Hormona prolaktîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Li gel hormona prolaktînê, mijandin jî derdana şîrê zêde dike.
Şîr ji rijênên şîrê yên memik tê berhemkirin û derdan

Hormona şîrê û hormona luteotropî navên din ên hormona prolaktînê ye. Hormona prolaktîn (PRL), hormonek peptîdî ye. Derdana sereke ya PRL ji loba pêş a hîpofîzê ye. Ji xeynî hîpofîza pêş hinek prolaktîn ji malzarokê, ji çerm, ji memikan, ji xaneyên bergiriyê û ji rijênê prostatê jî(di laşê nêran) tê derdan.[1] Karigeriya sereke ya hormona prolaktînê li ser rijênê şîr e. Eger di nav xwînê de bi têra xwe prolaktîn hebe ev rewş bandor li ser rijênên şîr dike ku şîr berhem bikin. Hormona prolaktîn şîr berhem dike lê ji memikan derdana şîr bi bandora hormona oksîtosînê pêk tê.

Oksîtosîn rijênên şîrê girj dike ku zorê li şîra nav rijênan bike. Bi vî awayê şîr ber bi gupika memik diherike. Gava dergûş memik dimijê, ji gupika memik hin sînyal digihîje hîpotalamusê, hîpotalamus li ser hîpofîzê bandor dike ku prolaktîn berhem bike û der bide. Ango mijandina memik, berhemanîna şîr zêde dike.

Du hormon, hormona estrojen û hormona dopamîn li ser derdana prolaktînê bi bandor in. Hormona estrojen ji hêkdank û ji plasentayê tê derdan. Eger mêjera estrojena xwînê zêde bibe, ev reş ji boy derdana prolaktîn dibe hander û hîpofîz hê pirtir prolaktîn berhem dike. Hormona dopamîn li ser prolaktînê bandora neyînî dike. Gava dopamîna xwînê zêde bibe, hîpofîz berhemanîn û derdana hormona prolaktînê kêm dike.[2]

Ji xeynî berhemanîna şîr hin bandorên din ên prolaktînê jî heye.

Bi destpêka ducanitiyê de di laşê dayikê de gelek guherîn çêdibe. Yek ji van guherînan, derbarê zêdebûna dilnermiya dayikê ye. Bi bandora hormona prolaktîn dayik hê pirtir li dergûşa xwe xwedî derdikeve û diparêzê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Endocrine Society, What does prolactin do?
  2. ^ ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Prolactin