John Mearsheimer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
John Mearsheimer
Image dans Infobox.
John Mearsheimer
Jidayikbûn
14ê kanûna pêşîn a 1947an
New York, DYA
Navê rastî
John Joseph MearsheimerLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
University of Southern California (en)
Akademiya Leşkerî ya Dewletên Yekbûyî (en)
Cornell University (en) (Doctor of Philosophy (en))
University of Southern California School of International Relations (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Nivîsînkar, Dersderê zanîngehê
Karder
Council on Foreign Relations (en) (-), Zanîngeha Şîkagoyê (dp. ), Brookings Institution (en) (-)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qada xebatê
Siyaset
Endamê
Akademiya Amerîkî ya Huner û Zanistî (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Artêş
Xwendekarê
Samuel P. Huntington (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şêwirmendên doktorayê
Richard Rosecrance (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bandorbar
Malper
Blog officiel
Xebatên navdar
The Tragedy of Great Power Politics (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

John Joseph Mearsheimer (bûn: 14ê Kanûna Yekê, 1947) profesorekî amerîkî yê zanistên siyasî yê Zanîngeha Chicagoyê ye.[1]

Bîrdozvanê peywendiyên navneteweyî ye. Ew ji tayê bîrdozvanên dibistana nûketwarbînîyê anko neorealismê ye. Ew bi kitêbên xwe yên bi navê The Tragedy of Great Power Politics (Xemnameya Siyaseta Hêza Mezin) û The Israel Lobby and U.S. Foreign Policy (Lobiya Îsraîlê û Siyaseta Derve ya Amerîkayê) ya ku bi Stephen M. Walt re nivîsî û têde siyaseta derve ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn bi giştî û li hemberî Israîlê bi taybetî rexne kirî, bi navûdeng e. Ew di kitêba xwe ya Xemnameya Siyaseta Hêza Mezin de li dijî bîrdoza Ketwarbînîya bergirîkar anko defensive realismê ya Kenneth N. Waltzî radibe bîrdoza Ketwarbînîya êrîşber (Offenisive realism) dinivîse û dibêje ku xwestina dewletan ji bo qazanckirina hêzê bê-sinor e.[2] Ew di kitêba Lobiya Îsraîlê û Siyaseta Derve ya Amerîkayê de behsa bandora Civaka cihûyan li ser pêvajoya diristkirina siyaseta derve ya Amerîkayê dike.[3] Di kitêba xwe ya dawî ya bi navê Why Leaders Lie: The Truth about Lying in International Politics (Çima Serok Derewan Dikin: Heqîqeta Derewkirinê di Siyaseta Navneteweyî) de jî behsa wan derewan dike yên ku di siyaseta navneteweyî de ji bal serokan ve dihên kirin. Dîsan behsa: derewên di navbera dewletan de, tirsdiristker, bergiriyên sitratejî, efsaneyên neteweperêsiyê û derewên lîberal dike.[4]

Pênc migirtî yên Mearsheimerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Pergala navneteweyî şêlobêl e, lê belê ev wê ramanê nade ko bê pergal e. Lê wê ramanê jî nade ko ew pergal ji aliyê sazîyeka cihanî an desthilateka navendî ve hatîye rêkêxistin. Hema belkî pergal her ji aliyê dewletan bi xwe ve ye û li ser vê dibêje "xudê harîkarê wî ye yê harîkarîya ya xwe bike".
  2. Bi rengekê gişitî hemî dewlet xwedîyên wan hêzanin ko têra hîndê bikin ziyanê pê bigehînin dewletên dî. Ji ber vê jî hemî dewlet li ber gefên dewletên dî ne
  3. Dewlet çi caran nikarin xwe ji niyetên dewletên dî pişitirast bikin. Ev nahê wê ramanê ko hemî dewlet xwedî niyetên xirab in, lê belê nikarin bizanin ko ew xwedî niyetên başin jî. Ji ber vê jî heta dewletek êrîşê bike ser dewleteka dî xwedî komeka egerên vekrî ye. Ji aliyekê dî ve, niyetên dewletan zû bi zû dihên guherrîn ji ber vê egerê jî dibê herdem hêzên dewletê di çalak bin.
  4. Armanca destpêkî û bingehîn ya dewletan man e. parastina man û serwerîyê egerê bingehîn yê hemî tevgerên dewletê ye.
  5. Dewlet xwedî kesayetîyek aqalanî rasiyonel in. Ji bo mana xwe jî tevgerên aqalanî di pergala navneteweyî da dikin.[5]

Kitêbên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • The Tragedy of Great Power Politics (Xemnameya Siyaseta Hêza Mezin)
  • The Israel Lobby and U.S. Foreign Policy (Lobiya Îsraîlê û Siyaseta Derve ya Amerîkayê)
  • Liddell Hart and the Weight of History (Liddell Hart û Giranîya Dîrokê)
  • Nuclear Deterrence: Ethics and Strategy (Astengîya Navokî: Exlaq û Sitratîjî)
  • The Great Delusion: Liberal Dreams and International Realities (Wehma mezin: Xewnên Azadîxwaz û Peywendîyên Navneteweyî)
  • American Diplomacy (Dîplomasîya Amerîkî)
  • Why Leaders Lie: The Truth about Lying in International Politics (Çima Serok Derewan Dikin: Heqîqeta Derewkirinê di Siyaseta Navneteweyî)

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Biography". John Mearsheimer (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 30 çiriya paşîn 2022.
  2. ^ Mearsheimer, John J. (2003). Da guo zheng zhi de bei ju. Yiwei Wang, Xiaosong Tang, 王義桅., 唐小松. (Çapa Di 1 ban). Shanghai: Shanghai ren min chu ban she. ISBN 978-0-393-07624-0. OCLC 226277043.
  3. ^ "The Israel Lobby and U.S. Foreign Policy". Wikipedia (bi îngilîzî). 1 çiriya pêşîn 2022.
  4. ^ Mearsheimer, John J. (2011). Why leaders lie : the truth about lying in international politics. New York: Oxford University Press. ISBN 978-0-19-975873-9. OCLC 593639329.
  5. ^ "Offensive realism". Wikipedia (bi îngilîzî). 6 tîrmeh 2022.