Hugo Gernsback

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hugo Gernsback (jdb.16ê tebaxa 1884an li Lûksembûrgê; m. 19ê tebaxa1967an li New York, DYA) weşanger û nivîskarekî honaka zanistîamerîkan ku bi eslê xwe lûksembûrgî bû.

Hugo Gernsback
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Luxembourg (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Mirin
Navê jidayikbûnê
Hugo GernsbacherLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Pîşe
Dahêner, editor, nivîskar, romannivîs, nivîskara/ê honaka zanistîLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şêweyê hunerê
Malper
Xelat
Officer of the Order of the Oak Crown (d) ()
Xelata Hugo ()
Science Fiction and Fantasy Hall of Fame (en) ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

 

Jiyan û berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hugo Gernsback (esasen Gernsbacher) li navçeya Bonneweg a paytexta Luksembûrgê, Luksembûrg hat cîhanê. Malbata wî cihû bûn. Dayika wî Berta Dürlacher kevanî bû û bavê wî Moritz Gernsbacher meyfiroş bû. Ew perwerdehiya xwe ya teknîkî li Zanîngeha Teknîkî ya Bingenê qedand, di wê demê de hîn jî navendek teknîkî ji bo endezyariya mekanîkî û endezyariya elektrîkê. Di sala 1904a de ew koçî Dewletên Yekbûyî bû. Ew sê caran zewicî bû: Rose Harvey di sala 1906an, Dorothy Kantrowitz di 1921an de, Mary Hancher di 1951an de.

Di 1925 de Gernsback îstgeha radyoya WRNY saz kir û beşdarî weşana bernameyên wêneguhêzê bû. Gernsback di sala 1926an de kovara Amazing Stories diweşand û wisa jenra nûjen a wêjeya honaka zanistî damezrand. Xêzkarê herî giring ê wê kovarê Frank R. Paul bû (ku bi eslê xwe awistiryayî bû). Gernsback bi sebeba fandoma honaka zanistî roleke sereke dilîst ji ber ku ew di kovarên xwe de navnîşanên nivîsevanên birîdeya xwendevan diweşand.

Xelata Hugo (bi rastî: Science Fiction Achievement Award) xelateke xwendevane û ji sala 1953an ve tê dayîn. Navê wê Xelatê ji pêşnavê Gernsback de tê. Di sala 1996an de Gernsback li Science Fiction and Fantasy Hall of Fame esîrkirî bû. Hugo Gernsback bi xwe jî honaka zanistî nivîsand, di nav de romana Ralph 124C 41+, ku ew yekem car di kovara xwe Modern Electrics ji nîsana 1911-ê heta adara 1912an de weşand. Sernavê romana, ku bi îngilîzî tê axaftin, Ralph one two four c four one“ ku ew jî dikare wekî Ralph, one to foresee for one“were fêm kirin. Bi kurdî de ev tê vê wateyê: "Ralph, yê ku ji me re di paşerojê de dinihêrîne".

Hugo Gernsback di heman demê de dahêner bû û heya mirina wî 80 patent bi dest xist. Ew dahêneriya yek ji wan amûrên muzîkê yên elektronîkî yên yekem bi karanîna oscillatoran, Staccatone bû.

Hîçek (trîviya)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di lîstika xêvjimêrê Mass Effect 2 de navê keştiyek hilweşandî Hugo Gernsback e.[1]

Pirtûknîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Romanan
  • The Scientific Adventures of Baron Münchausen (1915, 2006)
  • Ralph 124C 41+: A Romance of the Year 2660 (1925)
  • Ultimate World (1971, postum)
Ceribanên civandin
  • Evolution of Modern Science Fiction (1952)
  • Hugo Gernsback: A Man Well Ahead of His Time (2007, hrsg. von Larry Steckler)
  • The Perversity of Things: Hugo Gernsback on Media, Tinkering, and Scientifiction (2016)

Wêje[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jînenîgerî
  • Luc Henzig (Hrsg.): Hugo Gernsback, an amazing story : 1884 Luxembourg - 1967 New York. Centre National de Littérature 27 octobre 2010-18 mars 2011. Ausstellungskatalog. Centre National de Littérature, Mersch 2010, ISBN 978-2-919903-21-4.
  • Franz Pichler: Hugo Gernsback und seine technischen Magazine : von „Science Facts“ zu „Science Fiction“ und „Cold Facts“ : Zum Leben und zum Werk eines ungewöhnlichen Luxemburgers in den USA. Trauner, Linz 2013, ISBN 3-99033-164-7.
  • Gary Westfahl: Hugo Gernsback and the Century of Science Fiction. McFarland, Jefferson, North Carolina 2007.
Gotar

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Mass Efect Wiki".