Here naverokê

Hêkdank

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hêkdank an jî hêlkedan (bi înglîzî: ovary) cotek endamê zaûzê ya mêyan e bo çêkirina xaneya hêkê û berhemanîna hormonên mêyê.[1]

Xaneyên hêkê di hêkdankan de tên embarkirin û persîn heta ko bi hêkdananê (bi înglîzî: ovulation) ber bi coga hêkê tên avêtin.[2] Hormonên wekî êstrogen, procesteron û înhîbîn ji aliyê xaneyên nav hêkdankan ve tên berhemkirin û derdan.

Pêkhateya hêkdankê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di laşê mêyan de du hêkdank heye û her yek li aliyêkî malzarokê de cih digirin.Dirêjiya hêkdankan bi qasî 2.5 – 3.5 cm, firehiya wan 2cm û stûriya wan jî 1 cm e.[2]Hêkdank di hewzekelênê de cih digirin[3]û bi navbeynkariya bestera hêkdankê, bi beşa jorê ya malzarokê ve girêdayî ne. Bestera pehn û bestera hilawestîner a hêkdankê , hêkdankan di nav hewzekelênê de mikûm dikin. Lûleyên xwînê, demar û lûleyên lîmfê di nav bestera hilawestîner de dirêjê nav hêkdankê dibin.[4] Gun û hêkdank endamên homolog in. Endamên ko pêkhate, perisîn û cihê wan di laş de mîna hev in û ji heman cor şaneyên embriyoyê peyda dibin, wekî endamên homolog tên navkirin. Ne hewceye ko erkê endamên homolog heman be. Wekî mînak; mil û destê mirov û baskê balîndeyan endamên homologê hev in. Herwisa gun û hêkdank jî endamên homolog in, ji heman şaneyên embriyoyê pêyda dibin, hormon û xaneyên zaûzêyê berhem dikin, lê ji hin aliyan ve gun û hêkdank ji hev cuda ne.[5] Perisîn û çalakiya hêkdankan ji aliyê hîpotalamus û hîpofîzê ve tê rêkxistin.[2]Her hêkdank ji du beşan pêk tê: kirok (bi latînî: medulla) û tûkil (bi latînî: cortex)

Kirok beşa navî ye û ji bestereşaneya sist pêk tê. Kirok lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê, demarerîşal û gurzeyên lûsesmasûlke lixwe digire.[6]

Beşa aliyê derveyî hêkdankan wekî tûkil tê navkirin. Tûkil bi rûkeşeşaneyê dapoşrav e. Di bin çîna rûkeşeşaneyê de çîna sipîk (bi latînî: tunica albuginea) cih digire. Çikildanên hêkdankê di beşa tûkilê de, di bin çîna sipîk de cih digirin. Çikildan ji xaneya hêkê ya negihîştî û xaneyên derdanî (bi înglîzî: endocrine cells) pêk tê.[7]Hêkexaneya (xaneya hêkê) negihîştî wekî oosît (bi latînî: oocyte ) tê navkirin.[8]Di beşa tûkil a her hekdankek de bi hezaran çikildanên hêkdankê cih digirin. Li gor rêjeya perisînê, ne yek lê çendan cor çikildanên hêkdankê heye. Herwisa li gel çikildanan, pêkhateyên wekî tenê zer û tenê spî jî di hêkdankan de cih digirin.

Çikildanên hêkdankan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çikildana pêşîn (bi înglîzî: primordial follicle)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Wêne:Perisîna çikildanan ku.png
Di laşê mêya bi temenê pêgihîştî de her meh hekdanek çalak dibe.

Çikildanên herî negihîştî yên hêkdankê ne. Ango çikildanên pêşeng in. Ji hêkexane ya negihîştî û ji rêzek çikildanexane (xaneyên çikildanê) yên li derdora hêkexaneyê pêk tê.[9] Di qonaxa çikildana pêşîn de hêkexane ya negihîştî, ango oosît, wekî oosîta yekem (bi înglîzî: primary oocyte) tê navkirin. Perisîna Oosîtan di qonaxa profaz a miyoza yekem de hatiye rawestandin. Dema ji dayikbûnê de, di hêkdankên dergûşa mê de bi qasî 1.5 milyon çikildanên pêşîn heye.[4] Di temenê pêgihîştinê de ango di temenê 12-14 salî de hêjmara çikildanên pêşîn dadikeve 400 hezarî.[10]

