Oksîtosîn
Oksîtosîn di laşê nêr û mê yan de di demarexaneyên derdanî (bi înglîzî: neurosecretory cells) yên hîpotalamusê de tê berhemkirin, di hîpofîza paş de tê embarkirin û derdan. Herwisa li gel demaxê, li gun, malzarok û plasentayê de jî oksîtosîn tê berhemkirin û derdan.[1]
Oksîtosîn hormonek pepetîdî ye û ji neh asîdên amînî pêk tê.[2]Temenê nîvbûnê ya oksîtosînê bi qasî 6 xulek e.[3]Di laşê mêyan de oksîtosîn bandor li ser girjbûna malzarokê û rijênên şîrê dike.[4]
Oksîtosîn û zarokanîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di dirêjiya ducaniyê de derdana oksitosînê ji aliyê êstrocen û procesteronê ve tê astengkirin. Di dawiya ducaniyê de derdana herdu hormonan ji nişka ve dadikeve û derdana oksîtosînê jî zêde dibe.[3]Ber bi qonaxên dawî yên ducaniyê de peresîna korpeleyê temam dibe. Di diwarê malzarokê de hejmara wergirên oksîtosînê zêde dibe. Loma hestiyariya malzarokê bo oksîtosînê zêdetir dibe. Oksîtosîn stûyê malzarokê sist dike, loma stûyê malzarokê fire dibe û dergûş dikeve coga zarokanînê. Firehbûna stûyê malzarokê jî derdana oksîtosînê zêde dike.[5]
Dema serê dergûşê bi stûyê malzarokê ve temas dike, wergirên stûyê malzarokê han dibin û demareragihandin dişînin bo hîpotalamusê. Hîpotalamus hê pirtir oksîtosîn berhem dike û der dide. Di nav xwînê de zêdebûna rêjeya oksîtosînê, girjbûna masûlkeyên malzarokê bihêztir dike û dergûş ber bi coga zarokanînê ve tê tehnkirin. Oksîtosîn bandor li ser plasentayê dike û ji plasentayê prostaglandin dide derdan. Prostaglandîn girjbûna masûlkeyên malzarokê hê xurttir dike.[3]
Oksîtosîn û derdana şîr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Oksitosîn girjbûna xaneyên lûsemasûlkeyê yên derdora rijênên şîrê han dike, bi vî awayê şîr ji gopikê memikê diherike.[6]Ji bo derdana oksîtosînê kartêkira (bi înglîzî: stimulus) sereke, mijîna memikan e.
Li derdora gopika memikê de gellek ji wergirên temasê hene. Gava nûza (dergûş) gopika memikê dimije, wergirên temasê han dibin. Wergir demareragihandin dişînin hîpotalamusê. Hîpotalamus ji mijînê agahdar dibe û sinyal dişine hîpofîza paş ko oksîtosîna embarkirî der bide nav xwînê. Gava oksîtosîn bi navbeynkariya xwînê digihîje rijênên şîrê, xaneyên navpoşê cogên rijênên şîrê girj dike, şîr ji cogên şîrê ber bi gopika memik diherike, der dikeve derve.[3]Heke mijîna dergûşê bidome, di demarexaneyên hîpotalamusê de oksîtosîna nû tê berhemkirin û tê şandin bo hîpofîza paş.
Li gel mijînê, deng, bêhn an jî dîmena korpeleyê jî dibe sedema derdana oksîtosînê.[5]
Piştî zarokanînê, heta ko dergûş ji şîr tê berdan û ango dawî bi şîrmijîna dergûş tê, bi qasî çend mehan derdana oksîtosînê jî didome. Di vê demê da derdana oksîtosînê qebareya malzarokê bi qasî malzaroka jina neducan kêm dike.[7]
Derdana oksîtosînê bi rêbaza paşragihandina erenî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di dema zarokanînê de an jî di dema şîrmijîna dergûşê de derdana oksîtosînê bi rêbaza paşragihandina erenî (bi înglîzî: positive feedback) tê rêkxistin.[8]
Oksîtosîn di qonaxa zarokanînê de bi rêbaza paşragihandina erenî bi awayekî bênavber tê derdan.[9]
Oksîtosîn girjbûna masûlkeyên malzarokê han dike û serê korpeleyê ber bi stûyê malzarokê ve tehn dide. Ji ber tehndanê, şaneya malzarokê ji hev tên kişandin. Kişîn wekî kartêkirek, bandor li ser wergiran dikin. Wergir bi sînyalên demarî hîpotalamusê ji rewşê agahdar dike. Hîpotalamus hê pirtir oksîtosîn berhem dike û bi navbeynkariya hipofîza paş ve der dide nav xwînê. Zêdebûna rêjeya oksîtosînê lez û tundiya girjbûna malzarokê zêdetir dike, korpele hê bihêztir ber bi stûyê malzarokê ve tê tehnkirin. Serê korpeleyê stûyê malzarokê fireh dike, loma şaneya stûyê malzarokê hê pirtir ji hev tên kişandin, ev rewş hê pirtir wergir han dike. Wergir jî hîpotalamusê han dikin ko hê pirtir oksîtosîn berhem bike.
Bi kurtasî, firehbûna stûyê malzarokê, ji hîpofîza paş oksîtosîn dide derdan. Oksîtosîn jî girjbûna malzarokê han dike, ev rewş jî stûyê malzarokê hê pirtir fireh dike.[5] Ev çerxa paşragihandina erenî heta zarokanînê didome.[9]
Oksîtosîn li gel mêyan di laşê nêran de jî tê berhemkirin û derdan. Di laşê mêyan de ne tenê dema dûcaniyê de lê mêyên neducan jî oksîtosîn berhem dikin û der didin.
Di laşê mêyên neducan de dema têkiliya zayendî de, oksîtosîn tê derdan. Oksîtosîn malzarokê girj dike, guheztina sperman a ber bi cogên hêkê hêsantir dike.
Di laşê nêran de derdana oksîtosînê di dema avêtinê (bi înglîzî: ejaculation) de zêde dibe. Oksîtosîn di laşê nêran de bi taybetî lûleya guhêzer girj dike bo deravêtina sperman.[3]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Rogers, Kara. "oxytocin". Encyclopedia Britannica, 21 Sep. 2022, [1]. Accessed 11 October 2022.
- ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- ^ a b c d e Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
- ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
- ^ a b c Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
- ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
- ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
- ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- ^ a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,