Ikurriña
Ikurriña ([ikurˈiɲa]; bilêvkin: îkûrînya), bi zimanê baskî yê yekgirtî Ikurrina, navê ala Welatê Baskî ye.
Di sala 1894an de ji layê du birayên Luis û Sabina Arana ve hat afirandin. Sabina Arana sazberê Partiya Neteweparêz a Baskî (bi baskî: Euzko Alderdi Jeltzalea, bi spanî: Partido Nacionalista Vasco) ye.
Ji sala 1979an vir de alayê fermî yê herêma otonom a Welatê Baskî li Spanyayê ye. Îro jî ji bo neteweparêzên baskî, semboleke hemû gelê baskî ye, ango baskên him li Fransa û him jî li Spanyayê.