çêbûna proteînan han dike, bi çêbûna proteînan jî di laşê nêran de guherîn rû dide. Ev rewş dibe sedema peydabûna sîfetên zayendî yên duyem[7].

Ji ber bandora testosteronê ya li ser çêbûna proteînan, giraniya masûlkeyên nêran %50 zêdetir dibe. Testosteron leza guhêztina asîdên amînê bo xaneyên masûlkeyan bilintir dike. Di nav masûlkexaneyan de proteîn tê çêkirin û embarkirin, bi vî awayê qebareya masûlkeyan zêde dibe. Herwisa testosteron hilweşîna proteînan jî kêmtir dike[7].

Testosteron bandor li ser hestiyan jî dike. Bi bandora testosteronê, di hestî de hê pirtir proteîn tê berhemkirin û hê pirtir kalsiyum tê embarkirin bi vî awayê di laşê nêran de stûriya hestiyan zêdetir dibe.

Hormona testosteronê stûriya çerm zêde dike. Ji ber ko hê pirtir proteîn di çermê wan de hatiye embarkirin, çermê nerê mirovan ji yê mêyê mirovan stûrtir e. Herwisa testosteron derdana rijênên çewrî yên çerm zêde dike[8].

Di temenê zaroktiyê de mûyên laşê kur û keçan bê reng e, mîna hirî nerm e, zirav û kin e. Bi destpêka temenê pêgihîştinê, ji ber hormona testosteronê, mûyê laşê xortan diguhere, mû dirêj dibe, melanîn û stûriya mû zêde dibe, mû dibin mûyên mayînde. Bi taybetî rî, simbêl, mûyên li sing, mûyên binçeng û rûv, mûyên zik, mil û çîpên xortan hê pirtir diguherin û dibin mûyên mayînde. Di laşê keçan de mêjera testosteronê pir hindik e, loma ji xeynî mûyên binçeng û rêv bi gelemperî, mûyê laşê wan lawaz dimîne.

Bi bandora testosteronê; masûlkeyên qirrikê gir dibin, firehî û dirêjiya qirrikê zêde dibe, dengejê stûr dibin bi vî awayê dengê zirav ê zaroktiyê diguhere bo dengê stûr[9].

Di salên destpêka temenê pêgihîştinê de rêjeya metabolî ya bingehîn (bi înglîzî: basal metabolic rate), bi bandora testosteronê bi qasî %5 heta %10 zêde dibe. Ev zêdebûn ji ber çêbûna proteînan rû dide[7].

Testosteron bandor li ser xwîn û xaneyên xwînê jî dike. Ji ber handera testosteronê hejmara xirokên sor di temenê pêgihîştinê de gellek zêde dibine, di heman demê de plazmaya xwînê jî zêde dibe bi vî awayê qebareya xwîna nêran ji ya mêyan zêdetir dibe.

Di laşê nêran de rêjeya testosteronê, di temenê 20an de di asta herî bilind de ye. Piştê temenê 30yan, her sal rêjeya testosteronê qasî %1 kêm dibe[10]. Li gel nêran, di laşê mêyan de jî hinek ji hormona testosteron tê berhemkirin. Rijênê adrenal û hêkdankên mêyan hinek testosteron berhem dikin[10]. Testosterona di laşê mêyan de, dibe sedema xurtbûna mûyên rêv û binçeng. Herwisa testosterona mêyan dibe sedema peydabûna hestê zaûzêkirinê (lîbîdo)[11].

Rekxistina hormona testosteron di laş de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di laşê mirov de berhemkirina sperm û rêjeya testosteron bi rêka paşragihandina neyînî tê rêkxistin

Ji destpêka temenê pêgihîştênê heta dawiya jiyanê, di laşê nêran de ji hîpotalamusê hormonên derpirandin tê derdan. Yek ji van hormonên derpirandinê, wekî hormona derpirandin a rijênên zaûzê (bi înglîzî: gonadotropin- releasing hormone,(GnRH)) tê navkirin[12]. GnRH bi navbeynkariya xwînê digihîjê hîpofîzê. Ji ber bandora GnRH, ji pila pêş a hîpofîzê, hormona handerê çikildanê (FSH) û hormona handerê tenê zer (LH) tê derdan.

LH di gunan de xaneyên Leydig han dike bo berhemkirin û derdana androjenan. Andorojen navê gelemperî ye bo koma hormonên zaûzê yên nêran. Ango androjen li ser girbûn û perisîna koendama zaûzê ya nêran banor dikin. Testosteron androjena herî zêde û ya çalak e di laşê nêran de. Xaneyên leydig rojê bi qasî 6 heta 7 mg testosteron berhem dikin, bi vî awayê koendama zaûzê ya nêrê erkê xwe birêkûpêk cih tîne[5]. Piraniya androjenan di gunan de tên berhemkirin, lê hinek ji di tûkila rijênê adrenal de tên berhemkirin[13]. Bi bandora LHê di laş de asta rêjeya testosteron bilind dibe. Testosteron girbûn û xurtbûna koendama zaûzê ya nêrê dabîn dike, herwîsa çêbûna sîfetên zayendî yên duyem jî han dike[14].

FSH bi hevkariya testosteronê, di spermeborrîkan de xaneyên Sertolî han dike ji bo çêbûna sperman. Bi bandora FSH, ji xaneyên Sertolî, hormonek tê derdan, ev hormon wekî hormona inhîbîn tê navkirin. Înhîbîn bandor li ser hîpofîzê dike û derdana FSH ê dide rawestandin. Bi vî awayê derdana testosteron jî tê kêmkirin[5].

Di laşê mirov de berhemkirina sperm û rêjeya testosteron bi rêka paşragihandina neyînî (bi înglîzî: negative feedback) tê rêkxistin.

Dema di xwînê de asta xestiya testosteronê nizim be, ev rewş hîpotalamuse han dike bo derdana hormona derpirandinê. Lê heke di xwînê de xestiya testosteron ji asta asayî bilintir bibe, testosteron derdana GnRHê dide sekinandin[11]. Bi rawestîna derdana GnRH, îcar ji hîpofîzê derdana LH û FSH tê sekinandin. Testosteron dikare derdana hîpofîzê bi tena serê xwe jî rawestîne[14]. Hormona inhibin jî derdana FSHê kêm dike. Bi rêka paşargihandina neyînî, di xwînê de xestiya asayî ya FSH û LH tê rêkxistin, bi vî awayê hevsengiya navekî (bi latînî: homeostasis) tê dabînkirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  2. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  3. ^ a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  4. ^ Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  5. ^ a b c Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  6. ^ a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  7. ^ a b c d e Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  8. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  9. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  10. ^ a b Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  11. ^ a b Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  12. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  13. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "androgen". Encyclopedia Britannica, 2 Nov. 2021, [1]. Accessed 4 December 2021.
  14. ^ a b Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).