Mossad

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Mossad (îbranî: המוסד למודיעין ולתפקידים מיוחדים, About this sound Ha-Mossad Le-modiin Ule-tafkidim meyuchadim ? / i, ango saziya sîxurî û operasyonên taybet) saziya sîxuriya dûgela Îsraelê ye. Di 1'ê avrêla 1951'ê de hatiye damezrandin[çavkanî pêwîst e].

Navenda Mossad li Tel Aviv e. Li dora 1.200 xebatkarên wê he hene. Xebatkarên wê du cure ne. Kesên kadro û alîkar. Di nava saziyên sîxuriyê de ya herî navdar û profesyonel tê zanîn. Reuven Shiloah, yekemîn serokê Mossadê ye[çavkanî pêwîst e].

Pênc beşên saziye hene[biguherîne]

  • Çalakiyên sîxuriyê
  • Çalakiyên polîtîk
  • Çalakiyên taybet
  • Şerê psîkologîk
  • Beşa lêkolînan

Mossad di dema Şerê Sar de gelek operasyonên mezin li dijî bloka rojhilatê kiriye û di pirraniya wan de biserketiye. Mossad bi saziyên sixurî yên welaten din re jî xebatan dike. Bi MÎTa tirkan re jî gelek operasyon kirine. Bo mînak dîlgirtina serokê PKK'ê Abdullah Öcalan li Kenyayê. Di vê çalakiyê de li gel CIA û MÎT cih girtiye[çavkanî pêwîst e].

Çavkanî[biguherîne]

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)