Çikildana yekem (bi înglîzî: primary follicle)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di destpêka temenê pêgihîştinê şûnve (12-14 salî) bi bandora hormona handerê çikildanê (FSH), çikildana pêşîn diperise û çikildana yekem peyda dibe.[6] Di her çikildanek yekem de oosîta yekem, bi rêzek an jî pirtir rêzên çikildanexane yên şeşrûyî dapoşrav e. Di çikildana yekem de çikildanexane êdî wekî xaneyên granuloza (bi înglîzî: granulosa cells) tên navkirin. Hormona êstrocen ji xaneyên granuloza tê derdan. Çikildanên yekem hem diperîsîn hem jî hormona êstrocen der didin. Êstrocen û procesteron guherîna navpoşê malzarokê han dikin.

Çikildana duyem (bi înglîzî: secondary follicle)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji geşbûna çikildana yekem, çikildana duyem çêdibe. Çikildana duyem ji oosîta yekem, gellek çînên xaneyên granuloza û antrumê pêk tê. Di vê qonaxê de oosîta yekem ji aliyê du pêkhateyên parezêr ve hatiye dorpêçkirin. Ji van pêkhateyan, a yekem wekî navçeya zelal (bi latînî: zona pellucida) tê navkirin û li ser oosîde de cih digire, pêkhateya din jî wekî taca tîrojî (bi latînî: corona radiata) tê navkirin.[4] Taca tîrojî li ser navçeya zelal cih digire. Beşa di navbera taca tîrojî û xaneyên granuloza bi şileyek tijî ye, navê vê beşê antrum e.

Çikildana gihîştî (bi înglîzî: Graafian follicle)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çikildana gihîştî ji oosîta duyêm a bi navçeya zelal û taca tîrojî dorpêçî, ji firerêzên xaneyên granuloza û ji antrumek fireh a bi şile tijî pêk tê. Oosîta duyem miyoza yekem temem kiriye, ango edî haploîdî ye û di qonaxa metefaza miyoza duyem de rawestî ye. Di qonaxa çikildana pêgihîştî de çikildan û antrum gellek mezin xuya dibin.

Bi bandora hormona handerê tenê zer (LH), çikildana pêgihîştî diqelişe û oosîta duyem ber bi coga hêkê tê paldan. Beşa mayî ya çikildanê, di nav hêkdankê de diguhere, qabareya xaneyên çikildane (xaneyên granuloza) zêde dibe û xane bi çewrî tijî dibin. Çewrî rengê zer dide xaneyên çikildanê. Ev beşa zer a çikildana bêoosît êdî wekî tenê zer (bi latînî: corpus luteum) tê navkirin. Tenê zer di nav hêkdankê de hormonên procesteron û êstrocên berhem dike û der dide.[11] Evan hormonan navpoşê (rûyê navî) malzarokê stûrtir dikin bo çeqîna embriyoyê.

Temenê tenê zer bi qasî 12-14 roj e.[12]Paşê tenê zer ji aliyê xaneyên hellûşêner ve tên hilweşandin, pêkhateyêk spî ya ji bestereşane peyda dibe. Navê vê pêkhateyê tenê spî ye (bi latînî: corpus albicans). Piraniya tenê sipî tê mijandin, hinek ji tenê spî jî di nav hêkdankê de mîna lekeyên sipî dimîne.

Erkê çikildanan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Çikildanên hêkdankê xurek dabîn dikin bo hêkexane ya negihîştî.
  • Dema hêkdananê rêk dixe.
  • Malzarokê, cogên hêkê û zêyê amade dike bo pîtîna hêkê ji aliyê sperm ve.
  • Navpoşê malzarokê amade dike ji bo çeqîna hêka pîtandî.
  • Di destpêka ducaniyê de bo korpeleyê hormonên êstrocen û procesteron berhem dike, paşê heman hormon ji aliyê hevalbiçûkê (plasenta) ve tê berhemkirin û derdan.[13]
  1. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  2. ^ a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  3. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  4. ^ a b c McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  5. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  6. ^ a b Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  7. ^ Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  8. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  9. ^ Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  10. ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  11. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  12. ^ Jerome F. Strauss, Carmen J. Williams.Yen & Jaffe's Reproductive Endocrinology (Seventh Edition) 2014 ISBN 9781455727582
  13. ^ Jones, M., Fosbery, R., Gregory, J., & Taylor, D. (2014). Cambridge International AS and A Level Biology Coursebook with CD-ROM (4th ed.). Cambridge, MA: Cambridge University Press