Kişanek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kişanek

Kişanek, miqnatîs an jî hesindiz, heyberek e ku qada manyetîk ) pêk tîne û teqila wê 2.7 gr/cm3 e. Ew lajwerdine wekî hesin, nîkel û kobalt dikişîne, lê belê ew lajwerdine wekî sifir (mis), bafonê û kereseyên ku lajwerd nîn in têsir lê nake.

Kara kişanekê, di kereseyan de  du serikê beramber de kom dibe. Ji van her du serikan re navê salîsa (qutb) bakur û başûr a kişanekê tê dayîn. Salîsên wekhev hevdû tehm didin. Salîsên dij jî hevdû dikişînin.

Kişanekan, bi tenê madeyên ku ferromanyetîk in karin lê tesîr bikin. Di 25 °Cê de hesin, nîkel û kobalt ferromanyetîk in. Eger ku ji hesin, nîkel û kobaltê amêjen bê çêkirin pirî caran gewşîna xwe ya ferromanyetîkê hêdivişînin. 

Cureyên kişanekê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kişanekên xwezayî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kişanekên xwezayî, li xwezayê madeyên ku wekî kevirê kişanekê hesindizîbûne ye. Van kişanekan, kişanekên saf ên ku jiberxwe çêbûne ye.

Kişanekên xwedestî (çêkirî), bi giştî amûrên ku wekî motora elektrîkê û dengweşê(hoparlor) enerjiya elektrîkê dizivirînin enerjiya tevgerê, tê bikaranîn. Kişanekên xwedestî wekî bi navê xwe bi destan di karxaneyan de tê çêkirin.

Elektromiqnatis[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi halê herî hêsan, elektromiqnatisek du serikê têlekî yê ku şekilê helezonî hatiye dayîn, jê re bi sepîna teweturê tê destgirtin. Bi danîna cismekî ya li navenda helezoniyê re gewşîna miqnatisî bi sed qatan karê zêde bibe. Elektromiqnatisan bi tenê wexta ku tezû ji ser têlê derbas dibe, gewşîna xwe ya miqnatisî hêdivişînin.

Demanyetîzekirina kişanekê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wateya demanyetîzekirinê, windakirina gewşîna manyetîkê ya kişanekê ye. Ji bo demanyetîzekirinê çend azîne hene. Vana li xwarê hatine dayîn.

  1. Eger ku kişanekekî bi parçeyê hesinê an jî bi kişanekekî din re bê kopişandin, ew gewşîna xwe ya manyetîkê an winda dike an jî gewşîna xwe ya manyetîkê kêm dibe.
  2. Eger ku kişanek di qada manyetîkekî  zêde de bê tevgerandin, ew gewşîna xwe ya manyetîkê dê winda bike.
  3. Germkirina kişanekê jî azîneyekê ye. Eger ku kişanek heta germahiya kurî bê germkirin, kişanek dê demanyetîze bibe.

Du salîsa(qutb) Kişanekê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

xêzên qada manyetîkê ku derdora salîsên kişanekê de çê dibin

Kişanekan, xwediyê dû salîs in.Navê van her du salîsan yek bakur(Nort) yek jî başûr(South) in.

Di navbera her du salîsên kişanekê de qadeke manyetîk çê dibe û eger ku ji nav vê qadê têlekî derbas bibe hêzekê bandor li têlê dike.Ji vê hêzê re jî hêza manyetîk tê gotin. Têlekî ku ji nava qadeke manyetîk derbas dibe, ji ser wî tezû derbas dibe û dirêjiya wî jî metre bibe,hêza manyetîk a ku bandor li têlê dike bî vê formûlê tê hesibandin:

 

Di vê formûlê de: 

: Hêza manyetîk e. 

: Tundiya qada manyetîk e. 

: Tezûya ku ji ser têlê derbas dibe. 

: Dirêjiya têlê ye. 

Bi kara hêza manyetîk ve, madeyên ku bixwe ne manyetîk e lê belê tê kişandin, ji wan re madeyên paramanyetîk tê gotin û ên ku tê kişandin jî ji wan re madeyên diyamanyetîk tê gotin.Ji madeyên paramanyetîk re bo nimûne mirov karê bafon(aluminyûm),baryûm û oksîjenê bide.Ji madeyên diyamanyetîk re jî mirov karê zibeq, zêr, bizmût, silîsyûm û hwd. bide bo nimûne. 

Cihên ku kişanek tê bikaranîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Paqijkirina xîza camê.
  2. Motora Elektrîkê.
  3. Dengweş(Hoparlor).
  4. Deryavanan bi cihêtnameyê(pisûla) hêl dibînin.
  5. Di xurdefiroşî de.
  6. Zîlên deriyan de.
  7. Trêna lezgîn de.
  8. Di vîncan de elektromiqnatis tê bikaranîn.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Wikipedia-Werger
  • Ferhenga zaravên Teknîkî