Keça deryayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Wêneyekê keçekî deryayî li John William Waterhouse

Keça deryayê yan jî Keça deryayî, jînewerek avî ye ku li gorî mîtolojiyê serî û laşê jorîn jin e, çîp û lingê wê masî ye.[1] Keça deryayî, di folklora gelek çandên li çaraliyê cîhanê ku di nav de Ewropa, Asya û Afrîka heye xuya dibe.

Hinek caran bi bûyerên xeternak ên wekî lehî, bahoz, hilweşîna keştiyan û bi xeniqînê re têkildar in. Di kevneşopiyên gelêrî yên din de (yan carinan di nav heman kevneşopan de) ew dikarin xêrxwaz bin, bextewariyê bidin yan jî evîndarê mirovan bibin.

Di gelek çandên li çaraliyê cîhanê de, Keçên deryayî bi awayên cûda lê pir nêzîkê hevdu hatine pênasekirin. Mîna sîrenan, stranan ji deryavan re dibêjin û wan efsûn dikin, wan ji kar dûr dixin û ji keştiyên wan dadixin deryayê yan jî xerabtir keştiyên wan binav dikin. Di çîrokên din de, keçên deryayî wekî jînewerên deryayên dilpak têne xuyakirin kirin, mirovên ku di xetera xeniqînê de ne wan xilas dikin. Di heman demê de kuran daxwaz dikin ku bên di bin padîşahiya xwe yê binê avê de bijîn. Di berhema Keça deryayê ya Piçûk a Hans Christian Andersen de tê gotin ku hinek keçên deryayî dema kuran kaşê binê avê dikin, ji bîr dikin yan jî nizanin ku mirov nikare di binê avê de bêhna xwe bistînin.

Sîrenên di mîtolojiya yewnanî de paşê wek hev hatine dîtin û di hinek zimanan de jî heman peyv ji bo herdu jîneweran hatiye bikaranîn.

Efsaneya Keça deryayî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Efsaneyên jînewerên nîv-mirov ên nîv-masî-bedenî vedigere 5000 sal b.z.ê. Nêrînek giştî ev e ku çêlekên deryayê bandorek mezin li çêbûna van efsaneyan kirine. Wek mînakek ji bo piştgirîkirina vê teoriyê, Christopher Columbus got ku wî di rêwîtiya xwe ya bo cîhana nû de Keça deryayê dîtin, lê ew pir eware bûn û ku bi awayê ku wî hêvî dikir ne rind bûn.

Kesên ku keçên deryayî dîtine wan wek mirovên bê-axaftin û bi porê kesk, reş, qehweyî yan jê zer tînin ziman. Bedena wan ji nîvî de masî ye û bi gelemperî wan wek jînewerên ku di okyanûsan de û hinek caran jî di çeman de avjeniyê dikin, binav dikin.[2]

Çîrokên keça deryayî hema hema gerdûnî ne. Çîroka keça deryayî ya yekem a naskirî ji aliyê Asûriyan ve di sala 1000 berî zayînê de hatiye dîtin. Atargatis, dayika şahbanûya Asûrî Semîramîs, xwedawendek nemir e ku evîndarê şivanekî dibe. Lê şivan a ciwan ê ku jê hez dikir dimire. Jiber vê yekê ew ji bo ku bibe masî, xwe davêje golê. Lê av, laş û bedewî ya wê yê bêkêmasî venaşêre, dûvikek masî jêre çêdike û şiyana jibo bêhna xwe di binê avê de bistîne dide wê.

Di serdema nûjen de di hinek stranên kurdî de helbestên di derbarê keça deryayî de hatiye gotin. Di strana stranbêja kurd Rêzan Şîrvan de, strana wê ya bi navê siwarê evînê de helbest a ku di derbarê keça deryayî de hatiye nivîsandin ev e:[3]

Lê yarê! Qezî dirêj, çev xezalê

Tu deryajînek di nava behra Wanê de, li ser rûyê erdê tu nikarî bijî, tu yê bimirî Ez jî berfek im li serê sîpanê xelatê, dixwazim bêm cem te

Edî ku nagihêjim erdê, ez dihelim û namînim Erê yarê, dil bi zarê

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. "Oxford Languages | The Home of Language Data". languages.oup.com (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 21 gulan 2022.
  2. "The Cryptid Zoo: Mermaids and Mermen in Cryptozoology: Modern Sightings and Reports". web.archive.org. 20 nîsan 2007. Roja wergirtinê: 21 gulan 2022.
  3. Rêzan Şîrvan - Siwarê Evînê [Official Music Video] 4K (bi îngilîzî), roja wergirtinê: 21 gulan 2022