Kerim Avşar
Kerim Avşar | |
---|---|
Jidayikbûn | 1973 Bismil, Diyarbekir |
Pîşe | Nivîskar, siyasetmedar, hunermend |
Zimanê nivîsinê | Kurdî, tirkî |
Netewe | Kurd |
Şêweyê wejêyî | Çîrok, helbest |
biguhêre![]() |
Kerim Avşar (jdb. 1973 li Bismilê, Bakurê Kurdistanê, Tirkiye), siyasetmedar, nivîskar û hunermendekî kurd e.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kerim Avşar di sala 1978an li navçeya Bismilê ji dayik bûye. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Bismilê dixwîne û piştre di zindanê de jî du zanîngehên bilind (beşa sînema û zanista ciwakî) dixwîne.
Kerim Avşar di sala 1993an de ji ber sedemê siyasî hatiye girtin û 30 sal di girtîgehên cuda dimîne û di 13ê sibata sala 2023an hatiye berdan. Gelek gotar û çîrokan dinivîsîne di rojname û kovaran de tên weşandin. Herî dawî pirtûka wî ya bi navê Haberci Güvercin Hevalname weşandiye. [1] Di vê pirtûka de beriya berdana xwe de bi xwe re (bi heval zarokê xwe re ) xeber dide Kerim Avşar.[2]
Ew bi xwe weke rêwiyekî azadîxwaz dide nasîn. Dibêje zindan û cîhanxane yek e rêwitiya azadiyê her berdewam e. Siyaset, huner, nivîskarî, xebatên wênekêşî û sînema di navenda jiyana wî de ye. Kerim Avşar niha li welat û bajarê xwe yî zarokatiya xwe dijî.
Berhemên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Haberci Güvercin Hevalname, Weşanên Navis (2024)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
![]() | Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |