Josef Mengele
Josef Mengele | |
---|---|
Jidayikbûn | 16 adar 1911 |
Mirin | 8 sibat 1979 Bertioga |
Sedema mirinê | Stroke (Qezaya ku mirin tê de) |
Cihê goristanê | Embu das Artes |
Hevwelatî | Împeratoriya Almanî, Komara Weimarê, Almanyaya Nazî, Paraguay (1959–), Arjentîn (1954–) |
Perwerde | |
Pîşe | |
Partiya Siyasî | |
Dê û bav | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Josef Mengele (jdb. 16ê adara 1911an li Günzburg; m. 7ê sibata 1979an li Bertioga, Brezîl) yek ji bijîşkên navdar ên kampên mirinê yên naziyan bû. Li ser girtiyan ceribandinên hovane dikir, ew wekî kobay bikardianî. Navê wî dibe "firîşteyê mirinê". Piştî şer wekî gelekên din diçe başûrê parzemîna Amerîkayê. Sala 1960 ji aliyê Mossadê ve tê selmandin lê dest nadinê.
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Josef Mengele lawê mezin ê Karl û Walburga Mengele (jdb. Hupfauer) e. Malbata wî dewlemend e, li ser teknîka çandiniyê kargehek wan heye, Mengele Agrartechnik li Günzburgê.
Mengele perwerdeya antropolojî û bijîşkiyê dibîne li München, Bonn û Viyanayê. Di nava salên 1931-1934 dikeve nava refên SA'yê. Sala 1937an jî tevlî NSDAPê dibe.
Di 1939an de bi Irene Schönbein re marî dibe (dizewice). Sala 1940î tevlî artêşê û hêzên çekdar ên SSê dibe. Salên 1960î de tevahiya dîplom û payeyên wî tên betalkirin. Wî bi hêza sazûmaniyê ji xwe re kariyereke mezin çêkiribû.
Bijîşkê baregeha Auschwitzê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ew beriya here Auschwitzê jî li ser girtiyên kampan ceribandinan dike. Bi taybetî li ser cêwî û çîganan. Wî dixwest biselmîne ku nîjada aryanî li ser mirovên din e.
Ew girtiyan dikuje, laşê wan parçeyî dike, dermanan li ser zarokan diceribîne, tî-birçî dihêle hwd. Navê wî wekî "firîşteyê mirinê" belav dibe. Helbet ew ne tenê ye, bi sedan bijîşkên wekî wî hebûn û wan jî ceribandinên wiha dikirin. Lê bi qasî Mengele navdar nebûn.
Bi hatine Artêşa Sor a 17ê rêbenadana sala 1945an, direve, xwe vedişêre. Herçendî Mossad wî diselmîne jî, ji ber sedemên nayên zanîn, Mengele nayê girtin. Bi nasnameya Fritz Hollmann li parzemîna Amerîkayê dijî.
20ê hezîrana sala 1949an bi keştiya navê wê North King e direve Buenos Airesê. Li wir heya sala 1950î dijî. Wekî bijîşk dixebite.
Tê gotin bi navên sexte qet nebe carekê çûye Almanyayê jî. Li balyozxaneya Buenos Airesê bi du nasnameyan qeydên wî tên bidestxistin. Saziyên almanan bi dizî alîkariya wî kirine.
Mengele 7ê sibata sala 1979 di avjiberiyê de felcê derbas dike û dimire. Medyaya Alman dezînformasyonê dike, wî ji bala rayagiştî dide dûrxistin. Heya îro jî nayê zanîn ku çima daîreyên Almanyayê yên wê demê bi ser Mengele de neçûne, alîkarî dane wî.
Sala 2004an rojnivîsên wî yên li Brezîlê nivîsîne hatin weşandin. Di wan de Mengele berevaniya jiyan û karê xwe dike. Ango ti poşmanî nebûye.
Fîlm
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Und die Geigen verstummen - Û bêdeng in keman (And the Violins Stopped Playing, 1988), rejî Alexander Ramati, bi tevî Marcin Tronski bi rola Josef Mengele
- Nichts als die Wahrheit - Ne wekî rastiyê (1999), rejî: Roland Suso Richter, bi Götz George di rola Josef Mengele
- Hitlers Helfer II - Alîkarê Hitler II: Mengele – Der Todesarzt - Mengele firîşteyê mirinê (2005), Dokûmentarfîlm, ZDF
- The Boys from Brazil (1978): rejî: Franklin J. Schaffner. Li ser jiyana Mengele, di rola Mengel de Gregory Peck dilîze.
- Spiegel TV – Der SS-Arzt Josef Mengele - Bijîşkê SS Josef Mengele (1995), Dokûmentarfîlm, VOX
Muzîk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Slayer, Angel of Death (1986), ji albûma Reign in Blood
Çavkanî (almanî)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Udo Benzenhöfer: Mengele, August Hirt, Holfelder, Friedrich Berner, Otmar von Verschuer, Heinrich Wilhelm Kranz: Frankfurter Universitätsmediziner der NS-Zeit. Klemm und & Oelschläger, Münster 2010, ISBN 978-3-932577-97-0
- Sven Keller: Günzburg und der Fall Josef Mengele. Die Heimatstadt und die Jagd nach dem NS-Verbrecher. Oldenbourg Wissenschaft, München 2003, ISBN 3-486-64587-0
- Ernst Klee: Auschwitz, die NS-Medizin und ihre Opfer. 3. Aufl. Frankfurt 2004, ISBN 3-596-14906-1
- Helena Kubica: Dr. Mengele und seine Verbrechen im Konzentrationslager Auschwitz-Birkenau. In: Hefte von Auschwitz. Band 20, Staatliches Museum Auschwitz-Birkenau 1997, S. 369 - 455
- Ulrich Völklein: Josef Mengele. Der Arzt von Auschwitz. Göttingen 1999, ISBN 3-88243-685-9
- Gerald L. Posner, John Ware: Mengele. Die Jagd auf den Todesengel. Aufbau TB, 1993, ISBN 3-351-02409-6
- Guy Walters: Hunting Evil. How the Nazi Criminals Escaped and the Hunt to Bring them to Justice. Bantam, London 2009, ISBN 978-0-553-81939-7
- Zdeněk & Jiří Steiner: Zwillinge in Auschwitz. in Hermann Langbein, Ella Lingens-Reiner, Hans Günther Adler Hgg.: Auschwitz. Zeugnisse und Berichte.Europäische Verlagsanstalt|EVA 2. rev. Aufl 1979 ISBN 3434004114; zuletzt ebd. 1995 ISBN 3434462236 Protokoll zweier Opfer M.s zu Händen der Jewish Agency. Dt. Erstveröffentlichung. Die Geschwister Steiner (* 1929) waren in Auschwitz v. 8. 9. 1943 - 27. 1. 1945
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- (en) "In the Matter of Josef Mengele A Report to the Attorney General of the United States." Mînîsteriya dadweriyê ya DYA. Çiriya pêşîn 1992.
- Karin Orth: Çawa SSî bo mirinê dihatin perwerdekirin Di: Einestages (li ser „Dibistana Dachau“)
- Jînenîgarî ji Sven Keller
- Jînenîgarî Girêdana arşîvê 2009-10-10 li ser Wayback Machine ji Shoa.de
- 197 dokûmentên orjînal li ser Mengele ji navenda bi navê Simon Wiesenthal Center
- Ji ber wê Mengele reviya Girêdana arşîvê 2010-02-04 li ser Wayback Machine
- Bajarê Günzburg bi Josef Mengele - Malpera bajarê Günzburgê