Kilig

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kilig Asparagus officinalis, îlûstrasyon ji Otto Wilhelm Thomé, Floraya Almanya, Awistriya û Swîsreyê

Kilig an çavmarka bêwanê an jî merejo (Asparagus officinalis) cureyek çavmarkê ye ku gelek caran kilig bo tevahiya çavmarkan jî tê bikaranîn.

Ji çavmarkê re herwiha meroje, melajo jî dibêjin. Çavmark di famîleya çavmarkan de cih digire. Berê li Kurdistanê bo nexweşên bi kuxînê ketine dihate pêşniyarkirin. Li Çînê wekî derman, 5000 sal in tê bikaranîn. Herwiha li Greka Antîk û Eqîptê (Misir) jî derman jê çêdikirine.

Di floraya Kurdistan, rojavayê Asya, navend û başûrê Ewropa, Sîbîrya û bakurê Afrîkayê de cihwar e. Li parzemînên din kêm be jî hin endamên vê malbatê tên dîtin. Li gelek welatan, bi taybetî li Amerîkayê çandiniya wê tê kirin. Di pêjgeha Ewropayê de gelek tê bikaranîn. Ji kiligê vexwareka Tequila amade dikin. Di pêjgeha kurd de herwiha cihê wê heye. Bi taybetî li herêmên Serhed, Xerzan û Dêrsimê bi biharê re berhev dikin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]