Huner Selîm
(Ji Huner Salem hat beralîkirin)
Huner Selîm | |
---|---|
Jidayikbûn | 9ê adara 1964an (60 salî) |
Hevwelatî | Iraq, Fransa |
Pîşe | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Huner Salem (jdb. 9ê adara 1964an, Akrê) derhêner, wênesaz û niviskarekî kurd e.
Bi 17 saliya xwe koçber bû ye, di riya Sûrî re çû ye Îtaliya, li wir çûye dibistanê û li Mîlano politîk xwendiye. Îro ew li Parîs'ê wek derhêner, nîgarkêş û nivîskar dijî. Di nîsana 2004an de pirtûka wî Le fusil de mon père (bi kurdî: Tifinga bavê min) derketiye, ya ku bi 40 zimanan hatiye wergirandin.[1] Li festivala filmên cîhanê li Cannes 2005a wezîrê çanda ferensî Renaud Donnedieu de Vabres ew "Chevalier des Arts et des Lettres" hate xelat kirin. Ji bo herdû filmên wîyî dawî Kilomètre Zéro û Dol Hiner Salem vegeriya welatê xwe.
Fîlmnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- 2022 - Şevbaş Pêşmerge
- 2018 - Kê Lady Winsley Kuşt?
- 2016 - Cilê Teng
- 2013 - Welatê Tirş û Tal
- 2011 - Ger Tu Bimirî, Ez Te Dikujim
- 2009 - Piştî Hilweşînê
- 2006 - Sous les toits de Paris
- 2006 - Dol
- 2005 - Kilomètre Zéro
- 2003 - Vodka Lemon
- 2001 - Absolitude
- 1999 - Passeur de rêves (English Title: Beyond Our Dreams)
- 1997 - Vive la mariée... et la libération du Kurdistan
Pirtûk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- 2004 - Le fusil de mon père (bi kurdî: Tifinga bavê min)
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ^ "Çapa nû ya 'Tifinga Bavê Min' tê belavkirin". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 21 kanûna pêşîn 2020.