Ketwarhebînî (siyaset)
Jump to navigation
Jump to search
Ketwarhebînî anko Ketwarhebîniya siyasî di çarçûvê pêvendiyên navneteweyî da gelek teorî û boçûnan vedigirit, hemî di vê da hevpar in ko welat bi awayekê destpêkanî bi hez û xwestekên leşkirî û aborî û desthilat û tenahiyê dixebitin. Xebata wan ne tiştekê bîrûbaweran an exlaq û sincî ye. Ev coreyê nihêrîn gelek caran hevramana siyaseta desthilatê dihêt hesibandin.
Saloxetên hevpişik[biguherîne]
Teoriyên li dor ketwahebîniyê di van saloxetan da hevpişik in:
- Sîstema navneteweyî anarşîst anko belbeşûxwaz e. Welat biryarên xwe bi xwe didin û guhdarî û beremrî jibo Hukmeta Cîhanê nîne.
- welat ên xwedîserwerî lîstikvanên qada siyaseta navneteweyî ne.
- Welat bi tevayî lîstikvanên jîrmend in ko bi awayekê jîrane li pey berjewendiyên xwe yên neteweyî diçin. Reşbîniyek di piştbestinên dirêjdem bi hevalbendiyan ra heye.
- Tiştê ko dikarit berjewendiya neteweyî bin pê bikit ewlehiya neteweyî û mana welatî ye.
- Jibo ewlehiya neteweyî welat jêderên xwe berfireh dikin.
- Tikhiliyên welatan bi hev ra li ser rêjeya desthilata wan ya leşkirî û aborî dimînit.