Jîla Huseynî
Jîla Huseynî | |
---|---|
Jidayikbûn | 21ê îlona 1964an Seqiz, Rojhilata Kurdistanê |
Mirin | 27ê îlona 1996an (32 salî) Rûdaneke tirombêlan di navbera Seqiz û Tehranê de |
Pîşe | Helbestvan, nivîskar |
Zimanê nivîsinê | Kurdî, farsî |
Netewe | Kurd |
Hevwelatî | Îran |
Şêweyê wejêyî | Helbest, kurteçîrok |
Berhemên navdar | |
| |
Hevjîn | Şahrez Nusodî |
Dê û bav |
|
biguhêre![]() |
Jîla Huseynî (jdb. 21 îlon 1964 li bajarê Saqizê, Rojhilatê Kurdistanê - m. 27 îlon 1996) helbestvaneke kurd e û xwediya du dîwanan e. Her wisa helbestên wê bi zimanê farsî jî hene.
Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ew keça dadvan û zana Mêhran Huseynî (Şêx Mêhran) e. Jîla di pazdeh saliya temenê xwe de, dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Dîwana wê ya pêşîn a bi navê "Geşey Evîn" di 1995ê de hate çapkirin.
Jîla Huseynî xwediya kitêbxaneyeke zengîn bû û di handan û piştevaniya helbesta kurdî de roleke giring leyîst bû. Her wisa yek ji damezirînerên Encûmana Wêjeyî ya Mewlewî ya Kurdî li bajarê Sine bû.
Mirina wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di 27ê îlona 1996ê de dema ber bi Tehranê ve diçin, da ku helbestvanê kurd Şêrko Bêkes bibînin, Jîla û keça xwe ya dehmehî Jîna di rûdaneke tirombêlan de canê xwe ji dest didin. Ew kurekî bi navê Ramîn û keçeke bi navê Bihar Zohre li pişt xwe bi cih dihêle.[1]
Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Bi soranî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Geşey Evîn, helbest, 1995.
- Qelay Raz, helbest, 1998.
Werger[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Bi kurmancî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Mirina rojê, helbest, Weşanên Avesta, Stembol, 2006.[2]
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ (tirkî) https://www.yurthaberleri.net/koseyazisi/jla-huseyn-yazisi-7.html Nevin Koçoğlu, 22.09.2018, yurthaberleri.net
- ↑ https://bnk.institutkurde.org/catalogue/detail.php?pirtuk=948